Hezkirina nivîsê afrîneriya çîrokê ye

Wêje li ser esasê çîrokan ava dibe û bi çîrokan re jî hestên xwe dide der. Di bingeha berhemên hemû nivîskaran de çîrokek heye û pêre jî nivîskar xeyal yan jî rastiyên wê rêz dike û dide der.

 
ROJDA SEYİDXAN
QAMIŞLO – Çîrok wêjeya dîrokê ye ji bûyer, hest û jiyana mirovan dibejire û dibe mîrasekî nivîskî ya mala dîrokê. Di dîrokê de çîroka devokî dihatin gotin û bi riya dapîrên me ev çîrok heta roja îro hêlan e. Heya niha jî gelek mirov hene dema behsa çîrokekê dikin dibêjin dapîra min wiha ji me re digot. Ev mîrasa dîrokî nehatiye nivîsandin, lê dîsa jî bi saya dayikên me zindî ma. Dema ku beşa nivîskî pêş ket, derfet çêbû ku ev çîrok bên nivîsandin û bibe dîrok. Gelek caran dibêjin ger mirov çîrokên dîrokê nizanibe wê nikaribe pêşeroja xwe jî diyar bike.  Çîrok bingeha helbest, destan û romanan e. 
Di 1’ê Sibata 2021’an de bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê, Desteya Çand û Hunera Herêma Cizîrê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma 'Jin giyanê çandê vejîn dike' 6’emîn mîhrîcana wêje û hunera jinan li dar xist. Hemû jin bi çand, huner, wêje û berhemên xwe  beşdarî mîhîcanê bûn.
Endama Komîteya Wêje ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê - Rojava Botan Hoşê li navçeya Amûdê ya Kantona Qamişlo dijî û bûye 5 sal çîrokan dinivisîn e. Botan Hoşê bi çîroka xwe ya bi navê 'Ez li kur im' beşdarî 6’emîn mîhrîcana wêje û hunera jin bû, her wiha li ser çîroka xwe xelata serkeftinê wergirt.
'Hin çîrokên min ji ziraviyên jiyana min in'
Botan hezkirina xwe ji nivîsê re mîna axînên evînê pênase dike û bi van gotinan despêkir: "Hezkirinên min ji beşa nivîsê re mîna axînên evînê ye, ev yek bû bingeha pêşketina min di aliyê nivîskî de. Bi nivîsê re min xwest ez hestên xwe li hev kom bikim û bikim çîrok, lê min dît bûyerên jiyana me di şoreşa jin de bi xwe çîrokên herî bi nirx in. Pêwîst e dema mirov binivîs e bi hezkirin gotinên xwe li hev bîne û hevokên xwe ava bike. Hin çîrokên min hene ji ziraviyên jiyana min in û ji bo bîranînê min hilandiye. Di kûrahiya çîrokên min de ez xwendevanan teşwq dikim, ji xwe rêbazê rast ê nivîsê jî ev e. Hezkirin roman û wêjeyê tîne ber hev û çîrokeke bi wate diafrirîne."  
Mijara çîrokê rastiyê dide der
Li ser bûyerên rast pênûsa xwe rêsandiye. Botan derbarê çîroka xwe ya ku pê beşdarî mîhrîcana wêje û hûnara jin bûye ev yek anî ziman: "Bi êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser bajarê serêkaniyê gelek mirovan ev derd tehmûl nekir. Bi rewşa koçberiyê re di jiyana her jinekê de çîrokek pejirî û pêwîst bû em weke nivîskar rastiya wê derxînin pêş. Çîroka min ya pê beşdarî mîhrîcanê bûme jî vê yekê vedibêje. Dayikeke bi êrîşên dewleta tirk re ser bajarê Serêkaniyê mêjiyê xwe windakiriye, ev du salin her sibe radibe û dibêje ‘Ez li kur im’. Vê dayikê dûrbûna ji axê tehmûl nekir û ji bûyerên ku li pêşiya çavê wê qewimîn mêjiyê xwe winda kir. Çîrok pir balkêş ji min re hat, min xwest ez tê de êşên vê dayikê bi civakê re parve bikim û rastiya dagirkeriyê bidim pêş, ji bo wê min çîroka bi navê ‘Ez li kur im’ nivîsand. Ev dayik tiştek nayê bîra wê ji bilî, bûyerên dagirkeriyê, koçberiyê û dûrketina ji axê. Bi van rastiyên ku min di çîroka xwe de nivîsandiye, dîrok jî wê li ser dirêj bike û bibêje. Her çiqa ez bêjim jî dibe kêm be, lê ya girîng di dema niha de em bi hemû têkoşîn û berhemên xwe li dijî dijman ber xwe bidin."
Hestên parvekirinê yên kêfxweşiyê ne
Botanê di dawiyê de hestên xwe ji bo beşdarbûna mîhrîcana wêje û hûnera jin anî ziman û got: "Ez tevlî gelek mîhrîcanan bûme, her sal ez bi çîrokeke cuda beşdar dibim. Bi derfetên di nava destê xwe de ez berhemên xwe pêşkêş dikim. Ger ez bi ser nekevim jî, ez kêfxweş dibim. Di encamê de ez hestên xwe tînim ziman û derfetê dibînim ku bi civakê re parve dikim. Bi hêviya hemû rojên jinan, rojên têkoşîn û serkeftinê bin."