Koma Keçên Xor ên Silêmaniyê dibistana seretayî xwemilandin

Koma keçên xor a ji 18 jinên ciwan pêktê, dibistana Bekrecû ya seretayiya bajarê Silêmaniyê kirine cihek aram û xweş. Keyfa xwendevanên seretayî gelek ji vê koma ciwanan re tê û ji aliyê rêveberiya dibistanê ve sipasname hat dayîna koma ciwanan.

TERZE TEHA
Silêmanî- Koma keçên xor ku tê wateya koma keçên rojê xebatên xemla dibistanên seretayî dane despêkirin. Keçên ciwan ên li gorî derfetên xwe ketine nava vê xebatê piştî du mehan karin bi awayek serkeftî dibistana seretayî ji bo zarokan nû bikin û zarok bikarin bi awayek keyfxweş herin dibistanê. Jinên ciwan gelek keyfxweşin ku karine ji bo zarkên li dibistanan tiştekê bikin. 
Peyam Ehmed a ku zanîngeh qedandiye û nehatiye tayinkirin yek ji damezrênerên koma keçên xore û di destpêka sala nu ya xwendinê ve birazaya xwe dibe dibistanê, lê belê dibistan gelek kevin û dure ji xwendinê. Peyam li ser dibistanê dikire û biryar dide ji bo kêfxweşiya xwendevanan dibistanê nû bike. Peyam bi rêya tora civakî li ser Istegramê daxwaza alikariya madî û kesên xwebexş dike ku hewil bidin ku vê dibistanê nûjen bikin. Di demek kin de 18 jinên ciwan li hev kom dibin li gel dû kompanya, dayik û bavan û çend xwendevananê wênesaz bi hev re dest bi nujenkirina dibistanê dikin. Di destpêkê de pilana wan ew bû ku tenê dû refên yek yên dibistana seretayî bi xemilînin û nujen bikin, lê belê piştre ji jimara zêde ya alîkariyê 12 ref bi wêneyên xweşik nujen kirin. Paşê jî dayik û bav pare kom kirin mêzên dibistanê nu kirin. Armanca dayikan ewe ku dayik û bav giringî bidin cihê xwendina zarokên xwe.
“Armanca me keyfxweşiya zarokan e”
Peyam keyfxweşiya xwe tîne ziman û dibêje: “Armanca me ya giring ewe ku zarok bi keyfxweş biçin refên xwe de di jingehek paqij û xweşik de bikarin bi xwînin. Em gelek keyfxweşin tu tiştek nabe keyfxweşiya zarokan. Heta niha jî zarok fêrî tiştek wisan nebûne ku wê kesek tiştekê bê beramber ji bo wan bike.”
Koma keçan ya xor ji ber vê pirojeyê hatiye avakirin, rojane di saet 8’ê siharê heta piştî nivro kar kirin û ref bi wêneyên cûr be cûr û reng û reng nexşandine, dema ku karê xwe di tora civakî de belav dikin xelk gelek pê keyfxweş dibin û jêre dibêjin hun ev jinên ciwan we çawan kariye van hemû karan bikin.
Aya Goran a wênesaz di her refekê de mijarek cûda kiriye wêne, wêneyên her refekê behsa mijarek cûda dike û bi xwe yek ji endama koma xore û bi xwe di dema zarokatoya xwede li vê dibistanê xwendiye got: “Dema ku min tora civakî de dit ku ew dibistana min têde xwendiye, ez gelek keyfxweş bûme ku kedek ya min di vê dibistanê de hebe û em ji nuve ciwan bikin ku xwendevan bi karin bi awayek keyf xweş werin dibistanê.”
Niha ref bûne cihê xwendinê, bi wêneyên cûda û rangîn hatiye neqişandin Reyhan Hekîm yek ji endamên koma keçên xore dibêje: “Me hewil daye wêne li gel asta xwendevanan û waneyan guncaw be her refek li gora temen û asta refê me wêne çêkirine, dema ku lê were temaşekirin nêzîkî xwendinê be û keyfa xwendevanan ji xwendinê re were.”
Mestan Hekîm dibêje: “Pêwîste hemû tiştên di refê de bi xwendinê re guncaw be ku keyfxweşiyekê ji zarokan re çêdike zarok paqij hêlana dibistana xwe weke erkekê dibînin.”
Piştî karê dû mehan li dibistanê, koma keçên xor pilan dikin ku karên xwe yê nujenkirina dibistanan bi domînin. Piştî nujenkirina dibistanê ev kom ji aliyê rêveberiya dibistana seretayî ya Bekrecû ve bi merasîmekê sipasname dan wan.