Keleha Necm li benda nivîsandina dîroka xwe ye

Keleha Necm a ku bi hemû heybeta xwe re, bi sedsalan e li ber Çemê Firatê li ser piyan e tevî ku bi sedan caran rastî talan û dagirkeriyê jî hat, efsûna xwe ya dîrokî diparêze.

 

SUHAM AKMAN
Minbic- Keleha Necm a li ser Çemê Firatê hatiye avakirin; 115 kîlometre dûrî bajarê Helebê ye. Li ser gireyekî li kêleka Firatê cih girtiye û bi rastî jî bi heybeta xwe wekî girek xuya dike. Li gorî gotin û çavkaniyan, dîroka Keleha Necm vedigere sala 68’an a piştî mîladê. Keleha ku bi sedsalan berê hatiye avakirin, bi hemû heybeta xwe, li maye û heta roja me ya îro maye. Bi avahîsaziya xwe mirov heyran dihêle. 
Her çiqas avakarên destpêke yên keleha ku bi êrîş û şeran gelek caran dest guhertiye nayên zanîn jî di her hewldana dagirkeriyê de zirarek dîtiye yan jî tiştek lê hatiye zêdekirin. Hundirê keelhê bajarekî biçûk tîne bîra mirov. Keleha ku bi xan, hemam, kargeh, firin, bi taybetî bi hespan ajalên xwedîkirinê û bi dehan jûrên xwe hê jî li ser piyan e bi mantiqa xwe ya avakirinê îşaret bi jiyana kolektîf dike, avahîsaziya xwe bi hemû xweşiktiya xwe re dide xuyakirin.
Şopa her çandê heye
Hat ragihandin ku keleha tê gotin PZ. di sala 941’ê de bi êrîşa Hamdanogullarî dîwarê kelehê hatiye çêkirin, bi malbata Selahedînê Eyûbî re jî girêdayî ye. Keleha ku derdora wê bi 3 sûran dorpêçkirî ye, ji navenda Minbicê yan jî ji Sirina girêdayî Kobanê li ser Çemê Firatê bi rêwîtiya keştiyan dikarin xwe bigihîjînin. Nûjenkirina wê bi şeklê çargoşe, ji Bakur ber bi Başûr 95 metre dirêj û dîsa ji Bakur ber bi Başûr 64 metre firehiya wê ji aliyê Nûredîn Zengî ve hatiye çêkirin. Keleh, bi dîwarekî mezin ku bi xendeka mezin a li ser zinar hatiye kolandin ve hatiye dorpêçkirin. Keleha Necm ku wek Keleha Heleba dîrokî xwedî heman derî û taybetmendiyên kevirî ye; bi avahîsaziya xwe re jî Keleha Heleba dirokî tîne bîra mirov. Li derdora kelehê û qada hundirê wê ji derveyî nivîsên Erebî sembolên cuda jî cih digrin. Hema bêje her komên xwedî çand ên ku riya wan ketiye kelehê, ji xwe şopek hiştine.
Dîroka wê hê jî nehatiye nivîsandin
Herî dawiyê, Keleha Necmê ya ku piştî paqijkirina bajarê Minbicê ya ji DAIŞ’ê ket bin parastinê, ji bo ji aliyê xezînegeran ve zirarê nebîne hatiye girtin. Ji bo kesên ku dixwazin serdana wê bikin deriyên wê jî ji aliyê erkdaran ve tên vekirin. Ji xeynî agahiyên giştî, ji bo berhevkirina agahiyên der barê dîroka giştî ya Keleha Necm de hê xebateke cidî nehatiye kirin.