Çîroka berxwedana Edesa ya li dijî fermanan - 2

“Her kes bûye yek dixwaze me dîsa qetil bikin lê em ê vê carê destûr nedin wê yekê. Mafê me jî heye ku em li vê cîhanê azad bijîn û em êdî koletiyê qebûl nakin.”

SITÎ ROZ

Şengal- 8 sal berê di dîroka 3’ê Tebaxê de Êzidî, ji ber êrîşên hovane yên tu mînakên wan tune ne; ber bi rêwîtiyek nediyar ve meşiyan. Di tevahiya rê de xwe tenê û bêçare hîs kirin. Tenê dengê zêmarên li ser fermanan û girîna zarokan, di wê rêwîtiyê de bû.

Kesê alîkariya wan nekir. Kesên ku ew hêvî dikirin alîkariya wan bikin yek bi yek herêmê terkê êrîşan kirin, mirovan jî terkî mirinê. Dema ku gihîştin çiyayên Şengalê û şervanan dîtin, bêhêvîtî bi dawî bû.

Dema Edesa hilkişiya çiyayên Şengalê û xwest xwe bigihîjîne Çilmêrayê, li mala xwe ya ku êdî qet dê nevegeriyayê temaşe dikir, belkî jî di cîhana wê û yên li gel wê de rojek nû ava bûbû. Edesa ya ku dibêje ew cara ewil şervanan li Çilmêrayê dît, dibêje kesên ku tenê alîkariya wan kirine ew bûne.

“Beriya ku bigihîjin kaniyê wan avê ji bo me anîn”

“Min cara yekem li wir gerîla dîtin. Roja ku em gihîştin Çilmêrayê, min dît ku hinek kesên me diparêzin hene lê min nizanibû ew kî ne. Her wiha ji ber ku malbata min qet min ji gel xwe venediqetand, nikaribûm herim û ji nêz ve li wan binêrim. Piştre her kes bi awayekî li şikeftan û li bin daran bi cih bû. Beriya ku em xwe bigihîjînin ser kaniyê, gerîlayan av û xwarin ji me re anîn. Vê yekê pir bandor li her kesê kir û ez jî ji wan pir bi bandor bûm. Tê bîra min, li pêşiya min keçikek hebû, ket erdê ew mabû ji tîbûnê bimre, paşê gerîlayek bi bezdanê hat û av bi devê wê keçikê de rijand û rûyê wê şûşt, keçika ku li erdê radiza ji nişka ve bi lez dest bi bêhngirtine kir. Dayika keçikê bi destên gerîlaya jin girt û wê maçî kir. Gerîlaya jin, ji ber ku dayikê bi vî rengî destên wê maç kir aciz bû, ji bo wê asteng bike dayikê hembêz kir û got, 'netirse keça te û hûn hemû xilas bûn, ji niha û pê ve tiştek bi we nabe’.”

“Ew ji me bûn”

Tiştên hatin jiyîn ji bo Edesa û yên li gel wê tiştên nû bûn. Cara yekem şervanan didîtin.

“Ev ji bo min û ji bo hemûyan tiştekî nû bû, yekê ji me gerîlayan nas nedikir. Heta me berê ji wan re digot PEPEKE, piştre em karibûn bibêjin PKK. Ez heyranê wan mabûm. Gerîlayên jin bi çekên xwe yên di milên xwe de ji bo alîkariya her kesê dibeziyan. Merhemet nîşanî her kesê didan û ji dil nêz dibûn. Min her dem tevgerên wan dişopand. Ji bo tirsa ku me dîtibû û piştre xiyaneta pêşmergeyan gelek bandor li ser me kiribû, hemû kes pêşî hinek bi temgîn nêz bûn. Fikara me ew bû me ji xwe re idgot ‘ji bo alîkariya me hatin lê ger paşê me bihêlin û herin’ dê çi bibe? Lê di pêvajoyên piştre, me hemûyan fêm kir ku ne wisa ye. Dema ku ketin nava hev me got; ‘ew hêzên me ne’, yanî ‘yên ji me ne.’ Ez difikirîm ku heta gerîla hebin dê Şengal azad dibe. Piştî demekê min dixwest herim gel wan.”

"Min dixwest wekî wan bim”

Edesa dibêje ku ji ber malbata wê berê pêşmerge bû, destûr nedidan biçe gel şervanan û ji me re behsa bandor ku şervana li ser çêkirine dike.

