Hikumetê çav berdaye ser xerca xwendevanan

Ji sala 2014’an ve hikumeta herêmê xerca mehane ya xwendevanan biriye.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî – Xerca mehane ya xwendevanan yek ji mafê herî sereke yê xwendevanên zanîngeh û peymangehan e, ji sala 2014’an ve hikumetê herêmê xerca mehane ya xwendevanan biriye. Sala bûrî 2021’an ji ber zext û xwepêşandanên xwendevanan çend mehan xerca xwendevanan dan û piştre car din hat sekinandin. Ev yek jî bû sedem ku carek din xwendevan dest bi çalakiyên nerazîbûnê bikin.

Destpêka nerazîbûnên îsal ya xwendevanan li zanîngeha Helebcee, Çemçemal û Germiyanê destpê kir. Piştre zanîngeha Silêmanî jî bejdar bûn, ji ber vê mebestê di 1’ê Mijdarê de çalakî li darxistin û daxuyanî radestî sê serokatiyên herêm û wezareta xwendina bilind kir. Xwendewanan diyar kir ku ger daxwazên wan nayê bi cihkirin wê dest bi çalakiyan bikin. Piştî heftiyekê dema ku daxwazên wan nehat bi cih anîn di 8’ê Mijdarê de xwendevanan dest bi çalakiyan kir. Heta niha jî çalakî li navçe û bajarên cûda berdewam e û di çend rojên bûrî de li bajarê Silêmanî hêzên emnî bi av û gaza dijwar êrîşî xwendevanan kir û îro jî dewama zanîngehê hatiye sekinandin.

Li gor yasayê divê pirojeya xerca mehane ya xwendevanan ji aliyê wezareta xwendina bilind ve radestî encûmena wezîran were kirin, lê belê encûmena wezîran pirojeya xerca mehane ya xwendevanan ya îsal pesend nekiriye û  nexistiye bernameya xwe ya kar.

‘Berpirsyartiya mafê xwendevanan li ser milê me hemûyane’

Mamostaya zanîngehê Dr. Aştî Hemesalih diyar kir ku berpirsyartiya hikumet û aliyên peywendidar ji bo perwerdekirinê bi erkê xwe rabûn e û wiha got: “Wezareta xwendina bilind bi xwe dizane perwerdekirin û fêrkirina xwendevanên zanîngehê ji bo astek ya bilind e. Giring e herêm jî berpirsyartiya xwe bizane ku wê ev xwendevanan di dawiyê de wê xizmeta welat bikin û welat rêve bibin. Ji bo wê pêwîste di dema xwendinê de pêdawistiyên xwendevanan werin dabînkirin û êdî xerca mehane bidin.”

‘Çiqas giringî bidin xwendevanan welat zêdetir pêş dikeve’

Dr. Aştî Hemesalih der barê giringiya xerca mehane ya xwendevanan de destnîşan kir ku xerca xwendevanan ji aliyê hinek kesan ve asayî ye, lê belê bi berevajikirina intimaya ji aliyê xwendevanan ve çêdibe. Tenê ger pêwîstî pê nebe, ew roja ku xerca mihane digre hîs dike ku zanîngeh weke diyariyek daye û alîkarî dike û wiha got: “Dema ku xwendevan dibîne hikumet û zanîngeh alîkariya wan dike, bê guman piştî temamkirina xwendinê ew hest pê re çêdibe ku divê xizmetê ji bo welatê xwe û zanîngehê bike.”

‘Hikumet xwendevanan neçarî xwepêşandanan dike’

Dr. Aştî Hemesalih da zanîn ku qeyarana li herêma Kurdistanê bandor li ser vê rewşê dike, xerca mehane ya xwendevana jî beşek ji vê qeyranê ye. Aştî Hemesalih a destnîşan kir ku divê berpirs û aliyên peywendîdar rê nede xwendevan bikevin bin bandoriya xirabiya qeyranê, destnîşan kir ku hikumet divê xizmetê bikin da ku di pêşerojê de xizmetê ji bo welatê xwe bikin û wiha got: “Xwepêşandanên xwendevanan jî pêwîstî bi vê rewşê ye ku desthilat û hikumet ji bo xwendevanan çêkiriye, dema ku dawazên wan neyên bi cihkirin, neçar dimînin dakevin qadan, ev jî encamên sîstema xelet ya zanîngehan e. Her çendî xwepêşandan bikin, kes nikare wan tewanbar bikin, ji ber daxwaza mafê xwe dikin. Ev jî ji aliyek din ve ziyanê digihîne wan û dike ku ji xwendina xwe dûr bikevin. Ji bo wê giring e berpirs û desthilatdar beriya her tiştî giringî bidin xwendevanan û pêvajoya xwendinê.”