Ayda Lûlû 20 sal in bi giya û findên xwezayî dermanan diafirîne

Ayda Lûlû ya ji bajarê Qamişloyê ye 20 sal berê dest bi çêkirina dermanan ji giya û findên xwezayî kiriye, dibêje ku tecrubeya kar îsbata herî mezin e loma dermanên herî bi feyde û bi nirx ên xwezayî ne.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Dermanên giyayî yanî fîtoterapî mijarek di zanistiya botanîkî de ye ku bikaranîna nebatên taybet ji bo armancên derman an wekî pêvekek parêzê vedihewîne. Nebat ji demên berê yên dîrokî ve bingeha dermankirina bijîjkî bûne. Dermanê giyayan îro jî bi berfirehî tên bikaranîn. Dermanê nûjen ji gelek pêkhateyên nebatî wekî madeyek xav a bingehîn di pîşesaziya dermansaziyê de sûdê digre. Giyayên derman ji bo bedena mirov bikêr in ji ber ku hin nexweşî yan pirsgirêkên tenduristiyê derman dikin, bo nimûne, giyayê şeqil (meryemiye) û feydeya wê ji bo dermankirina êşa zik her wiha hêşînahî (babûnic) û kêrhatîbûna wê di dermankirina serma û nexweşiyên kuxikê de baş e. Di vê der barê de, Ayda Lûlû ya ji bajarê Qamişlo- Bakur û Rojhilatê Sûriyêye ku 20 sal in dermanan bi giya û findên xwezayî çêdike, nêrîna xwe parve kir.

20 sal berê dest bi çêkirina dermanên xwezayî kir

Ayda Lûlû da zanîn ku hezkirina wê ya mezin ji vê warê re hişt ku dest bi çêkirina dermanên xwezayî ji bo nexweşiyan çêbike û wiha pê de çû: “Min ji zarokatiya xwe ve ji vî karî hez kir û bêyî perwerde û kursên taybet min jê re serwer kir. Bi derbasbûna rojan re ezmûna min di xebatê de pir zêde bû, hemû kesên ku amadekariyên ez dikim bi kar anîn, encamên bi bandor derketin, ew dermanên taybetî bûn ji bo pizrikan an jî dermanên ku bîrov, fungus û yên din derman dikin. Min nêzî bîst sal berê dest bi vî karî kir û daxwaza min ji bo şopandin û pêşvebirina wê pir mezin bû. Di destpêka xwe de, min derman çêdikir û wan li ser xwe yan jî li ser mirovên nêzîkî min diceriband da ku ji bandora wê piştrast bibim ka  kî bi kar bîne dê jê sûd bigre yan na.”

Giya û findên xwezayî di dermanên ku çêdike de bi kar tîne

Ayda Lûlû di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku hemû madeyên bi kar tîne di nava dermanên xwe de giya û findên xwezayî ne û wiha bi lêv kir: “Ez di hemû dermanên ku çêdikim giyayên xwezayî û fînd bi kar tînim. Her derman giyayek xwe heye ku ji bo dermankirina rewşê bi dû re dixebite. Di karê xwe de ji ber hebûna giya û amadekariyên ku di çêkirina dermanan de derbas dibin, ez bi tu zehmetiyan re rû bi rû nemam, ji xeynî ku nirxê giran carna dibe ku bibe sedema pirsgirêkê ji bo me, lê me xwe pê kir û me karîbû bi serkeftî vê rewşê derbas bikin. Der barê awayê amadekirina dermanan de, pêvajo di çend beşan de tê dabeşkirin, di nav de fermentasyon, sterîlîzekirin û parzûnkirin heya ku berhem an amadekirin ji bo bikaranîna amade be.”

‘Feydeyên dermanên xwezayî bêtir e’

Ayda Lûlû destnîşan kir ku feydeyên dermanên xwezayî tevî bandora wê ya demek dirêj dixwaze dîsa baştir in û got: “Dermanê ku ji giyayên xwezayî tê amadekirin, ji bandora dermanên ku ji madeyên kîmyewî tên çêkirin, hêdîtir e lê bikaranîna dermanên ku tê de madeyên kîmyewî, rewş piştî demekê vedigere rewşa berê, berevajî dermanên ku ji giyayên xwezayî hatine amadekirin ku bandora wan heye ji bo jiyanê dimîne.”

‘Tecrubeya kar îsbata herî mezin e’

Ayda Lûlû teqez kir ku tecrubeya kar a salên dirêj îsbata herî mezin a pisporiyê ye û wiha bi dawî kir: “Tecrubeya kar îsbata herî mezin e, bi roj, ezmûn û xebata dubare berhem baştir û bi bandortir dibin û ya ku min di vî karî de serkeftî dike bawerî û jiyana min e. Li gorî baweriya min, bihayê wan derman û dermanên ku ez çêdikim, her çend bihaya wan giran be, ji bihayên dermanên din gelek çêtir e lê ez nirx, şert û mercên mirovan dinirxînim û hêvîdar im di rojên pêş de baştir û baştir bibin. Tiştên cihêrengtir her dem xweş e.”