Li Mexmûrê mîhrîcana 4’ê Nîsanê didome

Li wargeha penaberan a Mexmûrê 18’emîn Mîhrîcana Çand û Werzîşî ya 4’ê Nîsanê ku 4’ê adarê destpêkiri bû bi coşek mezin, bi pêşbirkên wênexêzî û satrancê didome.

Mexmûr – Her sal li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) bi boneya 4’ê Nîsanê roja ji dayîkbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, mîhrîcanek çand û werzîşî tê lidarxistin.

Wek her sal îsal jî mîhrîcana 18’emîn a Çand û Werzîşî ku 4’ê adarê bi turnovaya futbolê destpêkiri bû, bi pêşbirkên wênexêzî û satrancê berdewam kir.

Pêşbirka wênexêzî û satrancê di navbera dibistanên amadeyi de bi coşeke mezin hat lidarxistin. Her wiha mîhrîcan wê heta 4’ê Nîsanê bi çalakiyên cûr be cûr berdewam bike.