“Kêfxweşiyên min bûn hêrs, xeyalên min jî di tarîtiyê de fetisîn”

Yildiz Çakar dibêje; “Salên ku ez nizanibûm bi Kurdî binivîsînim, min helbestên Tirkî nivîsandin. Min çawa dest bi nivîsandina bi Kurdî kur, hem Kurdiya min a bîra zarokatiya min, hem jî bîranînên min yek bi yek zindî bûn. her ku min bi zimanê xwe yê dayikê nivîsî min hîs kir ku aliyên min ên kêm temam dibin.”

 
 ZEYNEP AKGUL 
Ankara- Hin kes ji me carna ji ber fikrên xwe, carna ji ber nivîsên xwe, carna ji ber nijada xwe, carna jî ji ber zextên civakî neçarî koçberiya bi zorê yan jî bi dilxwazî dibin. Yek ji wan jî Yildiz Çakar e. 
Yildiz Çakar, dema 15 salî ye, neçar dimîne bi malbata xwe re Amedê biterikîne. Çakar wiha behsa îşa wê koçberiyê dike: 
“Di salên 1990'an de em jî yek ji malbatên Kurd ên rastî êrîşa failê wê nediyar hatin bûn. Di temenê zarokatiyê de min ji pişt, mil û parsûyên xwe ji 20’an zêdetir derbên kêrê xwar. Bi van birînên ku dê ji aliyê fizîkî û ruhî ve tu carî bandora neqede, ez hê jî dijîm. Piştî wê êrîşê ez “normal” nebûm. Kêfxweşiyên min bûn hêrs, xeyalên min jî di tarîtiyê de fetisîn.”
Em bi Yildizê re li ser rewşa bêwarî-bêwelatîbûnê, dema bi Kurdî yan jî bi Tirkî dinivîsîne guherînên pê re çêdibin û çîroka wê ya destpêkirina karên wêjeyê axivîn.
•Yildiz Çakar kî ye? Hûn dikarin ji me re hinek behsa xwe bikin?
Ez ji Qerejdaxa Amedê me. Têkiliya min zû bi helbestê re çêbû. Meraqa min ji mîtolojî û xeyalên zanistî re heye. Ji zarok û pisîkan hez dikim, wekî di dema wan de bijî hîs dike û li dengbêjan guhdarî dike. 
•Di hepveyvîneke xwe de te gotiye; “Ez hê 15 salî bûm, bi malbata xwe re bi lingên pêxas û bi xwîn me ji Amedê koç kir. Pênaseya vê koçberiyê tune ye... Tişteke wisa bi hovîtî û bê pênase ye ku tu nikarî jê re bibêjî tirsnak jî.” Te çi jiya Yildiz?
Hinek tişt nikarin werin pênasekirin. Der barê vê mijarê de tenê carek axivîm, niha dema behsa kul û birînên kevin dikim ruhê min giran dibe. Tenê dikarim vê bibêjim; di sala 1990’an de wekî gelek malbatên Kurd em rastî êrîşa kiryar nediyar hatin û dê wê dema ku ez hê zarok bûm de, ji pişt, mil û parsûyên xwe ji 20’î zêdetir derbên kêrê xwar. Ez hê jî bi van birînên ku dê ji aliyê fizîkî û ruhî ve tu carî bandora wan derbas nebe re dijîm. Em tu carî venegeriyam mala xwe ya ku me ew roj terikand, heta em qet neçûn wê taxê jî.
•Piştî wê êrîşê di jiyana te de çi guherî?
Gelek tişt guherîn. Berî her tiştî ez qet “normal” nebûm. Kêfxweşiyên min bûn hêrs, xeyalên min jî di tarîtiyê de fetisîn. Ez kesek bêdeng, bi aram û bê hêrs bûm lê piştî wê bûyerê ber bi bîstsaliya xwe ve bûm kesek bi hêrs, îsyankar û nelihev.
“Tevî ku ciheke çûyînê tune ye jî hûn neçar dimînin biçin”
•Derketina ji cihê tu lê hatî dinyayê... Gelo ji bo te cawa bû?
