"Destgirtina rapora edlî ya Nîra Eşref bi vî rengî li gorî çanda civakê ye"

Seroka Weqfa Sebya ya ji bo mafên jin û zarokan Nehla El-Deba got ku doz tu pêwendiya wê bi celebê mexdûr û reftarên di encamê de tune ye, ji ber ku ev yek bandorê li prosedurên qanûnî û dadweran nake, ji ber ku her sûcek cezayê heye.

ASMAA FATHİ

Qahîre - Bûyera serjêkirina xwendekara zanîngehê Nîra Eşref rewşa xirab a civakê eşkere kir, ku niha bi awayên curbecur li sedem û hincetekê digere ji bo ku qatilek ku jinek ji ber redkirina zewaca bi wî re serjê kiriye neyê cezakirin û ev yek dîmenên herî hovane yên binpêkirina mafên mirovan e. Piştî ku rapora pizîşkiya dadwerî hat belavkirin, malperên nûçeyan û malperên cuda yên medyaya dîjîtal dest bi axaftina li ser rewşa dîmenê jina mirî kirin.

"Ev bûyer bi tevahî îsbatkirî ye"

Seroka Weqfa Sebya ya ji bo mafên jin û zarokan Nehla El-Deba got ku doz tu pêwendiya wê bi celebê mexdûr û reftarên di encamê de tune ye, ji ber ku ev yek bandorê li prosedurên qanûnî û dadweran nake. Ji ber ku her sûcek cezayê wê heye û ev bûyera taybetî hewcedarê wê yekê nîn e ji ber ku bi tevahî îsbatkirî ye û wiha axivî: "Hişmendiya rojnamevan û pisporên medyayê bi giştî der barê mijarên cinsiyet û zayendî de yek ji sedemên herî girîng e ku bi vî awayî li ser rapora dadwerî ya li ser Nîra Eşref re mijûl dibe."

"Rapora edlî prosedurek rûtîn e lê bi zanebûn bi vî rengî hat destgirtin"

Nehla El-Deba anî ziman ku rapora edlî prosedurek rûtîn e lê bi zanebûn bi rengî hat destgirtin û wiha pê de çû: "Ragihandina raporê ji raya giştî re û ji kesên ne pispor re ya herî dawî ye ji ber tiştên ku li ser reftarên qurbanî ji hêla hin parêzerên kujer ve hatine weşandin, ku binpêkirina eşkere ya azadî û nepeniya kesên din e. Lêkolîna li ser exlaqê jinan yek ji girîngtirîn amûrên civakê ye ji bo parastina ramanên paşverû û heta aliyên wê yên bavparêzî û otorîter li hember her kesê ku hewl dide mafê çarenûsa jinan bi dest bixe. Ger têkiliya mexdûr bi kujer re were îsbatkirin gelo ev serjêkirina wê rewa dike? Rewakirina tawanê vi rêya xerabkirina navdariya mexdûran şiklê herî xirab yê parastina qatila ye. Tişta ku di vê tawanê de diqewime berhema çandeke ku jinan weke pileya duyemîn dibîne û wan tenê wek hîmen û îtîbar dibîne."