Nesrîn El-Meuddeb: Tenê jina nivîskar dizane ruhê jinan çawa biteyîsîne
Wêjevana Tinûsê Nesrin El-Meuddeb diyar kir ku di erka ragihandina pirsgirêkên ku jin dijîn de, tenê jinên nivîskar serkeftî ne. Nesrîn got ku ji ber vê yekê divê li jinan bê guhdarîkirin, werin destekkirin û ji bo ku binvîsîn, qad ji wan re bên vekirin.

ZUHUR EL-MEŞREQÎ
Tinûs – Li Tinûsê piştî şoreşa 2011’an hejmara nivîskarên jin zêde bû. Êdî jinê bê tirs û bandora civakê dest bi nivîsînê kir û di nivîsên de pirsgirêkên ku jin dijîn, nirxand. Wejevana Tinûsê Nesrîn El-Meuddeb, di nivîsên xwe de balê dikşîne ser jiyana jiyan û pirsgirêkên ku jinan jiyîne.
Nesrîn El-Meuddeb pirgirêkên serî rakirinê wiha anî ziman: “Fikirîm ku çîroka jiyana sê jinan, bêyî ku bikeve xefika kilîşeya amade û gotinên ‘jinbûn’, çawa bînim ziman? Yan jî weke ku di nav gel de tê gotin tovê şeytan û wek ‘tovêk ku îblîs çandiye’ hatin deqkirin, êşên di çîrokên jinan de, em ê çawa vegerînin projektorek mîrasa tabûyan, bêyî ku sêhra van çîrokan xirab bibe? Ya ku jin bûye, ji hundirê jinê derkeve û here dilên girtî, nameyên tije rondîk bûne û dinyaya bi siran hatî hunandin ragihîne nifşan çawa tê teyîsandin, vegotinê bêyî bikeve nava lîstokên çêkirî emê çawa bigrin?”
‘Min çîrokên jinan vehunand’
Nesrîn El-Meuddeb diyar kir ku pirtûka bi navê ‘Tovê Îblîs’ ku ji ceribadinên gel îlham girtiye, çîroka ku di navbera jinan de wek têgînên guneh û sûc ku darazên civakê vehunandiye vedibêje û wiha got: “Di romana ku li dora têkelek (çerxa çarenûsê) ku ji aliyê sê jinên ji sê nifşan ve hatiye ragihandin teşe girtiye de, karektera bingehîn ‘Huriye’ di vê têkelê de ji bo xwe li riyek çareseriyê digere. Li dijî serî rakirinek tund, vedigere dinyaya xwe ya hundir, dikeve hestan û hewl dide çarenûsa malbata xwe biguherîne. Bi vî awayî di şûna ku li dijî feraseta mêr şer bike, bi sererastkirinek din re hevrû dibe. Jinbûn û hilnegirtina derd û barê wê ne gengaze. Her çend jinên Tûnisê gelek destkeftî bidest xistibin jî, hê di civaka mêr û mêrê serdest de êşên didomin hene. Jin herî zêde vana bi xwe hîs dike. Ne tenê mafê jinan, ez alîgirê her doza edaletê me. Kêfa min ji hepskirina qutiyek re nayê. Di hemû pirsgirêkan de dixwazim pençikan bihejînim. Ji ber vê jî min pirtûka bi navê ‘moriyên şîn’ (El-Harzetü Ez-Zerqâ) nivîsand. Min di vê pirtûkê de bi kûrahî pirsgirêkên di roja me de mirovahî lê rast tên, teknolojî û hawirdorê hunand.”
Nesrîn El-Meuddeb têkildarî pirtûka ‘moriyên spî’ ev tişt gotin: “Di çerxa teknolojî û şer lê serwer e de, çawa bawerî û hêviyê li ser lingan bihêlim? Ez lêpirsîn dikim. Roman di Roja Hezkiriyan de destpê dike û heman rojê bidawî dibe. Fikir di hîskirina atmosfera rageşiyê de derket. ‘Moriya’ ku di vê atmosferê de derketiye. hem rastiya bi sêhr û hem jî dinyaya bi kêf digre nava xwe.”
