“Divê zagonek ku edaletê ji bo jinan pêk tîne hebe”

Vîdyoyeyek li ser torên dîjîtal ku tê de jina bi anvê Xinwa Elawî ji aliyê hevjînê xwe ve rastî tundiyê dihat hat belavkirin. Xinwa Elawî çar caran hewl daye xwe bikuje. Piştî ji tundiyê hat rizgarkirin daxwaza hevberdanê û cezakirina tacîzkar kir.

SÛZAN EBÛ SEÎD

Beyrûd - Bûyerên tundiya li dijî jinan li Lubnanê bi rêjeyên zêde didomin, gelek jinan di encama îşkenceyê de jiyana xwe ji dest dane. Kampanyayên parêzvaniyê ji aliyê kes û komeleyên jinan ve bi riya medyaya dîjîtal û belgekirina hin ji van bûyeran, bang li jinan kirin ku rûbirûyê destdirêjkeran bibin, biçin cem rayedarên pêwendîdar û tiştên ku rastî wan tên ragihînin. Grevên ku ji aliyê darazê ve hatin lidarxistin û betlaneya darazê bû sedema dirêjkirina êşa jinan her wiha bêcezakirina sûcdaran jî êşa jinan zêdetir dike, ji ber vê yekê jin neçar man ku bi riya medyaya dîjîtal serî li raya giştî bidin û van kiryarên hovane eşkere bikin.

"Xinwa li dijî hemû sîstem û qanûnê ku zordetî û tundiyê li jinan dikin disekinî"

Xinwa Elawî bi bawerî pêşwaziya me kir û wiha got: "Ji USJ bi bawernameya di Rêveberiya Karsaziyê de mezûn bûm. Di sala 2008’an de bi alîkarê yekem ê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (A.T) ku niha girtî ye, zewicîm. Di dema zewacê gelek caran rastî şîdetê hatim. Min çar caran hewl da xwe bikujim. Piştî ku vîdyoya ez tê de ji aliyê hevjînê xwe ve rastî tundiyê têm li ser medyaya civakî belav bû, min biryar da ku li dijî vê tundiyê bisekinim. Ez vegeriyam Xinwa ya sala 2008'an, Xinwa ya ku li dijî hemû sîstem û qanûnê ku zordetî û tundiyê li jinan dikin disekinî, Xinwa ya ku ji jiyanê hez dike û hemû bindestan, kesên temenê wan mezin, zarok û heta heywanan diparêze. Zagona li dijî şîdeta nava malê heye lê me nedîtiye ku tu tiştek ji jinan re kiriye."

"Pêdiviya min bi qanûnek heye ku ji min û jinan re edaletê pêk bîne "

Xinwa Elawî diyar kir ku pêdiviya wê bi qanûnek heye ku ji wê û jinan re edaletê pêk bîne, sûcdar werin cezakirin û jinên ku rastî tundiyê hatine mafên xwe bi dest bixin û wiha pê de çû: "Divê malbat û civak di parastina jinên ku rastî tundiyê tên de roleke mezin bilîzin. Em parastinê dixwazin. Meseleya min êdî ne meseleyeke şexsî ye, meseleya raya giştî ye. Ez li ser navê xwe û li ser navê her jinek ku rastî tundiyê hatiye axivîm. Ez ji jinên ku rastî tundiyê tên daxwaz dikim ku biaxivin û dengê xwe bilind bikin û serî li komeleyên ku mafên jinan diparêzin bidin. Em ê êdî bêdeng nemînin. Di jiyana xwe ya zewacê de, min hewl dida bi nivîsandin û xêzkirinê tiştên ku ez dijîm îfade bikim."