Nivîskar Sara Mecîd xelata wêjeyê ya Hizrê Jinan girt

Di pêşbirka Hizrê Jinan a ku ji aliyê Kovara Truske ve hatibû despêkirin nivîskar Sara Mecîd xelata yekemînê girt.

Navenda Nûçeyan - Pêşbirka yekem ya Hizrê Jinan ku ji aliyê Kovara Truske ve hatibû li darxistin bi merasîmekê bidawî bû. Xelata yekemintiyê pêşkêşî niviskar û çalakvan Sara Mecid hat kirin. Kovara Truske li Pirtûkxaneya Roman ya bajarê Silêmaniyê yê Başurêk Kurdistanê bi merasîmekê xelatên Pêşbirka Yekem ya Hizrê Jinan dan jinên nivisên wan yên di pêşbirkê de herî baş hatin hilbijartin. 
Pêşbirka Hizrê Jinan ji serê salê ve ji aliyê Kovara Trûske ve hatibû destpêkirin. Bi giştî 50 jin bi nivîsên xwe tevlî pêşbirkê bûn. Ji van 50 nivîsan 10 nivîs ji aliyê komîsyona pêşbirkê ve weke nivîsên herî baş hatin hilbijartin û xwediyê wan hatin xelat kirin.