Nadîn Baxis: Êş û hêviyên xurbetiyê dinivîse

Helbestvan û nivîskara Sûriyeyê Nadîn Baxis a gelek xelatên nivîskariyê girtiye ji biçukahiyê dest bi nivîsê kiriye û timî xwe bi nivîsê aniye ziman.

KRÎSTIYAN WAKID
Beyrût - Helbestvan û romanivîsa ji Sûriyeyê, Nadîn Baxis, xwediya bawernemeya (BA) di zimanê Erebî û (MA) di lêkolînên rexne û rêzimanî de ye. Di biçukaniya xwe de dest bi nivîsandinê kiriye û nivîsîn weke bingehek ji nasnameya wê tê zanîn.
Nadîn hemwelatiya Himsê ye, piştî dizewice li Îmaratê demekê dimîne û berê xwe dide Kanadayê. 
Di hevpeyvînê de helbestvana Sûriyeyê Nadîn Baxis behsa êş û zehmetiyên wijdanî dike bi taybetî jî piştî şerê li Sûriyeyê, ew xemgîniya xwe bi nivîsê dihone.
-Nadîn Baxis, romanûs, helbestvan, jin, hevjîn û dayik e. Tu çawa dixwazî xwe bidî nasîn?
Rastî hîn jî di van pênaseyan de ez bi ser neketime, Nadîna biçûk im hê ez. Zaroka ku ji tevger û lîstikê bi hemû kêliyên xwe hez dike jiyana min rengîn dibe. Keça min di hemû şaneyên min de cih girtîye. Em bi hev re jiyanê bi hûrguliyên rengîn û azweriyan têr û tije dijîn. Zaroka ku êş û zehmetiyên jiyanî ji porê wê tayên spî kişandine, ew jî şahîd û hevalên ezmûna min a zehmet e ku min derbas kiriye. Li gel vê rolên xwe yên din wekî dayik nivîskar ji lîstikê cuda nake.
-HUMIS domdar e "we nivîsandibû, ji bo me wek ronivîsa evîndareke ku li ser dildariya xwe diponije û digirî, ma ev ji Humsê maye?
Mixabin xirbe jî ji min re nemane, ji ber ku min ew têr kir û çûm. Ez ji welat dûr im lê di her nefesê de ez wê dijîm. Bi guleya yekem Sûriye ji xeleka hêviyan derket. Hîn jî tê bîra min ew kêliyên bi êş, li ku bûm, çawa min hîs kir û tirsiyam, ji ber min destpêka dawîbûnê hîs kir û "Humus… domdar e" arşîva hin ji van wêraniyan e.
-Berhema te ya dawî "bi destûra dayika min" hevoka ku li ser malpera te ya feysbookê hatiye weşandin, çîma Nadîn destûrê ji dayika xwe dixwaze?
Weşandina helbestan di cîhana Erebî de pir zehmet e, ji ber lêçûyîna wê giran û buha ye lê ez barê arşîvkirina jiyana xwe hildigirim, ji ber ku her gotinek qonaxeke min derbaz kiriye arşîv bikim, her wisa jî ez kêlî û jiyana ku min nejiyaye dinivîsim.
Ji bo sernavê vê pirtûkê jî sedema dijwariya ku di vê pirtûkê de dijîm û êşkişandina helbestên bêçare, destûr û lêbûrîna xwe ji giyan, tirsa û xemgîniya wê û dûrbûna xwe ji dayikê dixwazim.
 Ez ji dûrbûn û xerîbiya ji welat şerm dikim. Bawer bike hemî êş û janên ku di laşê min de çêbûne wijdanê min rihetir dikin li hemberî welat. Ez nikarim jiyana bi hevseng û aram bijîm, ji ber hin kes di nav xeterê de dijîn û ez li vir di ewlehiyê de me. Lê mixabin, bêçare ye…    
                  
Hûn têkilliya nivîskarên Ereb û yên rojavayî çawa dinirxînin?
Ev diguhere lewre rewşa nivîskarek ji yeke din cuda ye. Eynî weşabxane ji ya din cudatir e, mixabin. Carna bê rêzgirtinek ji nivîskaran re çêdibe, bêyî ku bi nêrîna afrîner zanibe binirxîne. Bi tecrubeya min a nivîsê, min heft pirtûk weşandine û bi gelekan re mijûl bûme lê kêm ketime nav van hewldanan.
Ji bo berhemên nû amadekarî heye gelo?
Piştî ku çûm Kanadayê û kurê min çêbû ez bi malbatê re zêde  mijûl bûm. Hemû dema min digrin, ji bilî ku cih nû ye divê fêrî ziman bibim. Lê belê ez di xeleka zarokan de ji şeş salan ve dinivîsim, du çîrok hatine weşandin, çîrokên din jî di weşanxaneyê de heya grafik amade bin wê werin weşandin. Der barê helbest û nivîsa afrîneriyê de jî ew hene û tune ne, ango wekî lehiya xwînê divê di demek de bê herikandin an teqandin.  
-Rola jinên sûriyeyî di lihevhatina neteweyî de dê çawa be?
Di vê rolê de, tu cudahî di navbera jin û mêr de nîn e. Ji bo em hîn zelal bikin ev kerê sazî û berpirsyarên ku li gel wan projeyeke mirovî hebe ye. Di pratîkê de jina sûriyeyî ne kêmtirî mêr e ji aliyê hêzê ve. Lê belê her dayikek dilxwaz dixwaze di dilê zarokên xwe de tovên aştiyê biçîne. Her çendî rewş biguhere û dem derbas bibe jî jina Sûriyeyî dê di rêça pêşerojek  xweş de bikeve rêwîtiyê û bi ser bikeve.