Ji bo min mala mirov, tê wateya erdnîgariya mirov lê dijî. Ji ber vê yekê koçberî û penaberî, tê wateya parçebûyînê. Tu di nava cihê lê çêbûyî û cihê tu neçarî biçî de parçe dibî. Ez koçberiyê, carna dişibînim dareke ku li çolê bi tena serê xwe maye, carna jî çûkek ku ji refa xwe veqetiyaye. Xaleke kûr a zor û giran heye. Em nikarin behsa wê xala kûr û kor bikin, binivîsînin. Hûn neçar in biçin, tevî ku ciheke hûn biçinê tune ye jî lê dîsa jî hûn derdikevin rê û nediyar e hûn diçin li ku...
“Huner û wêje mala ruhê birîndar e”
•Kesên ku di wêjeya Kurdî de şopên kûr hiştine, jiyana xwe li koçberiyê derbas kirine. Hûn vê rewşê ji aliyê wêjeya Kurdî ve çawa dinirxînin? 
Ne tenê wêjeya Kurdî, di wêjeya cîhanê de jî ev wiha ye. Mînak îro dema em li wêjeya Almanî dinêrin dibînin ku romanên herî baş, helbest, lîstik li koçberiyê hatine nivîsandin. Ez koçberiyê wekî birîndariya ruhî dibînim. Ruh ji bo ku nemire li ber xwe dide, berxwedan jî bi dîtin û afirandina riyên nû ye. Wêje û huner malên ruhê birîndar in. Wiha xweşik dibin, wiha mezin dibin.
Di makaleya ku min a beriya du salan nivîsîbû de min wiha behsa koçberiyê kiribû: 
“Li herêmên ku baran li wan zêde dibare, dar bi bahozan ji koka xwe ve dişkên, dikevin lê li çol an jî cihên zuha, dar ji bo avê bibînin kokên xwe bera kûrahiya axê didin ku ev rewş van daran li dijî bahozên dijwar jî diparêze, naşikên, natewin. Ez jî di vê mijarê de xwe wekî dareke li çolê dibînim.
•Te çawa berê xwe da nivîsê?
Ji ber ku xwendin û nivîsandina mezinên malbata min hebû, hebûn û rengîniya rojname û pirtûkên li mala me, helbest, stran û wêjeya devkî, bûn sedem ku ez zû hînî nivîsê û çanda me re dewlemend bibim. Bandora dayika min a ku helbest dinivîsî û hê di dibistana seretayî de xwendina romana “Ana” Dayik a Pearl S. Buck, pir bandorê li ser min çêkirin. Helbest, parçeya herî mezin a jiyana min e lê nivîsa serbest û nivîsên min ên xeyalî, bi rojnamegeriyê dest pê kirin. 
“Her ku min bi zimanê xwe yê dayikê nivîsî, min hîs kir ku aliyên min ên kêm temam dibin”
•Te gotiye;  “Ez bi kurdî dijîm. Dixwazî li Berlînê, dixwazî li Enqere yan jî li cihekî din, ez bi kîjan zimanî biaxivim jî heta ez di serê xwe de tercumeyê Kurdî nekim, fêm nakim.” Dema tu Kurdî yan jî bi Tirkî dinivîsî bi te re çi diguhere? Zoriyên wêjeya Kurdî çi ne?
Salên ku ez nizanibûm bi Kurdî binivîsim, min helbestên Tirkî nivîsîn. Dema ku min dest bi nivîsandina Kurdî kir, hem Kurdiya min a di bîra min a zarokatiyê de, hem jî bîranînên min yek bi yek zindî bûn. Her ku min zimanê xwe yê dayikê nivîsî, min hîs kir ku aliyên min ên kêm temam dibin. Carna ji ber rewşên neçarî ez bi Tirkî dinivîsînim lê ji ber ku ez nikarim mantiqa wê tercume bikim, rewşên pêkenokî derdekevin holê. Kesek ku gotinên Kurdî tercumeyê Tirkî dike diaxive û dinivîse li cihê bibêje “Li dû min tê” dibêje “Daye pey pişta min tê” Gotin û hevokên wiha şaş hûn dikarin ji min jî bibihîsin. 
