Ciwana Celaledîn: Medya bi navê azadiyê çanda civakê guhertiye

Li herêma Kurdistanê gelek medya û dezgahên ragihandinê hene, lê belê civak ne hişyare û heta niha pirsa jinê tê paşguhkirin. Mamostaya beşa Ragihandinê Ciwana Celaledîn dibêje: Medyaya Başûrê Kurdistanê bi navê azadiyê çanda civakê guhertiye.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Başûrê Kurdistanê xwedî çend dezgahên medyayê yên serbixwe û ne serbixwe ye. Cihê pirse ye çima heta niha medyayê nekariye ji bo hişyarkirina civakê û bi taybet ji bo hişyarkirina jinê karek baş bike. Wisan nêzî pirsa jinê dibin ku tundîtûjiya beramberî jinê zêdetir dibe û bi navê azadiyê jinan tewanbar dikin.

‘Ragihandin ji ew peyamên ku belavdikin berpirsin’

Mamostaya beşa Ragihandinê ya zanîngeha Silêmanî Dr Ciwana Celaledîn der barê rola ragihandinê de diyar kir ku ragihandin ji bo hişyarkirina kesên di civakê de xwedî rolek giring e. Bi awayekê rol û bandora ragihandinê heye ku civak jê bandor bibe û wiha gotinê xwe domand: “Ragihandin bi rêya ew peyamên ku belav dike dikarin hişyariyê belav bikin, ji bo wê jî divê giringî bidin ew mijar û peyvên ku bi rêya ragihandinê belav dikin, ji ber bandorek cûda li ser kes ava dike. Peyam tenê ne di wate û nivîsê de ye, di dîmen û wêneyan de ye ji ber wê jî divê bi hurgulî nêz bibin.”

‘Medyaya dijital peyama rasteqîn ya ragihandinê guhertiye’

Ciwana Celaledîn der barê rola ragihandinê ya hişyarkirinê kesên di nava civakê de, bi giştî, doz û bi taybet pirsa jinê de destnîşan kir ku ragihandina Kurdî heta niha wisan kar nekiriye ku bibe sedema hişyarkirina civakê bi taybet li ser pirsa jinê. Hinek deman aliyên nerênî yên mijaran radixin berçavan û wiha dom kir: “Divê hişyariya der barê pirsa jinê de tenê ji bo jinê nebe û ji bo meran jî hebe. Di ragihandina niha de xeletiyek heye, ew jî ewe ku bi rêya medyaya dijital zêdetir peyam tên gihandin, di demekê de peyam di medyaya civakê de tên guhertin û hewildan berûvajî dibin. Ji ber wê giringe bi agahî li ser pirsa giştî û pirsa jinê were sekinandin.”

‘Gelek sedemên ji derveyî hêjamara zêde ya ragihandinan, hişyariyên kêm heye’

Ciwana Celaledîn bi bîr xist ku hemû kesên ku medyaya dijital bi kartînin, divê ew mijarên ku dixin medyaya dijital hin kurtir nêz bibin. Gelek medyayên dijital û ragihandin ji bo hişyarîkirinê hene, lê belê niha civak negihaye wê astê bi giştî hişyar bin û got: “Sedemê yekem ewe ku bi agahdarbûna qenalê ragihandinê der barê ew mijarên ku li ser şaşeyê radighînin, guh nadin lêkolînan, rojane aliyên akademiyan lêkolînan dikin, jê sûdê nagrin, divê der barê mijarê de lêkolîn bikin û nû wê mijarê şîrove bikin. Beşek din ragihandin bi awayek giştî kar dike û nizanin kê amadekiriye, ev jî pirgirêkê ava dike, ji ber giringe bizane amadekar kiye, nebûna hemahengiya di navbera qenalên ragihandin û aliyên akademiyan de dûbare pirsgirêk ji bo civakê ava kiriye.”

‘Ji derveyî ragihandinê, aliyên peywendîdar di hişyarkirina civakê de berpirsyare’

Ciwana Celaledîn di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku giringe divê ragihandin bizane mijarê ji bo  kê parve dike, civak tenê ne yek çîn û aste, cûdane ji bo wê dema mijarek hestiyar weke pirsa jinê tê belavkirin divê bi awayek peyam bigihêje ew kesên ku hişyariya wan kême ne kesên hişyar û wiha got: “Li gel hebûna van hemû ragihandinan û ew mijarên ku parve dikin, tundîtûjî û daneyên kuştina jinan hîn zêdetir bûne. Weke çareserî divê dezgahên ragihandinê bi hemanrengi li gel dezgah û aliyên cûda ji bo pirsa jinê kar bikin, hewil bidin bi awayekê kar bikin û zêdetir sûd bigihînin kesên ne hişyar.”

‘Medya bi navê azadiyê mijaran bi taybet pirsa jinê paşde dixin’

Ciwana Celaledîn îşret bi wê yekê kir ku hinek ji dozên jinan bi awayekê behs dikin ji bo malbatê nakokî ava bibe. Mijar gelek ji rastiyê dûr behs dikin û belav dikin. Ev jî ji ber wê yekê ye ku siyaseta beşek ya medyayan giringî nadin mijarên jinê û paşdixin û dixin mijara dûem û got: “Erkê rêxistinên jinan û jinên çalakvan ewe ku dengê xwe der barê vê mijarê de derbixin û gilî bikin û medyayê nêzî wa pirsan bikin ku cima bi vî awayî kar dikin, ji derveyî hişyarî pirsgirêkan ji bo civakê belav dikin. Di medyaya Kurdî de bi navê azadiyê mijaran xelet belav dikin. Ji ber wê jî giringe li ser mijaran sînor hebe. Her wiha sansur beşek ji etîkê rojnamevanî ye ji bo wê giringe hebe. Êdî mijar paşneyên xistin, ji ber gelek dozên li dadgehê ji ber nebûna etîkê rojnamevanî rastî gilîkirinê hatine.”