Li Kobanê pêşenga ‘Şoreşa Jin bi hûnerê dixemile’

Şêwekarên herêma Firatê bi riya pêşengeha hûnera Şêwekariya dikarbûn bi riya 45 tabloyan rastiya şoreşa jin pênase bikin û bînin ziman.

Kobanê- Tevgera Hîlala Zêrîn di bin silogana “Şoreşa Jin bi hûnerê dixemile” yekemîn pêşengeha şêwekariyê li bajarên Minbicê, Tebqa, Reqa û herî dawî li Kobanê birêxistin kir. Di pêşengehê de 45 tabloyên ku şoreşa jin berzdikin ku ji aliyê 25 şêwekarên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin xêzkirin, hatin pêşkêşkirin.

Di rêzenîşana pêşengehê de ku roja dawî li kantona Kobanê ye, bi dehan ji şêniyên Kobanê, Rêveberiya Xweser, Kongreya Star, saziyên civaka sivîl, hunermed, şêwekar, rojnemevan û wêjevan amedebûn.

Tabloyên ku hatin pêşkêşkirin têkoşîn, azar û berxwedana jin ya di hemû warên jiyanê de digre dest. Di hîn tabloyan de xemil û bedewiya jin, şervantî û jinên şerker, sembolên ku berxwedana jin nîşan dide, hevgirtin û yekîtiya jin, serhildan û afirîneriya jin xwe didin der.

45 çîrokên berxwedan û têkoşîna jinan

Pêşengeha ku li hola Firat hat lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Pişt re endama Tevgera Hîlala Zêrîn ya herêma Firatê Fatma Xelîl pêşeng diyarî rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan kir wiha got: “Jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe di tevahî warên jiyanê de birêxistin kirin û pêşxistin. Jina ku weke şervan, siyasetmedar û rêveber rola xwe di nava şoreşa jin de lîst, dê bikarbe ji aliyê hunerdê de jî destkeftiyên xwe biparêze û mezin bike. Emê bi hûner û şêwekariya xwe çand û şoreşa dayîksalar ji tevahî cîhanê re raghînin.”

Her wiha hevseroka Desteya Çandê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Serfîraz Şerîf wiha axivî: “Pêşengeha ku îroj tê pêşandan afrîneriya şêwekarên jin nîşan dide. 45 tabloyên ku em dibînin, 45 çîrokên berxwedan û têkoşîna jinan e. Em dikarin bi riya vê pêşengehê mozayîka jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibînin û ji nêz ve şoreşa jin nas bikin. Ji ber vê Tevgera Hîlala Zêrîn hêjayî spasiyê ye.”

Pişt re hûnermend Silava Bozo û Karîn hîn stranên gelêrî pêşkêş kirin.

Di pêşengehê de tabloya jinên Êzidî

Şêwekar Cîhan Şerîf ku bi tabloyekê beşdarî pêşengehê bû, wiha behsa xebata xwe kir: “Em dixwezin bi riya hûnera xwe ked, têkoşîn, reng, deng û bedewiya jin pêşkêş bikin. Min di tabloya xwe de jinên Êzidî  girt dest ku ew jî di vê pêşengê de amede bin. Weke tê zanîn jî bûyer ango komkujiyên ku jinên Êzidî pê re rû bi rû man, pêwîst e ku mirov her tim bibîr bîne. Ji xwe li aliyekî kultûra jinên Êzidî ku di cil û bergan de xwe dide der, nîşan dide. Her wiha me bal kişandye li ser cejina Êzdiyan ku di destên jina min xêzkiriye de hêk hene. Tabloya hevala min ya li ber min jî gûlî û keziyên jinên Êzidî yên ku di fermanan de hatin qetilkirin. Raste şoreşa jin li Rojavayê Kurdistanê destpê kir, lê a niha ev şoreş gerdûnî bûye ku hemû jin hemêz kirin. Min jî xwest ez bi hûnera şêwekariyê ev hevgirtin û mezinbûna şoreşê di tabloyên xwe de bînim ziman.”