Dengê ku ji Başûrê Libyayê ji bo mafên jinan bilind dibe

Selma Mesûd Addas, rêwîtiya nivîskariyê ku bi navê “Meraqdara Medyayê” dest pê kir, ber bi qadên rojnamegerî û lêkolînên li ser mafên jinan ve bi pêş xist û ji bo jinên li başûrê Libyayê bikaribin dengê xwe bi azadî bigihîjînin cîhanê xebitî.

EZÎZA HISÊN

Lîbya – Ji bo jineke ciwan a li başûrê Libyayê, karê rojnamevaniyê ne tenê hilbijartineke pîşeyî ye. Di heman demê de tê wateya ketina qada giştî, xuyabûn û nîşandana hebûna xwe ya di nava hawirdoreke civakî ya muhafezekar ku bi gumaneke taybet nêzî xebata jinan a qada medyayê dibe.

Rojnamevan û lêkolîner Selma Mesûd Addas, rêwîtiya xwe ya pîşeyî tam di vê hawirdorê de da destpêkirin. Di sala 2013’an de li bajarê Sebhayê perwerdehiyê dît. Selma Mesûd Addas, ne bi navê xwe yê rast dest pê kir, li şûna wê di malpereke înternetê de bi navê "Meraqdara Medyayê” de dinivîsand.

Selma Mesûd Addas, wiha behsa gavên xwe yên destpêkê yên vê pîşeyê dike: "Di destpêkê de fikrek min a zelal ji bo bibim rojnamevan tunebû. Ez ji nivîsandinê hez dikim û min nûçeyan dişopand. Di hawirdora ku ez tê de bijîm, xebata di qada medyayê de ne vebijarkeke hêsan bû."

‘Min destpêkê xwe nivîsand’

Selma Mesûd Addas, diyar kir ku ew berê difikirî medya qadek e ku pêdiviya wê bi asteke diyarkirî ya wêrekiyê heye û wiha got: “Ev yek bi taybetî ji bo jineke ciwan a ku di civakeke muhafezekar de dijî derbasdar bû. Lewma min dest bi nivîsandina xwe kir. Piştre min malpereke bi navê 'Meraqdara Medyayê’ ava kir. Min destpêkê navê xwe yê rast bi kar neanî. Ez li qadeke ku bêyî rasterast xwe bidim ber çavdêriya raya giştî, bikaribim binivîsînim û ezmûnê bi dest bixim, digeriyam. Lê min bi demê re fêm kir ku pirsgirêk ne tenê veşartina nasnameyê ye divê ez tiştên li derdora min çêdibin fêm bikim û bi kesên din re parve bikim.”

Bi navê xeyalî dest bi nivîsandinê kir

Selma Mesûd Addas, da zanîn şopandina nûçeyan û nivîsandina gotaran alîkariya wê kiriye ku jêhatîbûnên xwe yên rojnamevaniyê bi pêş bixe û wiha pê de çû: “Ez bi şopandina rojnameyan, nivîsandina nûçeyan û hewldana fêmkirina awayê amadekirina metnên rojnamevaniyê fêr bûm. Armanca min a veşartina navê xwe wê demê, helwestên civakê yên li hemberî jinên ku di medyayê de dixebitin bû. Ez difikirim ku navê min hilbijart jî vê demê nîşan dide. Ez jineke ciwan bûm nû min gav diavêt vê qadê û tecrubeyeke min a zêde tunebû."

‘Ez bawer dikim jin dikarin bi zanebûna berpirsiyariyê karê rojnamevaniyê bikin’

Selma Mesûd Addas, bi bîr xist ku li herêma başûr a ku ew lê dijîn jinên di medyayê de çalak bûn, rastî demxeyên civakî dihatin û wiha domand: “Pirsgirêk ne tenê girêdayî rojnamevaniyê bû, girêdayî nêrîna li ser jineke ku di qada giştî de dixebitî bû. Gelek pirs hebûn. Gelo çima jineke ciwan di medyayê de dixebite? Çima xwe dide nîşandan? Çima ew bi mirovan re diaxive? Lê bi demê re ez fêr bûm ku ev pirs nabe sedem ez nikaribim biryarên xwe bidim. Ji ber ku ez bawer dikim jin dikarin bi zanabûna berpirsiyariyê karê rojnamevaniyê bikin.”

‘Divê hebûna jinan a di medyayê de tenê bi mijara nûçeyan re sînordar nemîne’

Li gorî Selma Mesûd Addas rojnamevaniya li Başûr, ji bilî pêkhateya civakî ya muhafezekar a herêmê, rastî zehmetiyên wekî dûrxistin, marjînalîzekirin û kêmbûna çavkaniyan dihat. Faktorên wiha, ketina qada rojnamevaniyê dijwartir dikir. Selma Mesûd Addas, axaftina xwe wiha domand: “Divê hebûna jinan a di medyayê de ne tenê bi mijara nûçeyan re sînordar bimîne. Divê jin di pêvajoyên pirskirin, lêkolîn û hilberîna agahiyan de jî cih bigrin. Îmaja Başûr bi gelemperî bi qeyranên ewlehiyê re dihat girêdan. Hûrgiliyên jiyana rojane yên jinên kedkar, karsazên ciwan, rewşenbîr û hunermendan jî dihatin paşguhkirin. Min nexwest Başûr tenê di demên qeyranan de bikeve rojevê, min xwest di heman demê de wekî civakeke zindî jî nîşan bidim."

