Şert û mercên jiyana jinên Suweydayê zivistanê zehmet dibe

Jinan, diyar kirin ji ber qeyrana aborî û qutbûna elektrîkê ya bajarê Suweyda ya Sûriyeyê tê jiyîn, zivistanê şert û mercên jiyana wan roj bi roj xerabtir dibe.

ROCHELLE JUNIOR

Suweyda – Ji ber ku li Sûriyeyê şer zêdetirî deh sal in berdewam dike, herî zêde jin ji qeyranên piralî yên welat tê jiyîn bandor dibin. Jin û zarok di gihandina malzemeyên pêdiviya bingehîn de zehmetiyên mezin dijîn. Çiqas demsala zivistanê xwe dide hîs kirin, mexduriyet jî qat bi qat mezin dibe.

Duha Muhammed yek ji wan jinan e ku di peydakirina sotemeniyê de zehmetiyan dikişîne. Duha Muhammed, wiha got: “Min bi salan di mehên zivistanê de bi birîna daran pêwîstiya xwe ya sotemeniyê misoger dikir. Îsal min bi alîkariya du kurên xwe pêdiviyên xwe bi cih anî. Zarokên min gihîştin temena xizmeta ferzkirî ya di artêşa hikûmeta Şamê de û ji bo parastina xwe neçar man koçî dervayî welat bikin. Piştî ku her du kurên min koçî dervayî welat kirin, ez nikarim bi têna serê xwe daran kom bikim. Hinek darên ku ez kom dikim jî ji ber nebûna sotemeniyê di pişta xwe de hildigrim.”

Duha Muhammed, anî ziman ji bo xwarin çêkirine neçar dibîne darên ji bo şewitandinê komkiriyê  bi kar bîne û wiha got: “Her malbatek tenê 50 lître satomenî heye. Her tenekeyek gazê têra 10 rojan jî nake. Ji ber vê yekê jin dest bi komkirin û bikaranîna daran dikin. Êdî nirx pir zêde ne û ji ber vê yekê ez beriya zivistanê dest bi amadekariyê dikim.”

Zarokên wê dev ji dibistanê berdan

Mona Al-Alî jî, ji bo pêdiviyên malbata xwe misoger bike dest bi xebata çandiniyê kir. Herdu kurên wê jî neçar man dev ji dibistanê berdin û alîkariya wê bikin. Mona Al-Alî ya ku zivistanê ava baranê bikar tîne, wiha dibêje, "Di mehên havînê de ji ber kêmbûna avê neçar dimînin bîran bikolin."

Keda wê têra bicihanîna pêdiviyên wê nake

Subhîa Al-Omer a pez diçêre jî, da zanîn ew û malbata wê ji bo karkirinê neçar mane gundê xwe biteriqînin. Subhîa Al-Omer ku zivistanê serê sibehê heta evarê pez diçêrîne, diyar kir havînê ji zeviyê dur ji bo pezên xwe giyayên guncav peyda bike derdikeve rê û li wir kon vedidin û di demsala palehî de jî ji bo palehiya berhemên wek genim û ceh derdikeve derva. Subhîa Al-Omer, balkişand tevî ev hemû westandina zêdetirê 5 salan jî, nikare pêdiviyên wan ên bingehîn bi giştî pêkbîne.