Rêwîtiya jinek bale ji Yemenê heta Rûsyayê

Hunermend Enîse Enîs ji perwerda baletê ya li Rûsyayê bigre heya avakirina navendeke çandî li Adenê, bi rêya zimanê laş û muzîkê, nasnameya çandî ya welatê xwe diparêze û li dijî astengiyên pîşesaziyê têkoşîneke mezin dimeşîne.

FATMA REŞAD

Aden – Jiyana hunermend û perwerdekar Enîse Enîs ji zarokatiya xwe ve bi hunerê re wekî qadeke afirînerî û derbirînê ve girêdayî ye. Ev girêdan veguheriye projeyek çandî ku armanca wê parastina nasnameya Yemenî û zindî hiştina mîrateya gelêrî ye.

Ji pêşandanên sade yên li ser ekranên televîzyonê di zarokatiyê de bigre, heya sehneyên damezrandî li Moskowê, ji perwerdehiya baletê li yek ji saziyen hunerî yên pêşeng ên cîhanê bigre, heya avakirina navendeke çandî ya ku armanca wê parastina mîrata Yemenê ye… Çîroka Enîse Enîs çîrokeke biryardarî û coşê ye, ku bawer dike ku huner ne luks e, lê amûrek e ji bo parastina nasnameyê û afirandina guhertinê.

Ji pêşandanên televîzyonê ber bi akademiya Moskowê ve

Têkiliya Enîse Enîs bi hunerê re di 6 saliya wê de destpê dike. Ew ji hêla mamosteyekî baletê yê Sûrî ve hate hilbijartin da ku wekî beşek ji komek keçên ji neteweyên cûda beşdarî pêşandanên zarokan bibe. Enîsa bi vî awayî qala wan rojan dike: “Me ji bo televîzyona zarokan pêşandan pêşkêş dikirin. Çîrokên mîna Sindrella û stranên Erebî yên cûrbecûr. Li wir şopên yekem ên evîna min ji bo hunerê dest pê kirin.”

Enîsa di nava gotinên xwe de dibêje ku bi demê re ev hewesa wê vediguhere projeyek jiyanê. Di dema dibistana navîn de, tevî nerazîbûnên destpêkê yên malbatê, ew tevlî komeke reqsên gelêrî dibe. Paşê, piştgiriya nivîskar û siyasetmedarê rehmetî Abdullah Bazib bû xalek girîng di jiyana wê de û bavê wê teşwîq kir ku piştgiriyê bide jêhatîbûna wê.

Piştî ku beşdarî Enstîtuya Hunerên Bedew bû, wê perwerdehiyek giran di warên wekî baleya klasîk, yoga û reqsên cîhanê de wergirt. Her çend wê ji bo xwendina endezyariya teknolojiyê navberek girtibe jî, paşê bi rêya xebata xwe ya li Wezareta Çandê vegeriya hunerê. Piştre wê bûrsek qezenc kir da ku li Enstîtuya Şanoya Bilind a Moskowê baletê bixwîne û bû yekane xwendekara jin a ku hat qebûlkirin.

Vegera li welat û avakirina pira çandî

Armancên Enîse tenê bi sehneyên navneteweyî ve sînordar nebûn. Piştî ku di salên xwe yên li derveyî welêt, bi taybetî li Swêdê, bi damezrandina dibistana “Anise Dance” di rêveberiya projeyên çandî de ezmûn bi dest xist, wê biryar da ku vegere Yemenê.

Di sala 2019’an de, wê “Navenda Huner, Çand û Mîrata Gelêrî” li Adenê ava kir. Enîse Enîs ji bo vê yekê dibêje: “Min hîs kir ku civak hewcedariyek mezin bi înîsiyatîfên ku çandê xurt dikin û mîrata gelêrî diparêzin heye. Ji ber vê yekê min xwest li Yemenê navendek biafirînim ku dê pira di navbera afirîneriya nifşên nû û rehên mîratê de çêke.”

Ji damezrandina xwe ve, navendê gelek çalakî lidar xistine. Di nav de kampên perwerdehiyê ji bo zarokan, perwerdehiya ûd û xetnivîsê, festîvalên destan û bernameyên hêzdarkirinê ji bo jin, ciwan û kesên xwedî pêdiviyên taybet hene. Her wiha pirtûkek weşandiye ku zêr û xemlên Yemenî belge dike û wan di bûyerên çandî yên Erebî de bipêş dixe.

Bi zimanê laş çareserkirina pirsgirêkên civakî

Enîse Enîs di “şanoya dansê ya modern” de, ango di warê zimanê laş de pispor bû. Wê ev warê ku wê li Swêdê bipêş xistibû, anî Yemenê û ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî û çandî bi kar anî.

Lê belê, ev pêvajo ne hêsan bû. Ji ber ku gelek ciwan ji bo îfadekirina xwe bi zimanê laş li ser dikê dudil bûn. Di encama hewldanên wê de, sê fîlmên dansê hatin hilberandin:

Fîlmê yekem li perestgehekê hate kişandin, mîrat û cihên dîrokî gihand hev (li Swêdê hate nîşandan).

Fîlmê duyem nivîsên ciwanan veguherand dîmenên dînamîk û muzîkal.

Fîlmê sêyem mijara zewaca zû (bêwext) vedibêje, lê hîn nehatiye weşandin.

‘Koroya Jinên Veşartî’

Yek ji projeyên dawî yên navendê, ‘koroya jinan’ e. Vê koroyê, li ser medyaya civakî nîqaşeke berfireh derxistiye holê, bi taybetî ji ber ku hinek jinên beşdar bi rûyên girtî (perdekirî) derketin ser dikê. Enîs li ser vê nîqaşê dibêje: “Keçên beşdar jixwe bi rûyên girtî bûn. Wan di dema kişandina fîlm de red kir ku rûyên xwe vekin. Erka min bû ku ez rêz li hilbijartinên wan ên kesane bigrim. Hîn jî kesên ku têgeha ‘hunermenda jin’ wekî nakokiyekê dibînin hene. Lê dîsa jî huner beşek ji çand û nasnameyê ye.”

Tevî hemû zext û rexneyan, ew bi biryar e ku projeyê bidomîne û destnîşan dike ku koroya jinan dê berdewam bike da ku stranên kevneşopî bi awayekî modern û li ser platformên navneteweyî bide naskirin.

Projeya pêşerojê û metodên nûjen

Enîse Enîs di dawiyê de projeyek nû bi navê ‘Xezîneyên Adenê’ ragihand. Ev proje, ku bi hevkariya weqfa "Afak" (ku piştgiriya çand û hunerê li cîhana Erebî dike) tê meşandin, armanc dike ku yekem studyoya anîmasyon û fîlman li Adenê ava bike. Armanca sereke ew e ku mîrata herêmî bi karanîna teknolojiyên nûjen were belgekirin û bi awayên balkêştir û înteraktîftir pêşkêşî nifşên nû bê kirin. Ji bîranînên baletê yên li Moskowê bigre heya projeyên çandî yên li Adenê, Enîse Enîs bawer dike ku huner dikare krîzan derbas bike û qadên nû yên hêvîdar biafirîne.