Koma şehîd Serhed çanda Kurdî dide jiyîn

Jin û xortên ciwan ên Koma şehîd Serhed a muzîkê li amûran didin û stranan dibêjin. Endamên komê diyar dikin ku û pir kêfxweş dibin bi hunera xwe ya bi amûrên muzîkê û gotina stranan.

FEREH DAWÛD

Qamişlo- Jinên ciwan ku di 2018'an de tevli koma şehîd Serhed bûne, bi çand, huner, stran û bi cil û bergên xwe yên Kurdî xwe bi pêş dixin. Ev xewneke wan bû ku rojek ji rojan tevli komekê bibin û xeyalên dayik û dapîrên xwe pêk bînin. Yek jî çanda neteweyan, stran, dengbêjî û amûrên ku lêdidin temsîl dike. Stran jî hunera çanda gelan îfade dikin. Jin dema di aliyê çandê de pêşengiyê dikin, ev çand dewlemend dibe û her dem ber bi pêşerojê ve mayînde dibe. Çand parastina dîroka gelan e û yek ji wan koman koma şehîd Serhed e ku ji jin û xortên ciwan pêk tê. Ev kom bi stranên xwe yên Kurdî dixwazin dîroka xwe zindî bikin û hebûna xwe mayînde bikin. Koma şehîd Serhed li bajaroka Rimêlanê xwe bi rêxistin kirine û bi amûrên xwe di her munasebetê de stranên xwe dibêjin. Endamên koma şehîd Serhed girêdayî kar û xebatên xwe nêrînên xwe bi me re parve kirin. 

"Ev xewnek bû ji bo min ku ez rojek ji rojan tevli komekê bibim"

Zînê Ehmed Ebas da zanîn ku di zaroktiya xwe de ji dengbêjiyê hez dikir û wiha axivî: "Temenê min 15 salî ye ez ji navçeya Çilaxa ya girêdayî bajarê Qamişlo me ku weke endam di koma şehîd Serhed de me. Destpêkê berî ku ez tevli komê bibim min gelekî ji dengbêjan hez dikir min ji zaroktiya xwe ve distira. Ev xewneke min bû ku ez rojek ji rojan tevli komekê bibim û li ser vê bingehê ez di sala 2018'an de tevli karê çand û hunerê bûm. Ez wekî jinên ciwan cihê xwe di komê de digrim hem em alîkariya hev dikin hem jî em hêzê ji hev digrin. Em hemû jinên ciwan ên ku cihê xwe di koma şehîd Serhed de digrin, bang li her kesê ku dengê wî/wê xweş be, dikin ku çanda xwe bi pêş bixe û tevli xebatên çandê bibe."

"Em bi hunera xwe mayînde dibin"

Arîn Hesen Ebas diyar kir ku 3 sal in tevli koma şehîd Serhed bûye û wiha got: "Temenê min 15 salî ye û ev 3 sal in ez tevli koma şehîd Serhed a bajaroka Rimêlanê bûme. Di gava destpêkê de min li erbaneyê dida û heta dema niha jî ez li erbaneyê didim, hem jî alîkariya hevalên xwe dikim û bi wan re distirêm. Destpêkê min zehmetî dikişand lê bi demê re ez xweşik fêr bûm. Di hefteyê de em du rojan prova dikin, bi awayekî xweş tê meşandin û ev tiştekî gelekî xweş e ku ez di koma muzîkê de me. Em bi hunera xwe didin xuyakirin ku em jinên pêşerojê ne."

“Em çanda Kurdî didin jiyîn”

Rûken Hejar Omer da zanîn ku 12 kes di komê de ne û wiha axivî: "Ez ji navçeya Çilaxa me û temenê min 16 salî ye û ez weke endam di koma şehîd Serhed de cihê xwe digrim. Ez hem li defê didim hem jî stranan dibêjim. Em 12 kes di komê de ne, 7 hevalên jin in û 4 jî hevalên xort in. Hevalên me yên xort yek li tembûrê dide, yek li gîtarê dide, yek li kajonê dide û yek jî li daholê dide. Hevalên me yên jin du jin li erbaneyê didin û du jinên din jî stranan dibêjin. Em çanda Kurdî, di aliyê stran, huner û cil û bergên Kurdî de didin jiyîn.”