Beşek ji bedewiya Kurdistanê: Hewreman

Yek ji bedewiyên herî mezin ê Kurdistanê bajarê Hewreman e ku li gor nexşeya ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve hatiye xêzkirin nîvekî wê li Başûrê Kurdistanê û nîvê wê jî li Rojhilatê Kurdistanê dimîne.

BÊRÎTAN ZINAR

Hewreman – Hewreman ku yek ji bedewiyên Kurdistanê ye bi çiyayê xwe û erdnigariya xwe ya bedew mîna ceneta li ser erdê mirovan pêşwazî dike. Dema mirov yekemîn car bedewiya li Hewremanê temaşe dike, bi qasî hestên bedewiyên welêt lê difikre ‘gelo şopên çend berxwedêrên welat li ser van çiya û axan heye’. Gelo çend kes li ser vê erda pîroz derbasbûn? Çend qehremanên welêt şopa lingên xwe li ser vê axê hiştin, ango ji bo azadiya welêt li ser heman axê xwîn rijandine. Bi rastî jî qalkirina li ser rûpelan têra hestên ku bi dîtina wan dîmenan di mirov ded dide avakirin, nake.

Belê her çend em qala bedewiya Hewremanê bikin jî wê têr be. Me bi dîmenên xwe hewil da ku kêm be jî beşek ji bedewiyên Hewremanê bi we re parve bikin. Hûn û Hewreman bi hev re ne…