“Ji ber ku malbata min berê pêşmerge bûn, nexwestin ez biçim cem wan. Min her dem bi dizî xwe ji malbatê vedişart û diçûm gel gerîlayan. Nêzîkatiya wan a li hemberî min û derdorê mirovî bû, vê yekê gelek bandor li min dikir. Piştî demekê min ji gerîlayekî re got ‘ez dixwazim li gel we bimînim.’ Gerîla ji min re got, ‘Nabe, tu hêj biçûk î, em ê şer bikin, em nikarin te li cem xwe bihêlin.’ Her gava ku ez diçûm gel wan nakokiyên min ên li ser jiyan û pêşerojê zêde dibûn û min jî dixwest ez wekî wan bim”

“Divê jin fêrî parastina xwe bibin”

Dema ku Edesa behsa wan rojan dike û dibêje ku ew ji şervanan bi bandor bûye, wekî ku heman hestan ji nû ve bijî xuya dike. Dema ku behs dike mirov dixwaze ku tam di wê demê de şahidiya wê demê bike. Min dixwest di wan wêneyên têkildarî fermanan hatine kişandin de bûma.

“Gelek mirov, di korîdora mirovî ya hat vekirin de çûn. Bi sedan malbatên ku malbata min jî di nav wan de bû çiyayan nehiştin. Piştî demekê li Çilmêra man, em li kampên ku li Serdeştê ji bo me hatibûn çêkirin bi cih bûn. Her malbatek li wir dest bi avakirina mala xwe kir. Gerîlayan me diparastin û di heman demê de hewl didan birînên me bipêçin. Bi me re civîn çêdikirin û hemû kes beşdarî civînê dibûn. Ez û malbata min jî tevli dibûn. Di civînê de hevalên gerîla ji me re gotin, ‘divê ji niha û pê ve hûn fêrî parastina xwe bibin, bi taybetî divê jinên Êzidî fêrî parastina xwe bibin, em ê hêzeke jinan ava bikin.’ Helbet wê demê YBŞ ava bûbû û vê carê jî hêza jinan hebû. Hevala gerîla ya ku civînê bi rê ve dibir got, ‘kî dixwaze tevli bibe, bila destê xwe bilind bike.’ Gelek jinan destên xwe bilind kirin, min jî xwest ez destê xwe rakim lê malbata min destûr neda. Piştî ku civîn bi dawî bû ez ji malê reviyam û min got ez dixwazim tevli bibim. Me fêrî bikaranîna çekê kirin. Me hemûyan cara ewil dest danî ser çekê û bi rastî em hemû ji çekê ditirsiyan. Lê me sond xwaribû, ji bo em tola tiştên jiyayî bigrin, xwe fêrî bikaranîna çekê û şer bikin. Ez li wir fêrî bikaranîna çekê bûm û min xwest biçim şer.”

Gelek caran ji malê reviya

Edesa piştî perwerdeyê ji ber ku temenê wê biçûk bû şandin cem malbata wê.

“Ez neçar bûm bê xwestek biçim malê. Piştî demekê li malê mam, dîsa reviyam û çûm cem hevalan. Her ku diçûm, zêdetir bi bandor dibûm, nêzîkatiya li hevalên birîndar û dîsa bi gelemperî rêhevaltiya wan min gelek bi bandor dikir. Min digot, ‘Ji bo ez tola van hevalan û jinên ketine destên DAIŞ’ê bigrim divê ez tevli bibim û bibim şervan.’ Ez nizanim ji bo tevlibûne çend caran ji malê reviyam û herî dawî hevalan li hemberî israra min li ber xwe nedan û destûr dan ku ez tevli bibim.”

“Gule li min reşandin”

Edesa dema dest bi şer kiriye, nobeta xwe ya yekem û hestên jiyayî tîne ziman.

“Şengal di destên DAIŞ’ê de bû, gerîlayan biryara azadkirina Şengalê girtin. Min jî pir xwest bi van re biçim. Min ji hevalan re pir îsrar kir ku tevli vê pêngava azadkirine bibim û di dawiyê de neçar man, min bi xwe re anîn Sûka Kevin a Şengalê. Cara yekem min li wir nobet girt. Her hevalek du saetan nobet digirt û ji ber ku ez nû bûm, tenê saetekê nobetê bi min didan girtin. Ez çûm cihê nobetê, min hewl dida xwe wêrek nîşan bidim. Lê bi rastî ez pir ditirsiyam û dema ez difikirîm li cihê nobetê tenê me hin zêdetir ditirsiyam. Ger tiştek biqewimiya, min nizanibû ez ê çi bikim. Hevalan ji min re gotibûn, ‘ger tevgerek bibînî tene agahî bide me.’ Ez jî difikirîm ka ger tiştek bibe ez ê çawa herim û agahî bidim, ji aliyê paşê dengek bang kir û got ‘Heval tu avê venaxwî?’ Ji tirsê kêm mabû bimrim. Yê ku bangî min dikir şehîd Kawa bû. Min bi tenê li cihê nobetê nehiştibû. Ez destpêkê tirsiyam, paşê cesaret hat min lê ew heyecana tirsa yekem bû tevî ku ez gelek tî bibûm jî min got, ‘ez venaxwim.

