Rojnameya Dengê Jinên Suryan yek salî ye

Rêveber û edîtora rojnameya Dengê Jinên Suryan Şam Qiryo sedsala 21'ê wekî serdema jinan pênase kir û bilêv kir ku çimkî di vê serdemê de qêrîna jinan li hember desthilatdariyê û hişmendiya mêr û dewletê bilind bû û gelek destkeftiyên ku xewin bûn bi dest bixin hatin bidest xistin û got: “Di serdema 21'ê de me yekem rojnameya Dengê Jinên Suryan di roja têkoşîna li hember şîdeta li ser jinan de, weşand.”

 
SORGUL ŞÊXO
Hesekê - Jinên Suryan wekî jinên Kurd, Ereb û hemû neteweyên din para xwe ji hişmendiya mêr girtine û her bi şîdetê re rû bi rû mane. Jinên ku ji aliyê dewlet û civakê ve tên şikandin, ji nû ve serî hildidin û li hemberî vê şîdetê bi rê û rêbazên cuda li ber xwe dan. Ji lewre bi derbasbûna dîrokê re ji ber ku rojname, radyo, tv ango malperên girêdayî Suryaniyan tunebûn, nikaribûn polîtîkayên ku Osmaniyan û civakê li hemberî jinên Suryan didan meşandin, ji cîhanê re raghandana. Serpêhatiyên ku hatine jiyîn tên gotin lê wêneyekî ku wê teqez bike tune ye. Di sedsala 21'ê de rewş bi temamî hatiye guhertin. Ev yek tenê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rengê jinên Suryan ê didin sazî û dezgehên cihê biryarê, tê dîtin. Bi destpêkirina şoreşa 19'ê Tîrmehê re jinên Suryan wekî jinên Kurd û Ereb pêşengî kirin û heman wextê jî di avakirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de jî cih girtin. Di şoreşa ku 9 sal di ser de derbas dibe de, jinan gavên ku bi hezaran sal ji bo wê têdikoşiyan, avêtin û bûn jinên ku dikarin welatan birêve bibin. Gaveke din a dîrokî jî hat avêtin ku di vê serdemê de ango sedsala 21'ê de, Yekem Rojnameya (Enxidwana) ango Dengê Jinên Suryan tê çapkirin û ev salek e digihîje ber destên xwendevanan. Rêveber û edîtora rojnameya Dengê Jinên Suryan û Şam Qiryo ji me re behsa xebata rojnamê kir.
“Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rengê jinên Suryan” 
Şam Qiryo got ku beriya destpêkirina aloziya Sûriyeyê tu hebûneke jinên Suryanî yê cihêreng di warê civakî, aborî û siyasî de tunebû û wiha domand: "Tenê rola jinan di saziyên rejîmê de wekî robotan bû, tevî ku jinên Suryan mamoste, bijîşk, dozger û parêzer bûn jî pir dûrî xebatên siyasî bûn. Lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rengekî jinên Suryan ê nû û cihêreng derket hole. Ji ber ku di sazî û dezgehên cihê biryarê de cih girtin û bûn xwedî biryar. Her wiha niha jinên Suryan hevkarên çalak in, di çareserkirina dozên ku civaka wan eleqedar dikin de. Di heman wextê de jî hewl didin civakeke demokratîk ava bikin, aştî û edaletê pêk bînin."
“Ne destûr ne jî dadgehên rûhî jinên Suryan parastin”
Şam da zanîn ku ne destûrê jin parastin û ne jî dadgehên rûhî yên dêrên Suryaniyan û wiha pêl da gotinên xwe: "Ji ber ku civaka me civakeke şerqî ye, li ser hişmendiya baviksalarî mezin dibe, ne di destûra Sûriyê de bendeke ku mafên jinên Suryan biparêze û misoger bike heye, ne jî dadgehên rûhî yên dêrên me yên Suryaniyan wan diparêzin. Lê niha jinên Suryan di hemû movikên jiyanê de cih digrin û di nivîsandina reşnivîsa hevpeymana civakî ya Rêveberiya Xweser de, siyasî, aborî û di hemû waran de û ya herî girîng di warê leşkerî de cih girtine."
