Romana bi zarokatiya Jane Eyre despêdike

Jane Eyre, zarokeke sêwî ye. Wexta zarok e, dê û bavê wê ji hev diqetin dûre jî dayika wê diçe rehmetê, xalê wê yê ku pir ji dayika wê hez kiriye, wê tîne mala xwe lê hevjîna wî qet ji rewşê razî nîn e…

DÎLAN AYDIN
Di pêşgotina pirtûka ku ji aliyê Charlotte Bronte ve hatiye nivîsandin de behsa sê xwişkan tê kirin. Her yek ji wan neçar in di temenê biçûk de ji bo xebatê bi derek ve biçin. Nivîskara pirtûkê Charlotte Bronte di destpêka pirtûkê de diyar kiriye ka çima navê pirtûkê Jane Eyre daniye. Ew dibêje ku Jane Eyre kesek  weka wê zoriyên jiyanê kişandiye, ji ber wê sedemê wê ev nav li pirtûkê naniye. Bûyera di pirtûkê de, di salên 1800’an de li Îngilistanê derbas bûye, pirtûk jî di 1847’an de çap bûye.
Jane Eyre, zarokeke sêwî ye. Wexta zarok e, dê û bavê wê ji hev diqetin dûre jî dayika wê diçe rehmetê, xalê wê yê ku pir ji dayika wê hez kiriye, wê tîne mala xwe lê hevjîna wî qet ji rewşê razî nîn e. Piştî ku xalê wê dimre, jinxala wê, bi hemû kîn û hesûdiya xwe nêzî wê dibe. Du keçik û kurek wê hene û her dem cudakariyê dixe navbera wan lê Jane Eyre ji ber zarokek bi xwe bawer, serhildêr e, li dijî derdikeve di encamê de jî wê dişîne dibistaneke şevînî.
Romana ku bi zarokatiya Jane Eyre dest pê dike, li dibistana şevînî ya ku gelek zarok ji sermayê dimrin didome. Piştî ku heşt sal li wir dimîne û xwe di gelek waran de, bi taybetî di warê çêkirina wêneyan de perwerde dike êdî ji xwe re li kar digere û ji bo vê jî îlan dide rojnameyek. Di encamê de bersiv digre û ji bo xebatê dikeve rêwîtiya ku dê bi xwe re gelek bûyer û surprîzan bîne.
Ev roman xwedî zimanê herikbar û zelal e. Bi zimanekî rewan, bi peyam, bi dersên ji jiyanê dagirtî hatiye nivîsîn. Cudakariyên çînî yên li Îngilistanê de serdema Vîktoria de pir zelal di vê romanê de xwe didin der. Ji axaftinên Jane em dibînin ku ew vê rewşê ferq dike û li dijî vê nêrînên xwe ji kesên xwe ji çîna jor dibînin re diyar dike. Jane ya ku tik û tenê ye lê heta bibêjî xwedî giyanek kûr û jixwebawer e, dibe sedem ku Rochester ê xwediyê qesra lê dixebite û kesekî dewlemend e heyranê wê bimîne. Romanek e dirêj e lê dema tu dixwînî nikarî pirtûkê ji destên xwe daynî. Her carê bûyereke veşarî di rûpelên vê pirtûkê de xwe dide der. Jane Eyre; xwedî kesayetek bi îrade, sekneke bi bandor e. Ew li dijî her cure mercên jiyanê têkoşîneke mezin dimeşîne.
Piştî ku ji bo xebatê serî li gelek cihan dide, dawiyê ji xwe re karek dibîne û ji bo zaroka bi navê Adele perwede bike dikeve rê. Tê digihîje navnîşana xwe, dibîne ku qesreke mezin e û navê wê jî Qesra Thorfîneld e. Ji roja destpêkê ve têkiliyeke wê ya kûr bi vê qesrê re çêdibe lewre heta tu bibêjî mezin, xwedî pirtûkxaneyek dewlemend e. Êvarek dema ku Jane ji postexaneyê vedigere malê, di rê de rastî kesek siwarê hespê tê, ji ber ku hesp ji wê vediciniqe, xwediyê xwe li erdê dixe wê demê Jane alîkarî jê re dike. Êvarê dema ku vedigere malê, dibihîse ku xwediyê malê Edward Rochester hatiye jê re dibêjin ku ew dixwaze wê bibîne. Dema diçe dibîne ku kesê bi rê de rastî wê hatiye ew kes e. Ji vir û pê ve têkiliyek bi sohbet di navbera wan de dest pê dike û bi demê re vediguhere evîndariyê. Piştî gelek bûyerên ku di wê pêvajoyê de di nava qesra ku jineke şêt tê de veşartiye rûdidin û Jane bi tenê bi Edwar Rochester re dibe şahid; têkiliya wan kûrtir dibe. 
Di dawiyê de her du evîna xwe îtiraf dikin û biryara zewacê didin lê haya Jane jê tune ye ku li qesrê jineke şêt heye û hevjîna Edward e. Dema ji bo bizewicin diçin dêrê, birayê jina şêt a bi navê Bertha tê û dibêje ku ew nikarin bizewicin lewre ew ji xwe zewicandiye. Piştî vê bûyerê, Jane serê xwe hildide diçe. Ji vir û şûn ve evîndariya di navbera Jane û Edward de gelek mûcîzeyan bi xwe re tînin û dawiyê piştî du salan Jane vedigere lê dibîne ku qesr wêran û vala ye. 
Ji ber ku piştî çûndina Jane, Edward pir xemgîn e hemû kesan ji qesrê dişîne û ew bi tena serê xwe bi Bertha re dimîne lê şevek nîvê şeva ew jina şêt, agir bera qesrê dide û xwe ji ser banê qesrê davêje. Jane navnîşana Edward jê digre û diçe dibîne ku ji ber bûyera wê şevê destekî wî jêbûye û çavên wî nabînin. 
Romaneke xweş e bi taybetî cih û mekan bala mirov dikşînin. Qesra mezin a bêser û ber, vêxistina mûman, siwariya li erebokên hespan, hemû aramiyê didin xwendevan.