Piştî demeke kurt hevalek jin hat û pirsî got: “Tu yê avê vexwî?” Min got ‘ez pir tî bûme.’

Li nêzî cihê nobetê pencereyek piçûk hebû. Min ji bo kontrolkirina derdorê serê xwe derxist da ku ji wir dora xwe kontrol bikim. Wê demê DAIŞ’iyan min dîtin. Gule li min reşandin. Ez bi refleksek nişkave ketim hundir. Vê yekê min gelek tirsand. şehîd Kawa û hevalên din pir tirsiyan û yekser bi bez hatin cihê ku ez lê bûm. Gotin, ‘çi bû? Min jî got ‘min temaşeyê derve dikir, gule li min reşandin.’ Li min hêrs bûn û gotin ew kê bibînin gule direşînin, tu çawa derketî derve? Erê, ez pir tirsiyam lê  min di dilê xwe digot; ‘bila tiştek neyê serê hevalên min, were serê min.’”

"Min soz da..."

Edesa anî ziman ku piştî demeke kin wê şandine tabûreke din û diyar dike ku ji bo azadiya jinên Êzidî wê soz daye.

“Ez wê demê tevli nava hêzên parastina jinan a nû hat avakirin bûm. Ez di nava YBŞ’ê de bûm lê min her dem xwest tevli HPG-YJA-Starê bibim. Min ji hevala xwe re digot; ‘Hûn min li gel xwe nagirin, ez tevli YJA-Starê bûm, hûn çima bi israr min tevli komên li vir nakin.’ Ji min re digot, ‘Armanca me ya têkoşînê û perwerdeyê yek e, hûn tenê ji bo gelê Şengalê û baweriya Êzdatiyê têdikoşin, HPG-YJA-Star jî ji bo hemû gelên cîhanê têdikoşin. Em hemû li ser felsefeya Rêber Apo perwerde digrin û armanca me azadkirina gel û baweriyan e, wê aliyê me yê hevpar ev e.’ Dema ez ji gotinên ku heval digot, tiştên ku min di jiyanê de dîtibûn lê zêde kir, îqna bûm. Ji bo min ez li ku me ne girîng e, ya girîng ew bû armanca têkoşîna min çi ye. Min soz da ku ji bo azadiya jinên Êzidî têbikoşim. Ji wê rojê heta îro di nava vê têkoşînê de me.”

“Em azadiyê heq dikin”

Edesa bal kişand ku di ser fermanê de 8 sal derbas bûne lê hê jî bi hezaran kes di destên DAIŞ'ê de li benda rizgarkirinê ne û wiha axivî: “Em wek şervanên azad ên Êzidxanê ji bo azadkirina wan mirovan heta dawiyê têbikoşin. Me ev soz ji bo gelê xwe daye. Her kes bûye yek dixwaze me dîsa qetil bike lê em ê vê carê destûr nedin wê yekê. Mafê me jî heye em li vê cîhanê azad bijîn û em êdî ji bo xwe koletiyê qebûl nakin. Ez difikirîm ku em weke civakek azadiyê heq dikin.”

Edesa bi gotinên xwe yên dawî tiştên ku em hemû ji dil dixwazin vedibêje. Gotinên ji devê Edesa derdiket kurt lê kurtekirina armancên kesên di lêgerîna azadiyê de bû. Civakek ku ji ewqas qirkirinan derbas bûye, mafê wê hebû ku bi azadî û bi ewle bijî û Edesa ji hatina wan rojan pir bi hêvî ye. Dema hêviyê di çavên xwe de vedişerê, di kenînê de xuya dibe. Edesa oxek kişand û bi gotina “Ya çiqas pir zehmet e ku mirov xwe vedibêje’ bi rehetiya qedandina çîroka xwe keniya. Em Edesa bi kenê wê yê xweş dihêlin, xatir dixwazin û ji hev vediqetin.