Hevgirtina jinan li hemberî rejîmên dîktator yekane riya azadiyê ye

Bi qetilkirina jina ciwan a Kurd Jîna Emînî re, şoreşa jinan gurtir bû, şoreşeke mezin a civakî dest pê kir. Ji wê rojê ve heta niha çalakiyên girseyî didomin û civak dixwaze rejîm biguhere.

MÎDYA MEQTAD

Heleb – Destpêkirina şoreşa Îranê piştî kuştina jina ciwan Jîna Emînî, zincîrên koletiya jinan û gelên bindest şikand.

Endama Koordînasyona Kongra Star a taxa Şêx Meqsûda bajarê Helebê Amna Xedûr diyar kir ku di nava nakokiyên gelên Rojhilata Navîn dijîn de şoreşa jinan a li Rojava derketiye holê û dengê wê gihîştiye hemû deverên cîhanê. Bi taybetî di nav jinan de deng vedaye û êdî bûye malê hemû jinên cîhanê û wiha pê de çû: “Jin her dem dibin hedef, ji bo ku rê li pêşiya wan bê girtin û vîna wan bişkînin û rê nedin ku di hemû qadên jiyanê de rola xwe ya sereke bilîzin rejîmên dîktator her tişt dikin. Rejîma Îranê di hemû waran de rejîmeke faşîst û dîktator e yek ji sepandina qanûnên tund ên li ser jinan e. Di vê serhildanê de jinên Îranî tevî hemû tundiya ku desthilatdarên Îranê li ser wan dimeşînin, bi berxwedanê xwe îsbat kirine û dikarin dengê jinan û cîhanê bikin yek. Bi şoreşa ku jinên Îranê piştî kuştina Jîna Emînî dest pê kirin re, jin paşve navêjin, bi wê re nakokî û geşedanan çêdikin da ku ev şoreş berdewam bike û şoreşa jinan li hemû cîhanê berdewam bike.”

‘Jinan bi şoreşê hemû têgehên teng analîz kirin û ji wan derbas bûn’

Amna Xedûr li ser Şoreşa Rojava jî wiha got: “Piştî destpêkirina şoreşa Rojava jin dikaribûn hemû zehmetiyan derbas bikin û li pişt doza xwe bisekinin, rola xwe di hemû qadên siyasî, civakî û leşkerî de girtin. Her wiha urf û adetan red kirin ji bo azad bibin û civakek azad ava bikin. Ji ber ku jin bingeha civakê ne. Jin êdî di nava wan têgînên teng de najîn û her cure şîdetê, çi tundiya devkî, çi fizîkî, çi tundiya civakî derbas kirin. Ez bang li hemû jinan dikim ku li dijî rejîmên dîktator bibin yek, ji ber ku şoreş û projeya neteweya demokratîk ku azadî, dadmendî û wekheviyê armanc dike, ji bo bilindkirina rewşa civakê û ji bo pêkanîna wekheviyê di navbera zayendan de ye divê berdewam bike.”

Rejîm Îranê ji niha û şûnde êdî nikare pêşî li şoreşa civakî bigre’

Li ser berdewamiya tundî, kuştin û îşkencekirina jinan li Îranê rêvebera Yekitiya Jinên Ciwan a navenda Helebê Heyfa Bekir wiha anî ziman: “Di navbera duh û îro de ferqeke mezin heye, jin bere nikaribûn desthilatdariya heyî red bikin lê di van salên dawî de ji bo guhertina desthilatdariyê û vegerandina mafên xwe xwepêşandan zêde bûne û jin beşdarî van xwepêşandanan bûne. Rejîma Îranê êdî nikare şoreşa Îranê ya ku dirûşma bi dirûşma jin jiyan azadî li dar ketiye, bifetisîne û heta niha jî hewl dide şoreşa Îranê bitepisîne. Li Îranê guhertinên mezin çêdibin, jinên ku ji mafên xwe hatine bêparkirin, ji bo ku welatê xwe ji destên rejîma faşîst rizgar bikin serî radikin. Jin hêza xwe ji têkoşîna hev a li hemû cîhanê digrin. Tu kes nikare vîna wan bişkîne.”