Zahiye Tarşî êş zehmetî û hêza jina Tûnisî xêz dike
Wênexêz Zahiye Tarşî hunerê tenê weke afirîneriya dîtbarî pênase nake, ew weke amûrek kûr ji bo gihandina êş û ronîkirina hêviyê dibîne. Zahiye dibêje: "Di tabloyên xwe de kêşe, zehmetî, hêvî û hêza jinan xêz dikim."
![](https://jinhaagency.com/uploads/ku/articles/2025/02/20250216-2-jpgebc8bf-image.jpg)
ÎXLAS EL-HEMRONÎ
Tûnis – Wênexêzî tenê navgînek afirîner ê ji bo afirandina bedewiyê ya ku çav têr dike nîne. Ew zimanek bi hêz e ku peyamên kûr hildigire û pirsgirêkên mirovî, civakî û bi taybetî yên jinan li hember tundiya civakî û çandî diyar dike. Ew dibe çavkaniya îlham û hêzê ji mirovan re. Di nava wêne û rengên wê de, ev huner pevçûnên jinan her wiha hêz û îradeya wan a li hember kêşeyan nîşan dide.
Hunermenda Tûnisî Zahiye Tarşî yek ji modelên îlhamê ye ku karîbû li hember kêşeyên civakî û çandî serî rake û bibe dengek bi hêz ku pirsgirêkên jinan bi tabloyên xwe îfade bike. Ew ji zaroktiya xwe de dildara hunerê ye. Ji ber ku wê huner weke cihekî vegotinê yê ku ji sînorên peyvan derdiket dît. Zahiye Tarşî xwest ku di warê akademîk de jî xwe bipêş bixe. Ji ber vê yekê wê bawernameyek di warê nûjeniya hunerî de ji Peymengeha Bilind a Huner û Pîşesaziyê ya li bajarê Qesrînê girt.
'Wênexêzî peyamek û navgîneke guhertinê ye'
Zahiye Tarşî da zanîn ku dema ketiye nav qada hunerî, destpêkê gelek tengasî kişandiye û wiha got: "Destpêkê gelek zehmet bû. Ji ber ku ez jin im, bi nêrînên biçûkxistinê re rûbirû dimam. Lê ez ji hêza xwe ya têkbirina van qalibên hişk û paşverû bawer bûm. Min her ji xwe re digot huner ne tenê pîşeyek normal e, ew peyamek e û navgînek guhertinê ye. Ez naxwazim tabloyên min tenê rismên xweşik bin. Ez dixwazim ku ew wateyên kûr hilgirin ku her kesê wan dibîne, hîs bike ku ew parçeyek ji min in. Di tabloyên xwe de cîh didim êş, zehmetî, hêvî, berxwedan û hêza jinan."
'Wêne dibin dengê kesên ku nikarin biaxivin'
Zahiye Tarşî anî ziman ku bi rêya tabloyên xwe jinan wek sembolek ji hêz û berxwedanê xêz dike, ne wek qurbanî. Zahiye wiha dewam kir: "Min jinê di nava tabloyên xwe de nîşan da. Ji ber ku wêneyek êş û hêviyê di nava xwe de digre. Ji ber ku jin bingeha civakê û çavdêriya hêza wê ye. Bi rêya tabloyan kêşeyên jinan li hember feraseta bavsalarî nîşan didim. Di heman demê de balê dikşînim ser rola jinê ya di avakirina civakê de. Carnan tabloyên xêzkirî dibin dengê kesên ku nikarin biaxivin û peyama ji bo guhertinê radighîne."
'Jina Tûnisî bi afirîneriya xwe biser ket'
Zahiye diyar kir ku huner pencereya berfireh e ku jin tê de dikare xwe îfade bike û tengasiyên ku di civakê de dibîne, bîne ziman. Huner li kêleka destnîşankirina pirsgirêkên tundiya li dijî jinan, dikare di heman demê de balê bikşîne ser doza Filîstînî û tengasiyên zarokên Xezayê di nava şer de. Ew van zehmetiyan di tabloyên xwe de bi cîh dike. Hunermendên jin bi rêya bikaranîna hunerê, pirsgirêkên ku cîhanê tevahî eleqedar dike radighînin. Jina Tûnisî karîbû serkeftinên mezin di qada hunerê de bi dest bixe. Li hember hemû kêşeyan liberxwe da. Wê bi afirîneriya xwe ya xurt û biryadayîna xwe ya bi serketinê, hemû zehmetî derbas kirin. Jina Tûnisî karîbû bi rêya tabloyên xwe wêneya jinê di nava xweşikbûn û berxwedanê de xêz bike."
'Li hember tengasiyan teslîmiyetê qebûl nekin'
Di dawiya gotinên xwe de Zahiye Tarşî peyamek ji jinan re şand û got: "Tu tişt bi hêsanî pêk nayê. Bi taybetî wênexêzî bi gelek astengî û tengasiyan re rûbirû dimîne. Lê li hember van astengiyan divê jin teslîmiyetê qebûl neke û xeyalên xwe pêk bîne. Divê hunermendên jin destpêkê xwe ji zincîrên koletiyê rizgar bikin da ku karibin parastina dozên xwe bikin. Bi rêya tabloyan hunermend dikarin mafê jinan biparêzin û rastiya wê bînin ziman."