“Kovara Îşraqat Eştarût 13 salan weşana xwe domand”
Şam behsa armanca Yekitiya Jinên Suryan ji çapkirina Rojnameya Dengê Jinên Suryan (Enxidwana) kir û wiha dirêjî da gotinên xwe: "Yek ji daxwazên me ew bû ku wekî Yekitiya Jinên Suryan rojnameyeke me ya taybet hebe ku bibe dengê me û dengê me bigihîjîne hemû neteweyên din û bandoreke me çêbibe. Beriya niha min zêde rojname û nivîs dixwendin û meyleke min di warê rojnamegeriyê de jî hebû. Ji lewre roj bi roj min ev di hundirê xwe de mezin kir. Birayê min Yaqûb Qiryo bêyî piştgiriya dewletê ango saziyeke din Kovara Eştarût di sala 2001'ê de derxist û li ser asta welatên Ereban û cîhanê dihat belavkirin. Wê demê min hemû nivîs, gotar û analîzên ku dihatin dixwend û li gorî pêwîstiyê di Kovarê de diweşandin. Kovara Eştarût 13 salan bêyî navber dihat çapkirin û digihîşt destên xwendevanan lê ji ber sedema wefata birayê min rojname hat rawestandin. Ji ber ku kovar kovareke fikrî û berfireh bû her wiha ji ber rewşên siyasî yên li Sûriye û Lubnanê û astengiyên heyî, me nikaribû hejmareke nû ji kovarê derbixin."
“Di 25'ê Mijdarê de yekem hejmara Rojnameya Dengê Jinên Suryan” 
Şam da payin ku ne ku rojnameyên heyî nabin dengê Jinên Suryan lê armanca wan ew e ku rojnameyeke bi dengekî me yê taybet hebe û wiha domand: "Bi giştî jin divê tiştekî wan ê taybet bi wan hebe ji lewre Rojnameya Dengê Jinên Suryan ji vê yekê tê ku em dixwazin dengekî me yê taybet hebe û were nasîn. Di dîroka 25'ê Mijara 2020'an de Roja Têkoşîna Şîdeta li ser Jinan, me dest bi çapkirin û belavkirina yekem hejmara Rojnameya Dengê Jinên Suryan kir. Yekem hejmara ku me derxist, wekî tecrube bû lê tecrubeyeke serkeftî bû, xwendevanan jî pir ecibandibûn. Me di vê dîrokê de dest bi çapkirina rojnameyê kir, ji ber rojeke pir girîng ji jinan re ye. Mijarên ku me di vê hejmarê de anîne ziman hemû girêdayî şîdetê û rengê wê bûn her wiha li ser mijara çawa jin ji xwedawandiyê ketin rewşa koletî û şîdetê re em rawestiyan."
“3 mehan carekê tê çapkirin û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê belavkirin”
Şam da xuyakirin ku ev salek e ew bi tena xwe rojnameyê amade û çap dike û digihîjîne ber destên xwendevanan û wiha pêde çû: "Ez pir zehmetiyan dikşînim bi taybetî di dema çapkirina rojnameyê de û kêmkirina hejmara tîpên analîzan û di hinek cihan de hin tişt li ser gotaran zêde dikim lê ez ji nivîskarê re dibêjim ku min li ser gotarê, hin tişt zêde kirine. Rojname li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji Reqayê heya Dêrikê tê belavkirin û ji çar rûpelên ku mijarên çandî, civakî û siyasî di nava xwe de dihewînin, pêk tê. Rojname her 3 mehan çarekê tê çapkirin ango di salê de çar hejmar derdikeve û digihîje destên xwendevanan. Têkiliya ku jinan nîşanî rojnameyê da, pir xweş bû di vê salê de. Nivîskarên rojnameya me jî ne tenê jinên Suryanî ne, jinên Ereb û Şîşanî jî hene. Mînak her sê mehan carekê em rojnameyê çap dikin û her carekê 300 hejmar derdixin. Mînak dema ku 300 tê belavkirin, em meha piştî wê 400 çap dikin."
“Bi derketina înternetê re gelek ofîsên xwendinê hatin girtin”
Şam got ku piştî derketina înternetê xwendina rojnameyan pir kêm bûye û wiha domand: "Piştî derketina înternetê û peydakirina rojname û kovaran li ser wê, gelek ofîsên xwendinê hatin girtin. Daxwaza min ew e ku ciwan vegerin rojnameyên çapkirî bixwînin û dest ji yên li ser înternetê berdin. Rojnameyên çapkirî demeke dirêj tên bikaranîn û veşartin lê yên li ser înternetê ne wisa ne. Ji lewre divê ku berî her tiştî em li çanda xwendinê vegerin, destpêkê ji bo kesayeta me û paşê ji bo xizmeta civakê. Ya herî girîng jî ew e ku dengevedanek di nava civakan de çêbike."
“Salek di ser çapkirina rojnameyê re derbas dibe”
Şam bi vê gotinê dawî li axaftina xwe anî: "Di sedsala 21'ê de Yekem Rojnameya Dengê Jinên Suryan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat çapkirin. Bi derbasbûna salekê re li ser derxistina rojnameyê, em vê gavê pîroz û serkeftî dibînin. Jina Suryan jineke rewşenbîr e û di vê pêvajoyê de wê bêtir bixebite da ku dengê xwe bigihîjîne hemû cîhanê."