Kevneşopiya teşî ya ku tê jî bîrkirîn 50 sal e didomîne

Zeynep Akila 50 sal in kevneşopiya teşiya di 10 saliyê de ji dayika xwe fêr bûye didomîne, diyar dike ku wê teşîrêsî nîşa neviyên xwe jî kiriye.

MEDİNE MAMEDOGLU
Şirnêx - Zeynep Akil a 60 salî li Şirnexê dijî, kevneşopiya teşiyê ku bi demê re weke gelek amrazên çandê tê jibîrkirinê didomîne. Zeynep Akila hiriya mehên havînê ji miyan dihat birîn, bi teşî ya ku ji daran çêdibe, vediguherîne tayên rast û bê navber, bi salane teşîrêsiyê didomîne. Zeynep Akil ji tayên guherandiye gore, mehfûr, balge, zengil û xemlên malê çêdike. Zeynep Akil diyar dike ku hiriya miyan û mûyê bizinan, di hilberîna teşîrêsiyê de têne bikar anîn, wekî berê bi hêsanî nayên girtin û teşiyê wekî perçeyek girîng a çandê şîrove dike. Zeynep Akil dibêje ku ew hewl dide êşa zarokên xwe yên wenda kirî bi teşîrêsiyê sivik bike , tekez dike ku kevneşopî wekî berê nayê zindî kirin.
"Tayên ku em dirêsin, li her derê kêrî karê me tê" 
Zeynep Akil a teşiya xwe bi sebir dizivirîne û karê xwe bi pîspor dike wiha got, “Hiriya me ji miyan kiriye li ser texte yê gilovêr dipêçin, dûvre em hiriyê bi zivirandinê tenik dikin û tinîn rewşa ta. Tayê em çêdikin hem pir xurt e û hem jî li her derê dikare were bikar anîn. Pêwîstiya me bi van tayan heye ku em gore, turik û tiştên din çêbikin. Em werîsên ku ji bo ajalên xwe bikar tînin bi berhevkirina van tayan diafirînin. Bi kurtasî, li her derê kêrî karê me tê."
"Ez teşirêsî ji dayika xwe fêr bûm" 
Zeynep Akil bibîrxist ku ew çanda teşîrêsiyê ji dayîka xwe hîn bûye û wiha dom kir: “Min di 10 saliya xwe de dest bi vî karî kir. Dema dayika min teşî dirist ez li kêleka wê dirûniştim û min hewl da ku ez fêr bibim. Piştî fêrbûnê, min bi xwe jî dest pêkir. Ez hatim vî temenî, hîn teşiyek di dîwarê mala min de daleqandiye, kengê hewcedariya min bi ta hebe, ez çêdikim. Ez tiştên ku dizanim ji zarokên xwe re vedibêjim. Ger hûn niha lê binihêrin, li cihê em dibînin ji bilî min kes çênake. Ew destnîşan dike ku tenê koçer vê kevneşopiyê didomînin.”
"Ez bi çêkirina teşî êşên xwe ji bîr dikim" 
Zeynep Akila ku bilêv kir ku ew bi van karan êşa zarokên xwe yên wenda kirî sivik dike û got: “Dema ez teşiyê dirêsim, serê min hinekî mijûl dibe. Berê min bi stran gotinê ev kar dikir, niha ez ji ber êşên xwe dema teşiyê dirêsim stranan nabêjim. Bi vî karî, ez hem xwe mijûl dikim û hem jî kevneşopiya ku ji dayika min maye ji bîr nakim.”