Ji bo min nivîsîna bi Kurdî zor nîn e. Heta di du salên dawiyê de dema ez nivîsên xwe yên li zimanên din hatine tercumekirin dixwînim, dîmenê zimanê di awêneyan de dibînim. Kurdî zimanekî xweş û dewlemend e. Tevî ku pêşî li sazîbûyîna wî hatiye girtin, hewqas hatiye înkarkirin, ewqas hatiye înkarkirin jî dewlemendiya xwe parastiye. 
Ji ber zoriyên li pêş zimanê Kurdî, ji bo zarokên Kurd tunebûna perwerdeyê, kêmbûna xwendin û nivîsandina bi zimanê Kurdî; nivîsên me nagihîjin civaka me û nayên xwendin. Em behsa zimanekî ewqas xweşik û wêjeya wê dikin lê zimanê me yê perwerdeyê cuda ye. Ger ku cîhana hîsî û xeyalî ya zarokek bi zimanê wê yê dayikê xwedî nebe û teşe negire, di demên li pêş de dê ew zarok, cîhana hîsî û xeyalî ya di nava pirtûkeke Kurdî de nebîne, tênegihîje. Ev zehmetiya herî mezin e. Sedema vê yekê ya herî mezin asîmîlasyon û nebûna mafê perwerdeyê ye. Her wiha bifikirin, ji ber ku hûn bi zimanê xwe yê dayikê diaxivin, pê li we dikin, we dikujin û înkar dikin. Ger ziman tune be wêje jî nabe. Hebûna mala her neteweyê zimanê wê ye.   
“Tu kes nikare me mehsûlê hestiyê parsûyê xwar ê mêr bibîne”
•Wekî jinek, li cîhana wêjeyê ya ku mixabin bi zimanekî nêr hatiye avakirin û tehemulê dengekî din nake jiyan pir zor e... Tu bi hebûna xwe ya li vê cîhana wêjeyê, zorî û zehmetiyên çawa dijî?
Pergala em lê dijîn, ya desthilatdariya mêr e. Dewlet, pergal, heta pirtûkên pîroz hemû li gorî pergala mêr in. Wê demê dayika em afirandine li ku ye? Ya ku teşe daye jiyanê, bi deng û rengê xwe xemilandiye jin e gelo ew li ku ye? Pirsên me zêde ne û em li bersivan digerin. Tu kes nikare me mehsûlê hestiyê parsûyê xwar ê mêr bibîne. Bêguman hemû qadên jiyanê ji bo jinan zor in. Her roj li kolan, mal, cihên kar jin tên kuştin. Dema em li hejmara wan dinêrin, dibînin ku zorî tenê li qada wêje û hunerê nîn e. Çi dem pergala desthilatdariya mêr dikeve xeterê berê xwe didin jinan.
Piştî ku romana min a destpêkê hat weşandin, min pergala sazbûyî ya mêr baştir dît. Xebata desthilatdariya mêr a bi organîze, li her derê bicihkirina kesên ku ji bo wan bê zirar û îtaetkar in û wekî koroyek pesindayîna wan a ji bo hev, tenê têkildarî vê roja me nîn e, li pişt vê planek mezin û tarî heye. Di nava wan de “helbestvan” û “nivîskarên” ku zirarê nadin desthilatdariya wan, cîhan bişewite jî dengê xwe dernaxin hene. Di rewşeke wiha de jineke ku xwedî îdia be û ji pergala derdorê re îtaet neke, di riya bawer dike de biçe, tiştên ku rast dizane bibêje, tê wateya ku dê gelek tişt werin serê wê.
Ji bo pêşî li karê tu dikî bigrin, serî li her rê û rabazê didin, hewl didin te ji riya te derxin. Çi were bîra we dikin lê ji ber ku roj bi bêjingê nayê girtin divê tu dev jê bernedî. Belê sansur kirin, min asteng kirin lê van yekan min di nava cîhana nivîsê de mezin kirin. Ji bo tu bigihîjî ronahiyê divê di tarîtiyê de bi rê ve biçî. 
