Nivîskara Lîbyayî êş û têkoşîna jinan derdixe ser dika wêjeyê
Nivîskara Lîbyayî Henna Budabbus bi çîrokên ku dinivsîne ronahiyê dide têkoşîna jinan. Bi çîroka xwe ya bi navê ‘Kufiye’ balê dikşîne ser têkoşîna azadiyê ya jinên Filistînî.

ÎBTÎSAM AXFÎR
Bîngazî – Nivîskar Henna Budabbus a ji Lîbyayê, tu carî plan nekiribû bibe nivîskar lê di sala 2020’an de, piştî ku tevlî atolyeya perwerdeyê ya bi navê “Em ji bo jiyanê dinivîsînin” ji aliyê Allimînî yê Urdunî ve bi komek bi navê “Li ber min hîn bike” hat lidarxistin bû, her tişt guherî.
Li wê derê dît ku dengekî di hundirê wê de heye û divê bide bihîstin. Fam kir ku gotin dikarin dilê wê rehet bikin û deriyên hêviyê vebikin.
Henna Budabbus dest bi nivîsandinê kir û bi nivîskarên ji Filistîn, Urdun û Misirê re tevlî projeyên pirtûkan ên kolektîf bû. Her çendî rêwîtiya wê ya nivîskariya li derveyî Libyayê dest pê kiribe jî; xwîneran wê bi saya parvekirinên li ser hesabê nas kirin. Bi her serpêhatiya xwe, li ser dika wêjeyê cihek ji xwe re çêdikir.
Êşa xwe vediguherîne wêjeyê
Henna Budabbus li ser dema ku biryara nivîsandinê daye wiha dibêje: “Wê atolyeya destpêkê kêliyeke kêfxweş bû. Min ferq kir ku dikarim tiştên di dilê xwe de îfade bikim, şêwazê vegotina min tê hezkirin û cuda ye. Li wê derê rêwîtiyê dest pê kir. Ji wê rojê ve heta niha min piştgirî da 9 pirtûkên Erebî.”
Destpêkê nivîs ji bo wê stargehek bû. Ji bo depresyona piştî welidînê derbas bike, hest û ramanên xwe bi nivîsandinê der kir. Bi demê re têgeha ‘nivîsa ku baş dike’ keşf kir û fam kir ku dikare êşa xwe veguherîne wêjeyê, tecrubeya xwe ya şexsî bide xwendin û veguherîne vegotinê. Têgihîşt ku ev vegotin ji bo kesên din jî dikare bibe teselli û êşên wan sivik bike.
‘Mirov hem ji bo xwe hem jî ji bo xwîneran dinivîsîne’
Henna Budabbus tenê ji bo xwe nenivîsand. Di dema tecrubeyê de, bi teşwîqa nivîskarên jin ên li ba xwe êdî ji bo xwîneran nivîsand. Bawer dikir ku du aliyên nivîsê hene. Henna Budabbu wiha dibêje:
“Nivîsandina li ser derûniyê, weke hembêzkirina xwe ye; nivîsandina ji bo xwîneran jî dişibe sekna li ser dike. Di nava xwe de hevrûbûn û bandorê dihewîne. Jixse efsuna nivîsê jî di vê derê de ye.”
Li ser jinên girtî yên Filistînî çîrokek nivîsand
Henna Budabbus, girîngî dide belgekirina mijarên girîn ên Ereban. Çîroka wê ya di pirtûka bi navê “Kufiye” de hat weşandin, li ser jinên girtî yên Filistînî bû. Wiha didomîne: “Ez ji Efrîqaya Bakur im lê min li gorî tiştên ku dît û bihîst nivîsand. Ez dikaribû tiştên li ser dikê ragihînim. Surprîza herî mezin jî ew bû ku nivîskarên Filistînî ji vê çîrokê bi bandor bûn û jidilbûna wê hîs kirin. Wê demê min fam kir ku ez bi rastî gihîştime hestek. Li Libyayê gelek jin çîrokel dinivîsînin lê dûre winda dibin. Sedema vê yekê jî ew e ku medya destekê nade jinan û zêdebûna lêçûnên weşanxaneyan e. Ji ber vê yekê cerebeyên jinan ên nivîsandina çîrokan zû bi dawî dibin.”
Di nava dengê zarokan de dinivîsîne
Henna Budabbus, tevî hemû zoriyan dest ji nivîsandinê berneda. Henna ya ku çar zarokên wê hene, di nava qirecira malê de, din ava dengê girîna bebikê û daxwazên zarokên din de dinivîsîne û dibêje: “Înternet ji bo min bû hînbûn, têkilî û ji malê dernekevim jî dikarim binivîsînim. Li Libyayê sînor û mehremiyet heye. Carna bandora îmayê ji rasterast gotinê zêdetir e. Hinek jinên nivîskar difikirin ku bi bandora şoke dikarin xwîneran bikşînin lê xwînerên li Libyayê nivîskarên muhafezekar jî dipejirînin.”
‘Maceraya min a wêjeyî hê di pêvajoya teşegirtinê de ye’
Henna tevî ku beşdarî gelek çalakiyan bûye jî îtiraf dike ku maceraya wê ya wêjeyî hê di pêvajoyê teşegirtinê de ye û dibêje: “Hê derfeta min çênebûye ez jinên Libyayê yên çîrokan dinivîsînin nas bikim. Hevdîtin û hewldanên ku me li cihên çandî bînin ba hev kêm in. Em hê jî heman navan dibînin, dengê nû pir kêm in. ”
Henna herî dawî diyar dike ku niyeta wê heye çîrokên di salên dawî de nivîsandîne bixe pirtûk û wiha dibêje: “Çîrokên min nivîsên wisa rojevî nîn in. Ez ê hemûyan bixim dosya û bi pirtûkek pêşkêş bikim.”