Xada Walî şêwekara Girafîkê ya Misirî xwe gihandiye asta cîhanê

Şêwekara girafikê ya Misrî Xada Walê ji aliyê Komeleya Hunerê a çapkirî ve hat hilbijartin, ku di rêza 100’an ya baştirîn şêwekarên grafîkê yên cîhanê de cihê xwe girtiye. Kovara Forbês ya Amerîkî ew xist nava 30 hunermendên herî diyar ên temenê wan dibin sîh salî de.

NERMÎN TARI
Misir – Jinên xwediyê hestê hunerê yê afrênerin roj bi roj xwe di hunera girafîkê de ispat dikin. Xada Walî yek jji wan jinên ku şêwekara girafikê ya Misrê ye û sedema ketina nava xebatên endizyariya girfêkê wiha tîne ziman: “Ji zarokatiya xwe de min ji şêwekariyê hez kir û bi rêya hunerê min her dixwset ez kesayetek bi bandor ava bikim. Ji ber vê min biryar da li zanîngeha Elmanî a Qahîrê beşa girafîkê bixwînim.”
“Ez beşadarî gelek pêşbirkan bûm”
Xada di derbarê keda ku wê di dema xwendina xwe ya derve de dîtiye wiha vedibêje: “Min bi berdewamî serdana pêşengehan dikir. Ez beşadarî gelek pêşbirkan bûm, min nedixwest ku teqlîdî kesên din bikim, berovajî wê min xwest ku xweşikbûna kultura Misrê derbîxim. Bi vî awayî kar û xebata min her tim ji bo xelatên navnetwî wergirtin bû.”
“Şêwekarî li her deverê heye”
Xada Walî di derbarê peyama xwe ya hewil dide bi rêya karê xwe bighine wiha dibêje: “ Gelek zanîngehên Misirê yên ku girafîk lê tê xwendin heye. Lê kêmasî di zanîna girîngiya şêwekarî û rola wê ya di civakê de ye.  Şêwekarî li her deverê heye, em li kolanan, di pirûkan deû li ser malperên tora civakî bi zindî dibînin. Divê ku şêwekariya girafîkê de budceyeke temam were bi dest xistin da ku şikldanên bi hêz ku peyamên bi digre nava xwe pêşkêş bike.”
Xada di derbarê karê xwe yên herî berbiçav yên niha dike de wiha got:  “Ez bi hevkariya kampanyayên navneteweyî yên weke Pêpsî û Vodafon’ê re li ser gelek projeyên cihêreng dixebitim. Lê belê ya herî girîng ku ez pê radibim projeya Îko Îcîbt e ku bi beşdariya Wezareta Hawirdorê ya Misirî ye.”
“Şekildan xêzeke Erebî ya sade ye”
Xada wiha behsa girtina xelata Ciranşan ya li bajarê Miyong ê Almaniya dike û dibêje: “ Şekildan xêzeke Erebî ya sade ye, ku min bi riya wê armanc kir ku zarokên Ereb li Ewropa fêrî zimanê wan bikim. Peyama ku min dixwest ji cîhanê re bişînim ewe ku zimanê me xweş e.”
“Kêrhatin tena xwe ne têrker e”
Xada bal kişand li ser pirsgirêkên herî berbiçav ên jin rastî tên û got: “Li Misrê di warê grafîkê de bi mêran re tixûbdar e. Lê ez piştrast im ku kêrhatin rastîn xwe ferz dike. Tevî vê yekê jî kêrhatin tena xwe ne têrker e divê kar were kirin da ku ev kêrhatin were derxistin. Daxwaza min ji hemû jinan ewe ku  dev ji hêviyên xwe ber nedin û her çendî astengî li pêşiya wan derbikevin ji teslîm nebin.”