Li Mexmûrê Hozan Mizgîn hat bîranîn

Di 34'emîn salvegera şehadeta hunermend û fermandara pêşeng Hozan Mizgîn (Gurbet Aydin) de, li wargeha penaberan a Mexmûrê merasîmeke bîranînê hat lidar xistin.

Mexmûr – Bi pêşengiya TEV-ÇAND û Stêra Zêrîn li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Hozan Mizgîn (Gurbet Aydın) di 34’emîn salvegera xwe de hat bibîranîn.

Merasîma ku bi beşdariya gel li Saziya Malbatên Şehîdan pêk hat, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê têkildarî wate û girîngiya rojê endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Leyla Arzû Îlhan axivî.

‘Em ê têkoşîna şehîd Mizgîn bidomîn in’

Leyla Arzû Îlhan di dest pêka axaftina xwe de destnîşan kir ku Hozan Mizgîn bi huner û fermandariya xwe rê nîşanî jinên Kurd da û got: “Ger di roja me ya îro de hebûna me wek gelê Kurd misoger bûbe, ev bi saya keda şehîdan e. Em bi mîrasa cangoriyan têkoşînê didin meşandin. Di salên ku Kurdbûn wek şerm û bê rumetî dihat dîtin de, hunermend û şoreşger Hozan Mizgîn bi stran, sekn û têkoşîna xwe karî li tevahiya Kurdistanê û derveyî welat bi hezaran ciwanan ber bi têkoşînê ve bibe. Her wiha têkoşîna ku îro em didin meşandin di pêşengtiya jinan de pêk tê. Di encama keda bi hezaran şehîdane ku yek ji wan jî Hozan Mizgîn e. Em wek jinên Kurd deyndarê wan in.”

Leyla Arzû Îlhan herî dawî diyar kir ku ew ê wek jinên Kurd heta dawî li ser şopa nemir Hozan Mizgîn bimeşin û têkoşîna wê bidomîn in.

Piştî axaftinê endamên Stêra Zêrîn û TEV-ÇAND Mexmûr stran gotin û bîranîn bi stranên nemir ên li ser Hozan Mizgîn hatine gotin bi dawî bû.