Kobanê xwe bi bedewiya biharê xemilandiye

Kobanê - Bihar yek ji çar werzên salê ye. Bê guman her demsal li gorî dem û wateya xwe xweş û girîngin. Werza biharê mizgîniya hemû bedewiyên di salê de ne. Bi hatina biharê re xweza xwe bi hemû rengên nazenîn dixemilîne. Di meha Adar û Nîsanê de bedewiya biharê û çemê Firatê xemla Kobanê weke gulên beybûnê diherikînin nava kurahiya dilê mirovan. Niştecihên vê herêmê li ber vê xemla narîn û nadîde mest û dil xweş dibin. Bila di her demsala biharê de hûn bibin mêvanê peravên Firatê û bedewiya xemla Kobanê. 
DILUCAN BOZÎ