Jinên li Idlibê yên neçarî koçberiyê bûne rastî lêdan û heqaretê tên

Tevî koçberî û belengaziya ku jinên koçber ên Idlibê dijîn, çeteyên dewleta Tirk adetên herî giran ên îşkenceyê, heqaret û lêdanê li ser wan dimeşînin.

HEDÎL EL-OMER

Idlib- Êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Sûriyeyê gelek binpêkirinên li dijî jinan bi xwe tîne, di nav de destwerdana di nava karên wan de lêdan û heqaret li jinan tê kirin.

Safiya El-Krum a 31 salî, yek ji wan keçan e ku rastî tundiya çeteyên Tirkiyeyê "Hay'at Tahrîr El-Şam" hat, ji ber ku wê biryara wan red kir ku zext lê kirin di nava 10 rojan de ji kampa ku tê de bi malbata xwe re dijî dekevin li ser daxwaza xwediyê erdê ku koçber tê de dijîn.

Koçber li kampan jî ji hovîtiya çeteyên dagirkeriya tirk xilas nabin

Dema ku Safiya El-Krum li dijî biryara wan a koçberkirina kampê nerazî bû, ji ber ku cihek din tune ye bi malbatên xwe re biçin, ji aliyê çeteyên Tirkiyeyê ve rastî lêdan û heqaretê hat. Çeteyan êrîşê wê û komek jinan kirin û dema ciwanên kampê parastina wan kirin, wan avêtin zindanan heta ku kampê bi temamî vala bikin.

Safiya El-Krum destnîşan kir ku jinên li kampê rastî îşkenceyên herî giran ên wekî heqaret û lêdanê tên û nikarin li hemberî zordaran rawestin, li dijî wan derkevin.

Di 19’ê Gulana 2022’an de çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam êrîşî jina bi navê Maram El-Xettab a 32 salî ya ji bajarê Seraqib û rûniştvanê bajarê Binîş ê li rojhilatê Idlibê kirin. Çeteyan lê xistin, heqaret lê kirin û porê wê kişandin, ji ber ku di navbera zarokê wê û zarokên yekî çete de nîqaş derket. Cîrana Maram ku xwest navê wê neyê gotin, diyar kir ku çeteyan êrîşî Maramê kirine, laçika wê ji serê wê anîne xwarê, ji ber vê yekê Maram ketiye nexweşxaneyê di beşa lênihêrîna giran de maye.

“Çeteyên tirk li dijî koçberên jin kiryarên xirab dikin”

Cîrana wê destnîşan kir ku Maram El-Xettab di encama êrîşê de birîndar bûye, piştî wê wê rakirine nexweşxaneya El-Şîfa li Idlibê. Tevî ku gilî ji çeteyên destdirêjî li wê kirine kir jî dozgeriyê tu tişt nekir.

Di bûyereke din de, Heyet Tehrîr el-Şam, çar xwişk ji bajarokê Teqad, li gundewarê Helebê yê rojava, girtin. Piştî ku ew li dergehê Xezawiyê li Idlibê di 15’ê Nîsana borî de, hatibûn girtin bi tawanên qaçaxkariyê, piştî gengeşeya di navbera her du aliyan de, berî ku bên girtin û wan bişînin girtîgehên herêmê, rastî lêdanê hatin.

Ji ber ku qaçaxkariya mazotê dikir hat qetilkirin

Di 10’ê Sibata borî de, Hey'et Tehrîr el-Şam Fatima El-Hamid a 28 salî, bi tawana qaçaxçkariya 20 lître mazotê li benda kontrolê ya Dêr Ballût li nêzî kampa Atma ku bû sedema mirina wê, gulebaran kir.

Fatima El-Hamid jinebiyek dayika çar zarokan e û ji gundê Sufuhun e, li kampên Atmayê niştecih e û hewl dide debara jiyana xwe bi qaçaxkariya sotemeniyê ku ji Dêre Balûtê dibe Atmayê bike, ji bo ku pêdiviyên xwe û zarokên xwe bi cih bîne kuştine.

Wefaa el-Ehmed a 30 salî, hevala Fatima El-Hamid, got ku komîsyonê bêyî ji sûcdaran hesab bipirse, guh nedaye dozê lewre xwîna Fatimê û mafê wê bi bayê re çûye."

Tora Sûrî ya Mafên Mirovan di raporteke di destpêka sala 2022’an de ragihand ku hejmara binpêkirinên mafên mirovan ji aliyê çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam ve gihîştiye 505 sivîlan. 17 jê zarok, 77 jin û nêzî 2 hezar û 327 kes bi awayekî kêfî hatin binçavkirin.