Dayikên Efrînî: Em riya şehîdên xwe bi serbilindî dişopînin

Dayikên Efrînî yên ku zarokên wan di Berxwedana Serdemê de canê xwe feda kirin teqez kirin ku wê li ser şopa zarokên xwe bin û armancên wan ên avakirina welatekî azad pêk bînin.

HESNA MIHEMED

Şehba – Di 20'ê Çileya 2018'an de dewleta tirk a dagirker bi çekên herî giran, her cûre çekên qedexekirî û 72 balafirên şer êrîşî herêma Efrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Li hemberî van êrîşan gelê Efrînê li ser bingehê Şerê Gel ê Şoreşgerî biryara berxwedanê da û berxwedana wan a bi navê Berxwedana Serdemê li tevahî cîhanê deng veda. Di Berxwedana Serdemê ya 58 rojan dom kir de zarokên Efrînê li hemberî êrîşan û di eniyên şer de li ber xwe dan. Di 58 rojan de gel rojane pakrewanên xwe bi merasîmên bi heybet û serbilindî oxir kir. Dayikên Efrînî yên zarokên wan di berxwedana bê hempa ya 58 rojan de ango di Berxwedana Serdemê de jiyana xwe ji dest dan soza şopandina riya pakrewanên xwe dan.

‘Xeyalên zarokên me rizgarkirina Efrînê bû em ê pêk bînin’

Dayika pakrewan Elî Şêr Mûrdam ku di 7'ê Adara 2018'an de jiyana xwe ji dest daye, Emîne Osman diyar kir ku wê xwedî li berxwedana pakrewanên xwe derkevin, bi ruhê berxwedanê vegerin ser cih û warên xwe û wiha got: "Zarokê min di cebheya navçeya Recoyê de li hemberî êrîşên dagirkeriya tirk gihîşt asta şehadetê. Piştî berxwedana 58 rojan me berê xwe da Şehbayê û li wir berxwedana xwe domand. Piştî derketina me ji Efrînê şahadeta kurê min hat ragihandin, ji bo kurê min merasîmek bi heybet û girseyî hat lidar xistin. Mixabin min canazeyê kurê xwe nedît ew jî cihê êşê û xemgîniyê ye. Tenê min dixwest cenazeyê kurê xwe bi destên xwe oxir bikira lê ji ber dagirkeriya tirk ew hesret di dilê min de ma. Me cih di berxwedanê de digirt û piştgiriya zarokên xwe dikirin. Em li ser şopa pakrewanên xwe dimeşin û berxwedana me li Şehbayê jî vê yekê diyar dike. Em ê berxwedana xwe bidomînin û xeyalên zarokên xwe pêk bînin ew jî rizgarkirina Efrînê ye."

Ji bo rizgarkirina Efrînê amade ne

Dayika pakrewan Xabûr Bilbilê ku di 1'ê Adara 2018'an de li cebheya navçeya Cindirêsê jiyana xwe ji dest daye Fewziyê Hiso jî got: "Şerek hovane bi ser gelê Efrînê de hat ji aliyê dewleta tirk ve. Me hewl da em axa xwe ji dagirkeriyê biparêzin. Heya nuqteyek xwîn di canê wan de hebû tu carî gav paş ve navêtin şervanên me. Di nava êrîşan de me pakrewanên xwe oxir dikrin. Dilê min disoje lê ez bi şehadeta kurê xwe jî gelek serbilind im. Ez amade me ji bo rizgarkirina welatê xwe bedelên herî giran jî bidim."

‘Zarokên me parastina gel û axa xwe dikirin’

Dayika pakrewan Têkoşer Efrîn  ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de di 19'ê Kanûna 2019’an de jiyana xwe ji dest daye Nebîha Hebeş  behsa şopdariya xwe ya ji bo xeta pakrewanan dike û dibêje: "Dûrketina me ji Efrînê birînek di dilê me de vekir. Ji bo ku em Efrînê ji deste dagirkeriyê rizgar bikin li Şehbayê me qonaxek duyemîn ji bo berdewamiya Berxwedana Serdemê da destpêkirin. Kurê min di vê berxwedanê de cih digirt û gelê xwe ji êrîşên dagirkeriyê diparast heta ku gihîşt asta şehadetê. Şehadet nirxeke pîroz e û her kes nikare vê nirxê bi dest bixe. Em dayikên pakrewanan, li ser şopê zarokên xwe dimeşin, em ê armancên wan ên ji bo welatekî azad pêk bînin."