Newroza Amedê bi wêneyan

Wêneyên ji Newroza Amedê têra vegotina coşê dikin.

Fînala Cejna Newrozê ya ku îsal li 72 navendan bi coşeke mezin hat pîrozkirin, li Amedê bi beşdariya sed hezaran hat lidarxistin. Tevî hemû zextên polîsan jî jinên ku bi cil û bergên xwe yên herêmî herikîn qada pîrozbahiyê hêjayî dîtinê bûn. Di pîrozbahiya ku rengên kesk, sor û zer li hev hatin, jinan daxwazên xwe yên azadiyê qîriyan û soza xwe ya berxwedanê dubare kirin. Bi agirê vêxistî, coşa dayikan, rengê jinê û serhildêriya ciwanan Newroza Amedê ya îsal derbasî dîrokê bû. Li gel astengî û zextan jî gel bi coşeke mezin xwe gihandin Newroza ku wê 365 rojan bê vegotin. Wêneyên ji Newroza Amedê têra vegotina coşê dikin.

Wêne: MEDINE MAMEDOGLU