Mizgefta dîrokî Xûrmal ji ber bêxwedîtiyê roj bi roj dirûxe

Mizgefta mezin a Xûrmal xwedî temenek zêde û dîrokek kevn e, nêzî hezar û 400 sal temenê wê heye lê ji ber ku bêparastin maye gelek derên wê xirab bûne û kevirên wê dikevin xwarê.

MÎHRÎBAN SELAM KAKAYÎ

Helepce- Mizgefta mezin a Xûrmal, yek ji mizgeftên herî kevn ên Kurdistanê ye û dikeve herêma Xûrmal û dûrî 18 km. dikeve Bakurê Rojhilat yê Helepçeyê. Ji ber wê niha kevirên wê hemû tên xwarê, gelek caran daxwaza nûkirin û parastinê ji aliyên peywendîdar ve hatiye kirin lê heta niha nehatiye nûkirin.

Di sala 1933’an de melayek yekem ê Iraqê serdana vê mizgeftê kir, Pîremêrdê şaîr ê Kurd, di sala 1941’ê de çû mizgeftê û di şiîrek de derbarê avakirina mizgeftê de wiha gotiye: “Di dewra Îshaban sê mizgeft çêkirine. Ya yekem li Nigel ya dûyem Kirman û ya sêyem li Xûrmala çavkaniya Kurdan e.

Dîroka kevn ya mizgefta Xûrmal

Mizgeft li Kurdistanê navendek girîng, zanistî, ayînî û rewşenbîrî ye, der barê dîroka avakirina mizgeft û minareyên kevin de Xûrmel balkêş e. Li gorî hinekan ev mizgefte di serdema Hesnaweyan di navbera salên 959-1015 beriya zayînî de hatiye avakirin.

Li gorî gelek çavkaniyên dîrokî yên kevin weke dîroknasên Rojhilatê Misirê Abin Mehlehil û dîroknasê Ereb Yaqûtî Hemewî û Emîn Neqşîbendî, Pîrememerdê şaîr û gelek din, dîroka avabûna wê digihîje Fituhat a Îslamê û destpêka hatina serbazên misilman ji bo herêmê, di 18’ê koçî de nêzî 1400 sal beriya niha.

Rol û girîngiya pozisyona mizgefta mezin a Xûrmal

Di serdema mîrên Kurdan de weke Hesenwî û Eyariyan gelek girîngî didan, weke dibistana dînî bû. Her wiha mizgeft zanîngehek di wê serdemê de bû, bi sedan feqe, zana, şaîr û wêjevan jê derketin.

Xwendina hikumî ya yekem di vê mizgeftê de bû, di sala 1940’an de Şakir Fetah rêveberê wê demê yê Xûrmal û mamosteyê yekem ê dibistanê bû.

Rûber û pêkhateya mizgeftê û minareya wê

Rûberê mizgeftê 400 metre ye, kûleya wê 3 metre ye, di aliyê jorê mizgeftê de 3 jûr ji bo xwendinê hene. Dîwarê wê ji ber û qesilê hatine çêkirin. Tu cureyên din tê de nehatine bikaranîn, serbanê wê ji 9 qubeyên mezin hatiye çêkirin, derî û pencereyên wê ji darên tû û gûzên Hewremanê hatine çêkirin. Li ber deriyê mizgeftê hewz, av û cihê destnimêjê, hemam û cihê şûştina miriyan heye.

Minareya mizgeftê li ser deriyê mizgeftê hatiye çêkirin, bilindahiya minareyê 12 metre ye û heşt jore ji 54 çîn xizên sor kal hatiye çêkirin, nava minarê ji 30 pêpeling in û bilindahiya wê 30 santîm e heta dawiya minareyê ev pêpelûk hene.

Pêwîst e cihên dîrokî û kevnar werin parastin

Endezyar û endama encûmena bajarê Silêmaniyê û endama lijneya serpereştiya nûjenkirina cihên şênewar ên kevin Xetîce Ebdurehman der barê parastina mizgeftê de ji ajansa me re axivî û got: “Me gelek caran name nivîsandine lê belê bêbersiv man. Girîngîdayîna bi cihên şênewarî gelek pêwîst e û divê bi şêwazên dîrokî werin nûjenkirin. Piştî nûjenkirinê ji bo wezaratê weqfê name rêkiriye lê belê di bersivdayînê de gotine xêrxwazek erkê nûjenkirinê girtiye ser milên xwe. Pêwîst e hikumet û aliyên pêwendîdar girîngî bidin an na hêdî hêdî semanê nîştîmanî û dîrokî li herêmê ber bî jiholêrakirinê ve diçin.”