Kovara Jîneolojiyê bi dosyaya ‘Bakur’ di refan de ye

Hejmara 29. a Kovara Jineolojiyê bi dosyaya "Bakur" derket. Kovar behsa têkoşîna jinan a li erdnîgariya Kurdistanê dike.

Navenda Nûçeyan- Hejmara 29. Kovara Jineolojiyê ya ku her sê mehan carekê bi xwendevanan re dicive derket.

Kovara Jineolojiyê dosyayek bi sernavê "Bakur" çêkir û di vê hejmarê de xiste sernavê. Di hejmara dawî de bal tê kişandin ser têkoşîna jinên Kurdistanê.

Hemû sernavên hejmara nû ya kovarê wiha ne:

* Di Nalînên Jinan de Lêpirsîna Mêranî û Kolonyalîzmê

* Di Destrêşka  Netew Dewlet de Rêxistinkirina Destpêkê, Înkar, Îmha, Qirkirin

* Berxwedana Bê Dawî; Jinên Kurd ên ku ji destpêka sedsala 20’an heta salên 1970’î li berxwe didin

* Tovên Azadiyê

* Jinên Bûn Serhildan, Serhildanên Bûn Jin

* Bi Nagihan Akarsel re Hevpeyvîn û Kovara Jin û Kovargerî

* Di Qada Navneteweyî de Bandora Jinên Kurd

* Cihê Jinê di Sîstema Baweriya Elewî de

* Têkoşîna Jinên Kurd ji bo Rêveberiyên Herêmî

* Di Têkoşîna Jinê de Rola Kampanyayan

* Di Siyasetê de Rengê Jinê: Hevserokatî-Temsîliyeta Wekhev

* Cihê negirtî, Daxwaza Bêdawî ya Fetihkirinê: Epîstemolojîk

* Parçeyên Nû yên Serwerî û Dagirkeriya li Kurdistanê

* Berxwedana Jinên Kurd a li Girtîgehan

*  Wek Pratîka Sûcên Civakî li Bakurê Kurdistanê Ekolojî