•Hêza Yildiz Çakar a jiyanê û wekî nivîskar xalên ku tu ji wan îlham digrî çi ne?
Baweriya min a bi başî û ronahiyê. Her wiha ax, av, bayê Qerejdaxê û çîrokên evînên mezin ên bîranînên zarokatiya min, mîtolojî, stran û dengbêj, çavkaniyên cîhana min a hestiyarî û xeyalî ne.
•Wekî nivîskarek kesên tu nivîsên wan dixwînî û diecibînî kî ne? 
Ez ji wêjeya Emerîkaya Latîn hez dikim. Gabriel Garcia Marquez, Jorge Luis Borges, Juan Rulfo, Carlos Fuentes, Julio Cortazar. Ez cîhana wan a nivîsê pir nêzî xwe dibînim. Her wiha Proust, Derrida û gelek nivîskar û pirtûkên ku ez ji wan hez dikim hene. Niha yên tên hişê min ev in. Herî dawî min pirtûka (lîstika) Anton Çehov a bi navê “Sê xwişk” xwend. 
•Tu ji xwendina pirtûkên çawa hez dikî? Dema tu pirtûkan hildibjêrî tarzeke te ya diyarkirî heye gelo? Hewce dike ku tarza mirov hebe an na? An divê mirov her cure pirtûkê bixwîne?
Bi rastî çi bikeve destên min dixwînim. Ez ji hinekan pir hez dikim, hinekan naqedînim dest ji xwendina wan berdidim lê dema ku hinek mijarên taybet bin, ez tenê dixwazim pirtûkên têkildarî wê mijarê berhev bikim. Ev carna mîtolojî ye, carna pirtûkên dîrokê. Nêzî deh salan e ez pirtûkên ku li ser genetîkê hatine nivîsandin dixwînim. Hewl didim ku sînorên aqilê mirov ê ji me re hatiye nîşandan bişopînim. Nivîsên li ser robot, feza û zanistê hatine nivîsandin pir bala min dikşînin.  
•Niha projeyek te ya nû heye gelo?
Ger pirsgirêkek dernekeve ez plan dikim ku romana xwe ya "Hangar Funf, Deriyê Winda" ji bo çapkirinê teslîm bikim. Ez tevli projeya şanoya ku armanca wê ew e balê bikşîne ser kuştina jinan a di van rojên dawiyê de û ji gelek welatan bi beşdarbûna zimanên cuda dê pêk were bûm. Ev şano dê di demên li pêş de wekî dîjîtal were weşandin.
*Di 29’ê Tebaxê de tenê beşek ji lîstika min a Kurdî "Bîra Miriyan" li Şanoya Maxîm Gorkî ya ya Berlînê wekî dîjîtal hat weşandin. Ev lîstika ku min ji bo Dayikên Şemiyê û Dayikên Mayo de Plaza yên Arjantînê nivîsîbû, bi vegotina dayikan dide zanîn ku windabûn, rewşeke ji mirinê girantir e. 
Şanoya Maxîm Gorkî, ji ber nexweşiya koronayê, ev lîstik ji bo lîstikvanên li welatên cîhanê dijîn amade kirin. Lîstika min jî ji aliyê derhêner Bashar Murkus ve li Hayfayê, bi performansa Asmaa Azaizeh, Selwa Nakkara û Bahir Nahra wekî dîjîtal hat amadekirin.  Ango lîstika min bi Kurdî nivîsîbû bi Erebî hat lîstin û bi jêrenivîsa Înglîzî û Elmanî hat pêşandan. 
Her wiha min di projeya Ewropayê ya 2019-2020 a Şanoya Kraliyeta Shakespeare de cih girt. Lîstikên me nivîsîbûn, her çendî ji bo pêşandanê amade bûn jî ji ber pandemiyê hatin betalkirin. Ez hê nizanim ka dê ev proje di demên li pêş de çawa were nirxandin.