6’emîn Mîhrîcana wêje û hunera jinê sibê jî berdewame

6’emîn mîhrîcana wêje û huera jinê bi peyamên jinên ji rêxistinên jinan ên Rojhilata Navîn bi coş bû û sibê jî wê li benda dîdarên xwe be.

 

Qamişlo - Di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê yên jinên Bakur Rojhilatê Sûriyê ku bi pêşengiya Tevgera Kongra Star bi bi dirûşmeya “Tekoşîna me, temînata şoreşa jinan e” didomin de mîhrîcana wêjeya jinê ya herêma Cizîrê hat lidarxistin. Bi pêşengiya Desteya Çand û Hunerê ya herêma Cizîrê  bi dirûşma “Jin giyanê çandê vejîn dike” 6’emîn mîhrîcana wêje û hunera jinê hat lidarxistin. Jinên bi çandê, huner û wêjeyê re eleqedarin hunerê destan ên çêkirine beşdarî mîhrîcanê kirin. Jinên  stranbêj li gel komên şano û govendê beşdarî mîhrîcanê bûn. Mîhrîcan li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunera bajarê Qamişloyê- Bakur û Rojhilatê Sûriyayê hate lidarxistin. Di mîhrîcana bi deqeyek rêzgirtinê despêkir de jinan cil û bergên kurdî li xwe kirin. 
Paşê li ser navê Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Nezîra Gerwriyê bi xêrhatina hemû beşdaran hazir kir û wiha got: “Di despêkê de em 8’ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz dikin. Bi ked, berxwedan û tekoşîna hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyayê, îro em hemû li vê derê kom dibin. Bi tekoşîn û îsrara jinan me dikarîbû me gavên pîroz di parastina çand û hunera xwe de avtin. Îro li vî cihî bi dehan jinên afrîner hazirin, her jinek bi rengê xwe tevlî vê mîhrîcanê bûye. Em bi berhemên we serbilindin. Bi hêviya serkeftinê ji bo hemû jinên ku beşdarî mîhrîcanê bûne.”
Ji rêxistinên jinên Rojhilata Navîn jin bi dîmen beşdarî mîhrîcanê bûn û kêfxweşiya xwe anîn ziman. 
Koma govendê ya Qereçox govendên herêmî lîstin.  Koma stranan jî bi heman şêweyî stranên gelerî gotin.  Koma şanoyê jî şanoya bi navê “Navmalî” pêşkêş kir.  Her wiha komên govenda erebî jî govendên  xwe pêşkêş kirin.  Paşê jinên Hîlala Zêrîn çîrokên çandî gotin û herî dawî koma Rojbîn Ereb ya steranan jî stranên xwe yên şoreşgerî pêşkêş kirin.
Mîhrîcan sibê jî berdewame.