Sûrên Amedê û berf

Sûr, dar û berf... Piştî bi dehan salan di meha Çileyê de berf li Amedê bariya û her derê bi rengê xwe yê spî xemiland.

Keskahiya darên çamê û berf, axa tî û zuha û berf, kêfxweşiya zarokan û berf, bi hev re ketin nava ahengiya xwezayê ya bêhempa û heta tu bibêjî xweş!
Kevirên Sûra Amedê, kolan, tax û serban hemû bi berfê xemilîn û wekî ku mizgîniya rojên xweş û ronî bidin; Amedê bi tevahî geş û ronî kirin