'Wênesazî karê pêşketin û afrîneriyê ye'

Hiyam hem dixwîne hem jî ji bo ku di hêla aborî de bikaribe debara xwe bike çenteyên bi paç çêdike, bi wêneyan dixemilîne û bi tabloyên çêkirî re difroşe.

TEHRÎR BENÎ SAXIR
Ram Elah – Nexweşiya Coronayê ku di dawiya sala 2019'an de li bajarê Wuhan ê Çînê derket, li hemû cîhanê balav bû. Yek ji van welatên lê belav bûye jî Filistîn e. Di adara 2020'an de li Filistînê qedexeya çûn û hatinê hat ragihandin. Gelek mirov ji bo debara malbata xwe tengezarî kişandin û hin ji wan jî karên cur be cur kirin da ku karibin malbata xwe xwedî bikin.
Hiyam Sihwêl jî 25 salî ye, ji bajarê Ram Elah ê  Filistînê ye. Sala dawî ya beşa dermanxaneyê dixwîne, her wiha li Ram Elah di dermanxaneyekê de staj dibîne. Di dema belavbûna nexweşiya Coronayê de, Hiyamê ji bo debara malbata xwe projeyek da destpêkirin û li ser hemû medya civakî belav kir. 
Di vê projeyê de çenteyan ji bo pirtûk, telefon, kompîtur, cil û sebzeyan çêdike. Her wiha wêneyên kesayetî û nîgarên hunerî ji bo malan çêdike. Hiyam Sihwêl di heman demê de ji bo hawirdor qirej nebe û xweza jî bê parastin kîsên ji paç çêdike. 
'Ji biçûkatiyê ve ji wênesaziyê hez dikim'
Dema ji hemû zarokan re xêzkirina wêneyekê zehmet dihat dîtin, ji wê re hisan bû û pê keyfxweş dibû. Hiyam bi van peyvan bahsa serpêhatiya xwe ya ku wê ber bi wênesaziyê ve biriye dike: "Di biçûkatiya xwe de min ji wênesaziyê hez dikir. Di waneyên wêne de min wisa hîs dikir ku xêzkirina wêneyan ji bo zarokan gelekî zehmet e lê ji min re ne wisa bû. Çi dema mamoste wêne ji min dixwest, min eynî jê xêz dikir gelekî xweşik derdiketin. Wê demê min kêrhatiyên xwe di xêzkirina wêneyan de nas kir."
'Wênesazî ne karekî rutîn e'
Hiyam Sihwêl pîşeya wênesaziyê di ser xwendinê re digire û dixwaze hê bêhtir xwe di vê pîşeyê de xurt bike: "Ez karê wênexêziyê di ser karê dermanxaneyê de dibînim, ji ber ku dûrî rûtînê ye. Her wext bi dîmenên xweşik û rûyên nû tê guhertin. Lewre ez wê di ser beşa dermanxaneyê re dibînim. Ger bi ya min ba min ê beşa wênesaziyê bixwenda, pîşeya xwe hîn xurt bikira û pişt re bawernameya zanîngehê jî bigirta."
Nexweşiya coronayê jê re nebû astengî
Wênesaziyê rê li ber Sihwêl vekir ku fêrî gelek tiştên nû bibe ji wan jî yek xêzkirina ser caman e. Hiyam wênexêzkirin pîşeyeke afrîneriyê dibîne û dibêje: "Ya herî bedew di vê pîşeyê de deriyên pêşketin û afrîneriyê vekiriye. Min dest bi xêzkirina li ser tabloyan kir, îro jî li ser cam, text û çenteyan xêz dikim. Ev jî deriyê pêşveçûnê ne, ez ê hewl bidim zêdetir bi pêş bikevim."   
Hêjayî gotinê ye ku tevî nexweşiya coronayê gelek zor û zehmetî bi xwe re anî jî Hiyam Sihwêl karê xwe nesekinand. Di bazara Payîzê de li Ram Elah tevli pêşangehê dibe û wêneyên wê bala her kesê dikşînin.