"Xala sifir a dîrokê" bi avahiyên xwe yên nû balê dikşîne

Di erdkolanên li Girê Miraza ku wek navenda perestgeha herî kevn a cîhanê tê zanîn de, avahiyên nû derdikevin holê. Avahiya ku xwedî dîrokek 12 hezar sal e, dema ku her sal ji aliyê bi hezaran geştiyaran ve tê ziyaretkirin, erdkolanên ku berdewam dikin bala cîhana arkeolojî û dîrokê jî dikşînin.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Riha – Girê Miraza (Gobeklî Tepe) ku di çavkaniyên gelêrî de wekî "noqteya sifir a dîrokê" tê binavkirin û wekî navenda perestgeha herî kevn a cîhanê tê zanîn, bi berhemên daneyên ku di encama kolandinên nû de hatine bidestxistin, her ku diçe bala hemû kesan dikşîne ser xwe. Cihê dîrokî ku li nêzî gundê Xirapreşkê 18 kîlometre dûrî navenda Rihayê ye, di cîhanê de weke koma herî kevnar a pêkhateyên çandê tê qebûlkirin. Lêkolînên li Girê Miraza ku bala gelek arkeolog û dîroknasan kişand ser xwe, cara ewil di sala 1963’an de dest pê kir. Erdkolanên ku piştî xebatan dest pê kirin, ji sala 1995'an û vir ve bi hevpariya Muzeya Rihayê û Enstîtuya Arkeolojiyê ya Elmanyayê tên meşandin.
"Bi erdkolanan berhemên nû derdikevin holê"
Herêma ku li bajêr wek avahiya herî zêde geştiyaran ber bi xwe ve dikşîne tê zanîn, her çar demsalên salê dibe warê geştiyaran. Dema ku avahiyên di encama kolandinên arkeolojîk de hatine dîtin dîrokê ronî dikin, di erdkolanên ku par ji nû ve dest pê kiribûn de berhemên nû hatin dîtin. Arkeologan der barê kolandina ku di binê xaniyên heyî yê avahiyên xaniyên nû de hatine dîtin îdiayên nû derxistin holê. Tê îdiakirin ku dîroka Girê Miraza ya ku tê zanîn 12 hezar sal berê ye, bi berhemên nû re dihigîhe dîrokek kevn. Li qada ku avahiyên ku nû hatine dîtin tên parastin, xebatên vekolandin jî hêj berdewam dikin.
"Nexşên li ser kêlên avahiyan balê dikşînin"
Taybetmendiya hevpar a avahiya dîrokî ya ku ji aliyê geştiyarên xwecihî û biyanî ve tê ziyaretkirin, ew e ku 10-12 kêl bi şeklê T yê bi planeke gilovêr hatine rêzkirin û navbera wan jî bi dîwarên kevir hatine honandin e. Di navenda vê avahiyê de, du kêlên hîn zêdetir bilind li beramberî hev hatine dayîn. Li ser piraniya van kêlan kevirên bi erdê ve hatine zeliqandin sembolên mirov, dest, mil, ajalên curbecur û sembolên razber bi nepixandin an jî bi qewirîne hatine çêkirin. Nexşên mijara gotinê, bi qasî ku li deverên cih bi cih hatine xemilandin, ewqas zêde hatine bikaranîn. Tê fikirîn ku, ev kompozîsyon çîrokek, vegotinek an jî peyamek îfade dike.
"Avahî di Lîsteya Mîrateyên Cîhanê de ye "
Tê îdiakirin ku bikaranîna herî pêşîn a herêmê digihîje qonaxa A (9.600-7.300 BZ) a Serdema Neolîtîkê (PPN, Pre-Pottery Neolithic), ango pêşiya ji roja me ya îro herî kêm 11.600 sal berê. Li gel vê, niha ne gengaz e ku mirov çalakiyên herî kevn ên li Girê Miraza bi dîrok bike lê dema ku tu li van ev avahiyên bi îhtîşam dinêrî, dibînî ku dîroka wan digihîje Serdema Paleolîtîk û çend hezar sal hê kevntir heya epîpaleolîtîkê. Van hemûyan û mîmariya bi îhtîşam a ku di dema kolandinê de derketiye holê, Girê Miraza yekane û taybet dike. Di vê çarçoveyê de di sala 2011’an de ji aliyê UNESCO’yê ve ket lîsteya demkî ya Mîrateyên Cîhanê û di sala 2018’an de jî ket lîsteya mayînde.