Nivîskarek Cezayirî êşên jinên Efrîkî dinvîse

Nadiya Alawa bi rêya berhemên xwe yên wêjeyî, bi taybetî romana xwe ya "Ji Bagara heta Tîn Zawatîn" dawiyên kevneşopî yên ku jinên Efrîkî diêşînin ji nû ve dinirxîne û rêbazek "parêzvaniya wêjeyî" erê dike.

RABÎA XERÎS

Cezayir- nivîskara Cezayirî Nadiya Allawa di cîhana wêjeya Mexribî û Efrîkî de, cîhek girîng di nivîsandina femînîst de ji xwe re peyda kir. Bi vegotineke rast ku rastiyê bi hemû hûrguliyên wê nîşan dide, balê dikşîne ser mijarên koçberiyê û êşên ku jinên Efrîkî pê re rûbirû dimînin.

Nadiya Alawa yek ji wan dengên jinên li Cezayirê ye ku di nivîsandina femînîst de ji xwe re cîhek taybet vekiriye. Ji ber ku wê rewşa jinên Efrîkî yên ku ji ber şer, xizanî û ji kevneşopiyên herî xerîb ên Efrîkî yên wek sunetkirina jinan, zewaca bi darê zorê, tundiya berdewam, bêparbûna ji perwerdê û newekheviya zayendî li van herêman koçber dibin, anî ziman.

Xuyabûnên cihêreng ên jinên Efrîkî di romanek de nîşan dide

Di romanên nivîskara Cezayirî Nadiya Allawa de wêneyên cûrbecûr ên jinan derketine holê. Di nav weşanên wê yên wêjeyî yên herî navdar de "Korîdorên hebûnê"," Norsin El-Harraq û niştecihê pîr" hene. Pirtûka wê ya herî dawî, "Ji Bagara heta Tîn Zawatîn" e. Di pirtûkê de biyografiya jinek ciwan a Efrîkî ya çermê tarî ya bi eslê xwe Nîjeryayî ye, tê vegotin. Ev keçik şevekê ji bajarê Bagara yê Nîjeryayê ber bi bajarê Tîn Zawatînê yê Cezayirê tê koçberkirin û li Parîsê bicîh dibe. Tiştê balkêş ew e ku roman dawiyek kêm û ne asayî ji bo jina koçber a Efrîkî nîşan dide. Jina ku bi gelemperî di dawiyê de ji bo berhevkirina pereyan lava dike.

Çîrokên serkeftinên jinan tevî zehmetiyan

Tiştê balkêş ew e ku Nadiya Alawa di romana xwe de xwe dispêre nêzîkatiyek "parêzvaniyê" de û wiha dibêje: “Piraniya lehengên romanê, di dawiyê de tên pîrozkirin, motîvekirin û ronakbîrîkirin. Di romana xwe ya "Ji Bagara heta Tîn Zawatîn" de min hewl da ku xalek girîng destnîşan bikim, ew jî; jin ne laş e, enerjî, ruh û hebûnek e, li dijî niheqî û zilmê derdên ku mêr nikarin bikşînin ew dikşîne da ku bighîje armanca xwe û îdeolojiya xwe biparêze."

Nadiya Alawa dest da ser paşxaneya ku wê îlhama nivîsandina romana xwe jê girtiye û wiha got: "Ez tînim bîra xwe ku min ji gera li kolan û bazarên parêzgeha Blîdayê kêf digirt û bala min ji dûr ve ji hêla keçek Efrîkî ve hat kişandin ku wê derê wek bajarê xwe yê jidayikbûnê dihesiband. Tevî xuyangê xwe yê xirab, cilên çirandî yên bi tozê şilbûyî, lingên werimî û rûyek bi hemû hûrguliyên wê xemilandî, ew rehet, aram û kêfxweş bû. Min ji xwe re got, ev hemû êşa ku laşê wê yê westiyayî vedişêre çi ye? Ew çawa dikaribû rêwîtiyek derbasbûn û koçberiyê li çolê tehemûl bike? Hûrguliyên wê di hişê min de man. Ji ber vê min biryar da ku romanek binivîsim ku bûyer û hûrguliyên vegotinê ji çîroka wê keçikê îlhama xwe bi destanek rastîn bigrim."

Rêwîtiya jinên Efrîkî tijî têkoşîn û şer e

Nadiya Alawa jinên Afrîkî wek modela têkoşîn û berxwedanê, sembola berxwedan û kedê dibîne. Nadiya Alaoua îdia dike ku binpêkirinên herî hovane li dijî wan hatine kirin, efsane û çîrokên kevnar li ser laşên wan hatine ferzkirin. Ji bilî dijwarîya çola Efrîkayê, dijwariya şer û wêranîyê jî heye. Jin hewl didin ji vê rastiya tal birevin û ber bi welatên ewletir û aramtir ve biçin. Gelek ji wan jî li Cezayirê rêya xwe dîtine.