Berhema yekem
Nesrin El-Meuddeb derbarê berhema xwe ya yekem ‘neynuka qirêj’ (El-Mirât El-Âsine) de wiha dibêje: “Kêfxweşiya min a yekem ku piştî bêdengiyek dirêj derketî bû. Min hewl da fikrên ku di hundirê min de kom bûye bighînim dinyaya derveyî. Ev roman ya ku herî zêde nêzî min e. Min ji hundir li neynukê nihêrt û nivîsand.”
Nesrîn El-Meuddeb têkildarî nivîsa femînîst got ku: “Teyîsîna tiştên ku jinan jiyan kirine û ev şêwaza nivîsê gelek girîng e. Jin hest û êşên xwe rasterast bi awayek sade û bi bandor radighîne. Ji ber ku gelek deman, bi rastî van çîrokan dijîn.”
‘Piştî şoreşê hejmara nivîskarên jin zêde bû’
Nesrîn diyar kir ku jinên nivîskar bi bandora şoreşa Tinûsê ya 2011’an zêdetir bi awayek azad nivîsên xwe dinvîsin û wiha got: “Jinan bêdengiya xwe şikandin, astengiyên li pêşiya xwe rakirin. Ji bo nivîsîn û bên dîtin qad vekirin. Piştî şoreşê gelek nivîskarên jin derketin holê. Xwe û xuliqkariya xwe ferq kirin. Tevî hinek tabûyên civakê jî jinan bê tirs nivîsandinê berdewam kirin. Her çiqas di hinek mijaran de dudilî dijîn jî, nivîsandina romanê, ji bo nivîskar qadek sembolîk dide qezenckirin. Bêyî ku civakê biêşîne, derfetê ku mijarê bi kûrahî vehûne pêşkêş dike.”
‘Ji bo pêkanîna pêşketinê em dinvîsin’
Nesrîn El-Meuddeb têkildarî di civaka rojava de sekna li hember nivîskarên jin wiha got: “Civak gelemperî nivîskarên jin ên balê dikşînin ser mijarên wêrek, bi awayek herî giran rexne dikin. Hê zêdetir tiştên ku nivîskarên mêr nivîsandine cidî tên girtin. Lê belê nivîskarên mêr ên destekê didin nivîskarên jin hene. Divê em dest ji van qiyaskirinan berdin. Em balê bidin ser naveroka ku parastina mafên mirovan û nivîsî dike. Em ji bo dîtina piregirêkên jinan, reform û pêkanîna pêşketinan dinivîsin. Armanca me hevpar e.”
Rêwitiya wêjeyê
Nesrîn El-Meuddeb bal kişand ser dilsozî û piştevaniya di navbera jinên nivîskar ên Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîqa de û wiha got: “Rêwîtiya min a wêjeyê, bi pirtûka bi navê ‘Min Bi Wan Re Jiyan Kir’ (Âşirhünne) ya kolektîf ku 9 nivîskarên jin bi hev re nivîsandiye, destpê kir. Rojnamevan û nivîskar Velîd Ehmed Ferşîşî berpirsyariya vê projeyê girtibû ser xwe. Navek girîng e ku li Tinûsê wêjeya jinên destek dike. Bi riya weşanxaneya Arcadia ev xebat hatibû weşandin. Ev pirtûk mijara ku şopên ku mêrek narsîst ku di jiyana jinek bandorek xirab hiştiye digre dest. Lê belê ev jin bêyî ku riya tolhildan û şeytanbûnê hilbijêrin, hewl dan vî mêrî di aliyê derûnî de fam bikin ka çima wisan nêz bûye lêpirsîn dikin.”
‘Guh bidin dengê xwe yê hundirîn’
Nesrîn El-Meuddeb di dawiya axaftina xwe de vê peyamê dide jinên ku dixwazin binvîsin, lê ji ber bandorên civakê û serneketinê ditirsin û got: “Ez ji banga ruh bawer dikim. Ger tu hîs bikî ku nivîsandin rêya te ye, tu caran dudil nebe. Dengê ku cesareta te dişkêne nebhîze û dom bike. Guh bidin dengê xwe yê hundirîn. Xeyal şert e, lê belê ji bo mezinkirina wê, avakirina şertên lazim jî erkek e.”