Hevgirtina rojnamevanek bû sedema destpêkirina wê ya rojnamegeriyê

Selma Mesûd Addas, da zanîn ku nivîsên wê bala rojnamevanek kişandine û rojnameger wê teşwîq kiriye ku berdewam bike wiha pêl da gotinên xwe: “Ji min re got ku ‘Ez piştgirî didim te. Min rûpel û nivîsên te dîtine. Tu jineke ciwan î, hêjayî vê derfetê yî.’ Ev gotin ji bo min pir girîng bûn. Carna mirov ji bo ku baweriya xwe bi jêhatibûnên xwe bîne û bi çavekî cuda li xwe binêre, hewce ye mirovek ku baweriya xwe pê tîne hebe. Min bi saya wê dest bi rojnamegeriyê kir û bi awayekî cidîtir nêzî pîşeya xwe bûm. Bi taybetî dema ku min navê xwe li ser nûçeyek dît, min hîs kir ku ev tiştekî gelek mezin e. Min fêm kir ku nûçe ne tenê komkirina peyvan e, li pişt her agahiyekê berpirsiyariyek heye û li pişt her kesê ku ez li ser dinivîsînim, jiyan, qadeke taybet û maf hene.”

‘Min xwe di hawîrdoreke nû civakeke nû rastiyeke cuda ya rojnamevaniyê de dît’

Selma Mesûd Addas ku di sala 2016’an de ji Libyayê derket, bi riya Cezayîrê çû Bakurê Maliyê û li wir xebata xwe ya di qada medyayê de domand. Selma Mesûd Addas, bi van gotinan vê demê tîne ziman: "Derketina min ne planeke berê hatibû diyarkirin bû. Ev rêwîtî bû dema qonaxeke cuda ya jiyana min. Min xwe di hawirdoreke nû, civakeke nû û rastiyeke cuda ya rojnamevaniyê de dît. Pêwîst dikir ku ez zû fêrî hawirdorê bibim û xebata xwe bidomînim. Piştre min di radyo, televîzyon û medyaya nivîskî de xebat meşand. Ev yek bû sedem ku ez aliyên cuda yên pîşeyê nas bikim. Di radyoyê de fêrî nirxê deng û şêwaza îfadekirina fikra xwe bûm. Di televîzyonê de fêrî xebata bi dîmenan û derketina li ber kamerayê bûm û di medyaya nivîskî de jî fêrî girîngiya hûrgiliyan, piştrastkirina agahiyan û îfadeya rast bûm.”

Selma Mesûd Addas, diyar kir di rêwîtiya xwe ya ber bi welatekî din de qet hîs nekiriye ku divê ji sifirê dest pê bike, berevajî vê yekê bûye derfetek ku zanînên nû bi dest bixe.

‘Sînorên erdnîgarî pirsgirêkên hevpar ji holê ranakin’

Selma Mesûd Addas, wiha got: "Min fêm kir ku sînorên erdnîgarî pirsgirêkên hevpar ji holê ranakin. Mijarên wekî mafên jinan, xizanî, koçberî, perwerde û pevçûn dikarin di civakên cuda de bi awayên cuda derkevin pêş. Ev ezmûna derveyî sînoran, nêrîna min a li ser mijarên femînîst berfireh kir. Ji bo min mijara mafên jinan êdî ne tenê pirsgirêkeke herêmî ya ji çarçoveya xwe ya civakî qutbûyî ye, beşek ji komeke berfirehtir a pirsên civakî û mafan e ku di civakên cuda de bi awayên curbecur dubare dibin.”

Ji bo lekolînkirina pirsgirêkên jinan vegeriya Libyayê

Selma Mesûd Addas a bi salan di qada rojnamegeriyê de xebat meşand, ji bo ku xwendina xwe ya bilind bidomîne û xebata xwe ya li ser rojnamevaniya lêkolîner û pirsgirêkên jinan kûrtir bike, vegeriya Libyayê. Selma Mesûd Addas got ku ew li qadê dixebitî û fêr dibû gotinên xwe wiha berdewam kir: “ Lê belê min hîs dikir ku pirsên wiha hene ez nikarim tenê bi riya ezmûnê bersiva wan bidim. Min dest pê kir û ji bo xwe pirs kir ka sedem û koka hinek diyardeyan çi ne û ez çawa dikarim wan bi awayekî objektîf fêm bikim. Bi vî awayî min biryara vegera zanîngehê da. Lê perwerdeya min, nayê wateya dûrketina ji rojnamevaniyê, berevajî vê yekê ev ji bo bidestxistina têgihîştineke kûrtir a wê pîşeyê derfetek mezin e.”

‘Perwerdeya ku min dît lêpirsinên min zêde kir’

Selma Mesûd Addas, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Rojnamevaniyê fêrî min kir ku ez bipirsim çi qewimî? Kê kir? Kengê û li ku derê qewimî? Lê xwendina bilind çarçoveya pirsên min berfireh kir. Gelo ev çima qewimî? Kîjan faktoran rê li ber vê yekê vekir? Kê jê sûd girt an jî ziyan dît? Daneyên statîstîkî, yasa û saziyên fermî der barê vê yekê de çi dibêjin?"

Ev nêzîkatiya Selma Mesûd Addas, di şêwaza wê ya eleqedarbûna bi pirsgirêkên jinan de jî xuya bû. Selma Mesûd Addas êdî tenê guhdarîkirina çîroka jinekê û nivîsandina wê têr nedît. Li şûna vê yekê dest bi lêkolîna şert û mercên ku bûne sedema vê bûyerê kir û jixwe pirsî ka jinên din jî di bin şert û mercên bi vî rengî de dijîn an na û yasa û sazî çawa nêzî van pirsgirêkan dibin.