Sazan bi wêneyên xwe yên hunerî beşdarî bîranîna Sêwsêwanê bûye

Jina ciwan Sazan Ekber a bala wê li ser xêzkirina wêneyane li gorî xeyalên xwe diwar û tabloyan dixwemiline. Sazan bi xebata xwe ya hunerî bejdarî merasîma bîranina kimyabarana Sêwsêwanê bûye.

HEWAR MEHEMED
Germiyan - Xwendevan Sazan Ekber a ji Derbendîxanê li ser dîwar û tabloyan wêneyên şer û parêzvaniya çandê de xêz dike. Jinên ciwanê ên Derbendîxanê ji bo Şaredariya Sêwsêwanê ya sala 1988’an ji aliyê rejîma baas a Iraqê ve hatibû kimyabarankirin merasîmek lidarxistin. Jina ciwan Sazan jî bi xebata xwe ya hunerî beşdarî bîranînê bû. Di merasîma bîranînê de jinên ciwan li ser diwaran wêne bi awayek zindî xêz kirin. Di nava wan tabloyên hatî xêzkirin de, tabloya jinek şervan weke sembola jina Kurd ku di destek wê de çek di destê din de saz heye. Ev talo bala me jî kêşa me xwest xwediyê wê bibînin, paşê me dît jinek ciwan a porxelek li ber rawestaye hîna hinek goşeyê wê temam dike. Me xwe nêz kir û slav dayê we jî li me vegeriya û bi rukenî slava me vegerand û em ketin nava pirsên girêdayî fikra bijartina vî wêneyî. Pêre jî em navê wê hînbûn Sazan Ekber a herî zêde bala wê li ser wêneyên jinên şerker û parêzvanên çandê ye, ji ber wê jî wêneyek wiha bijartiye. 
 “Jina Kurd bi hunerê xizmetê dike”
Sazan Ekber a ev tablo li ser dîwar xêz kiriye di derbarê tabloya xwe de wiha dibêje: “Wêneyê jinek şervan gelek bala min kêşa, di destek wê de çek di destê din de jî saz heye, ji ber wê min xwest ez wêneyek wisan xêz bikin. Di dirêjahiya dîrokê de Kurdan ji bo azadiyê têkoşîn kirine. Bi vê rêyê karîne xwe û netewa xwe li beramberî dagirkeran bi parêzin. Jina Kurd ji derveyî karê siyasî û civakê kariye xizmetê bi hunera xwe jî bike, kariye stranan bêje û wêneyan xêz bike. Şer û dagirkerî tu caran nakariye me ji hunerê dur bixwe. Em li bendê ne di demek nêz de herçar parçeyên Kurdistanê bi destê jinê bi fikir û hizra jinê azad bibe. Ji ber wê jî hewceye em xebatek hîn baştir bikin û bi keyfxweşî li Kurdistanê bijîn.”