Dapîrên xwedî rehên kûr: Em hene û li vir in
Jinên temen mezin ên ku li Zirganê di bin siya êrîşên dewleta Tirk a dagirker de dijîn, helwesta xwe ya li dijî dagirkeran wiha anîn ziman: “Em hene û em ê her hebin, li ser vê axê bijîn.”
SORGUL ŞÊXO
Zirgan – Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şervan li eniyên pêş û dayîk, dapîr û bapîrên wan jî li taxan, berxwedaniyeke hevpar a ku wê dîrok ji bîr neke û ewê her tim behsa wê ji neviyan re bikin, dimeşînin. Di nava şerên ku li Sûriyê diqewimin û bi taybetî di Şoreşa Rojava de, jinên temen mezin roleke aktîf di têkoşînê de lîstine. Her wiha li qadên şer û di xetên agir de yên ku piştgiriya yekem didin şervanan û xwedî li ax û dîroka xwe ya kevnar derdikevin jî, dapîr û bapîrên ku bi salên dirêj li ser vê axê jiyane, xwîn û xwêdan li ser vê axê rijandine ne.
Dapîrên ku li bajarê Zirganê yê Kantona Cizîra herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn, nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.
Yazî Xelef a 90 salî diya 12 keç û kuran û dapîra 29 neviyan e, li Zirganê bi tena serê xwe dijî, hevjînê wê 8 sal berê çûye ser dilovaniya xwe. Tevî ku bi tenê ye jî, terka axa welatê xwe nedaye. Tevî her cure êrîşên dagirkeriyê, biryar daye ku heta dawî li ser axa xwe bimîne.
Dapîra 90 salî: Bila ez bi emrê Xwedê bimrim ne bi topên Erdogan
Dapîra Yazî hêrsa xwe ya li hember êrîşên dewleta Tirk bi van gotinan anî ziman: "Bila ez bi emrê Xwedayê dilovan bimrim, ne bi topên Erdogan. Gava ku topbaran li derdora me jî çêdibe ez ji cihê xwe tevnagerim, li cihê xwe rûniştî dimînim, ji ber ku ez natirsim. Erdogan çi kir û çi nekir, tu goristan nema ku bi keç û xortên me danegirt. Xwarina ku em dixwin di qirika me de dimîne, ji ber ên ku şehîd dikevin zarokên me ne. Em neçûne erdê Tirko ew li cem me çi digere? Ev der erdê me ye, me bi xwêdana eniya xwe û xwîna şehîdan dagirtiye. Em ji topên Erdogan mezintir in. Heta dawî ez ê li vir bim."
‘Ji dema hatime dinê ve li Zirganê dijîm’
Meryem Hamid jî dapîrek 70 salî ye û ji roja ji dayik bûye heta niha li Zirganê dijî. Dayika 4 keç û 5 kuran e. Yek ji kurên wê, di oxira vê axê de li herêmên Parastina Medyayê jiyana xwe ji dest daye. Hem kurê wê pakrewan e hem jî hevjînê wê.
‘Em ji bihuştê ketin dojehê’
Her wiha nexweşiyên wê yên mîde û tansiyonê jî hene. Dapîra Meryem got ku topbaran, bandorê li ser derûnî û tenduristiya wê dike û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Topbaran bandorên gelek xirab li ser tendrustiya min dike. Gava topbaran çêdibe, bedena min hemû dilerize. Berê tirsa min tunebû, piştî salan û ji ber ku êrîş dijwar bûn, dilê min zîz bûye û êdî nexweşiyên min jî zêde bûne. Berê em di bihuştê de bûn, ewlehî û aramî hebû, bi şev û roj em li çolê bûna jî neditirsiyan. Lê niha hinek şev hene em bi hesreta xewê ne. Perçeyên bombe û topan li malên me dikevin û ajalên me dikujin. Ji ber perçeyên topan depoyên enerjiyên me yên rojê xirab dibin û çete bombeyên şewqê davêjin hewayê. "
Dapîra Meryem da zanîn ku kur û hevjînê wê ji bo rûmeta ax û welatê xwe jiyana xwe ji dest dane û gotinên xwe wiha bidawî kir: "Hevjînê min heta di şerê rizgarkirina Minbicê de jî amade bû, kurê min jî li Qendîlê şehîd bû, lê belê termê wî ji me re nehat. Herdu jî ji bo rûmeta vê axê şehîd bûn. Ji bo wê heta dawî ez ê li vir bim."