Dînîtiya Pîroz: Vegotina berxwedana jinan

Pêşangeha ‘Dînîtiya Pîroz’, ji xebatên îllustrasyon ên Bahar Badakhshan pêk tên berxwedana jinan vedibêje.

VÎDA MANSÛRÎ

Sine – Pêşangeha Dînîtiya Pîroz a Bahar Badakhshan, hestên kûr û tevlihev ên jinan nîşan dide. Jinên ku neçar mane bêdeng bijîn lê di tabloyan de demên wan ên ku bilind dibe xuya dike. Wêneyên di pêşangehê de birînên ku di beden û ruhê jinan de hene, evînên wan, veqetîn û tenêtiya wan vedibêjin. Ev tenêtî, bi bêdengiya kûr a sîrayetê berheman kiriye xwe hîs dike lê ev bêdengî, bêçarebûn û bêhêvîtî nîn e; dijberî wê, ji nû ve rabûna ser lingan û baweriya ji bo destpêkên nû ye.

Ev berhem tenê jiyana Bahar Badakhshan nîşan nadin; di heman demê de behsa hemû jinên ku rastî zoriyan hatine lê tû carî serî netewandine dike. Pêşangeh, êşên jinan ên veguherîne hunerê, birînên ku bi hezkirinê hatine pêçan û tevî hemû astengiyan hêza xwe parastine vedibêje. Pêşangeh, hem êşên jinan hem jî hêza wan nîşan dide.

Bahar Badakhshan, di warê restorasyonê de xwedî lîsana bilind û di warê grafîk de jî xwedî asta lîsansê ye. 10 sal in, di warê îllustrasyon de dixebite û 27 sal in perwerdeya hunerê dide. Bahar Badakhshan a ji ajansa me re behsa xebatên xwe yên hûnerî kir wiha got: “Di civakê de jin pir kêm tên dîtin, daxwazên xwe naynin ziman, her dem fedakariyê dikin û gelek caran xwe ji bîr dikin. Ev mijar her dem di serê min de bûn. Ez bi xwe jî ji ber jin bûm gelek zoriyan jiyam û ji ber vê min xwest hestên xwe bi berhemên hunerê vebêjim. 10 sal in îllustrasyon çêdikim û pênc-deh salên dawî bi awayê dîjîtal dixebitim.”

Wate û konsepta berheman

Bahar Badakhshan, der barê berhemên di pêşangehê de got ku îllustrasyon bi kûrbûna li ser hinek mijaran tên afirandin, xwedî awayê kevneşopî yên cuda ne û got:

"Ev xebat îllustrasyon in û tişta ku wan ji wêneyan vediqetîne, vegotina mijareke diyarkirî ye. Mînak dîmenên ku di pirtûkên zaroka de tên bikaranîn, dibin alîkar ku zarok çîrokê bi wêneyan fam bikin. Min vê van îllustrasyonan ji bo kesên temenê wan mezin çêkir. Li bin tabloyan, nivîsên ku wateya her berhemê vedibêjin hene. Van berheman bi awayê dîjîtal hatin çêkirin û bi tabletên grafîk li ser wan xebat çêbû. Berhemên ku bi teknîkên berê hatin çêkirin (boyaxên şil, pênûsên rengîn, teknîkên têkel) tenê carek dikarin werin kopyakirin lê berhemên dîjîtal gelek caran dikarin werin çapkirin."

Eleqeya mezin a hunerhezan

Vebûna pêşangehê li bajarê Sine, ji aliyê hunermendên jin ve rastî eleqeyek mezin hat. Jinên hunermend, bi wêne, helbest û nivîsên xwe raman û têkoşîna xwe nîşan didin.

Dema ku mirov bi kûrahî li van berheman dinêre, dibîne ku mirov dikare ji bêderfetiyan derfet û hêviyê biafirîne. Hêvî ne tenê xeyalek e; rastiyeke ku jin bi hunera xwe teşe didin û dixin pratîkê ye.

Jin bi riya hunerê, civaka xwe ya îdeal dikin xêz dikin û vê îdealê vediguherînin rastiyê.