Li qada Jina Azad pêşengeha li dijî tundiyê hat nîşan dan

Rêxistina Kongreya Star a herêma Firatê di çarçoveya roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya ser jin de li Kobanê pêşengeha wêneyan organîze kir.

Kobanê - Di çarçoveya rêzeçalakiyên rêxistina Kongreya Star yên bi wesîleya roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya ser jin, îro di bin silogana "Têbikoşe, dagirkerî û tundiyê têk bibe" li qada Jina Azad pêşengeha wêneyan hat vekirin.
Pêşengeha ku wê rojekê berdewam dike ji 35 taboloyên ku hatine xêzkirin û çap kirin pêk tê. Tablo di derbarê jinên ku rastî tundiyê tên, jinên ku li hember tundiyê ser hildidin, her wiha wêneyên jinên têkoşer ku bi rê û rêbazên cuda jiyana xwe ji dest dan weke Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl, Hevrîn Xelef, Hind, Saide û hwd hatin nîşan dan. Ji bo serdana pêşengehê şêniyên Kobanê, Rêveberiya Xweser, sazî û rêxstinên civaka sivîl û partiyên saiyasî berê xwe dan Qada Jina Azad. 
"Em dixwezin asta tundiyê nîşan bidin"
Ji komîteya amedekar û endama Koordînesyona Kongreya Star ya herêma Firatê Newroz Mislim, ji ajansa me re behsa pêşengehê kir û got: "Me weke Kongreya Star ji bo roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya ser bernameyek derxist. Li ser vê bingehê meha Mijdarê bi çalakiyan dagirtiye ku ji rêzeçalakiyên me ya îro pêşengeha wêneyan e. Em dixwezin bi riya vê pêşengehê rewş û asta tundiya li ser jinan nîşan bidin, bê guman ne tenê tundiya fîzîkî her wiha rêbazên din yên tundiyê jî. Her wiha me wêneyên hevriyên xwe yên ku di encama êrîşên dewleta tirk û çeteyên wî de jiyana xwe ji dest dan, daliqandin e. Ev jin pêşengiya têkoşîna azadiya jin û civakê dimeşandin, ji lewra dewleta tirk ew hedef girtin. Lê em bi van çalakiyên xwe teqez dikin ku asta têkoşîna me ya li hember tundiyên roj bi roj mezintir dibe."
"Divê em roj bi roj têkoşîna xwe mezin bikin"
Her wiha endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Almaz Romî ku serdana pêşengê kir got: "Îro Kongreya Star li cihekî pîroz, qada Jina Azad ev çalakî li darxistiye. Ev qad ji bo me jinan cihekî gelek bi wateye ji ber ku asta berxwedanî, têkoşîn û pêşengiya jin ya di nava şerê Kobanê û Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de nîşan dide. Dema mirov li wêneyên di pêşengehê de dinêre, asta tundî, êş û zordariya ku li ser jin tê meşandin hîs dike. Ji ber vê ev pêşengeh peyameke xurt e ku mirov rêbazên têkoşîna li dijî tundiyê raghîne. Ji lewra divê ku jin roj bi roj têkoşîna xwe mezintir bikin û xwedî li xwe derkevin."