KASED dê li Amedê perwerda hunerî bide jin û zarokan

KASED a ku ji bo jin û zarokan di warên cuda yên hunerê de perwerdehiyê bide dê 5'ê Îlonê bi bernameyekê bê vekirin. Armanca komeleyê ew e ku jin û zarokên bajêr di warê gihîştina hunerê de alternatîfek wan tune, bigre dest.

MEDİNE MAMEDOGLU
Amed -  Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) li Amedê hat avakirin. Di komeleya ku tenê jin û zarok lê perwerde dibin de qursên zimanê kurdî, wênesazî, sînema û govend têne dayîn. Di vekirina komeleya ku di 5’ê Îlonê pêkwere û bi fermî bê vekirin de, bendawaziya hemû jin û zarokên ku li Amedê bi hunerê re eleqedar dibine.
“Dema tê gotin huner yekser jin tê bîra me”
Perwerdekara zimanê kurdî ya komeleyê Salîha Ayata diyar kir ku, bi 7 jinan re hatine cem hev û pêwîst ditine ew komeleyek wiha vekin ku jin di hunerê de bêtir derkevin pêş û jinên ku derfeta wan nîne di qadê de bibin xwedî gotin. Salîha Ayata diyar kir ku di encama hevpeyvînên bi jinên di qada çand û hunerê de dixebitin re damezrandina komeleyê pêkhatiye û wiha domand: “Me got divê çi were kirin ku jin di warê çand û hunerê de zêde bibe û rengê jinê û xwezaya jinan xuya bibe. Ev hat bîra me. Dema ku tê gotin huner yekser jin tê bîra me. Ji ber vê sedemê, me xwest komeleyek ku navê jinê heye hebe. Bila jinên Kurd, Tirk û Ermenî werin vir, çand û hunera xwe derxin pêş. Wek nivîsin, wêne, muzîk, govend yan jî sînema. Ji bo jin xwe di vê mijarê de perwerde bikin û rewşa xwe ya hundurîn îfade bikin me pêwîstî dit ku li vir vekin."
"Em di vekirinê de li astenga pandemiyê asê man" 
Salîha Ayata diyar kir ku çalakî û danasînên komeleyê, ku salek berê hate vekirin, ji ber pandemiyê her dem dihate asteng kirin û wiha berdewam kir: "Piştî ku me ev der vekir, me di destpêkê de li vir tadîlat kir û gava em hatin dawiya xebatan, pandemiyê dest pê kir. Piştî ku vîrûsa korona dest pê kir, karsaziya me, mîna hemî karsaziyên din sekinî. Piştî wê, me di Hezîrana 2020’an de komele vekir. Ji ber ku me pir nizabûn hem vîrûsa heyî û hemjî ewê çi biqewime, me nikarîbû vekirinek fermî çebikin. Me di hin waran de qursên xwe vekirin, jin hatin û serlêdan kirin. Zivistanê, ji ber pandemiyê em carna vekirî carna jî girtî man. "
"Jin û zarok ji bo vekirinê dawetkirîne" 
Salîha Ayata destnîşan kir ku ew di komeleyê de tenê ji bo jin û zarokan perwerdê didin û banga beşdarbûna vekirina ku di 5’ê Îlonê de bê kirin kir. Salîha Ayata di der barê bernameya vekirinê ya ku govend bê gerandin û stran bên gotin de jî wiha got, "Me bi zanabûn komele li Baglarê vekir, ji ber ku jin li vir bê alternatifin. Ji bo em bikarin xwe bigihînin wan em hatin me li vir vekir. Li vir jin û zarok tên komeleyê. Di 5’ê Îlonê de, em ê bi coş û heyecaneke mezin a hunermendên jin komeleyê fermî vekin. Ji vir, em bang li jin û zarokan dikin werin tevlî vekirina komeleya me bibin. Werin em bi hev re govendê bigerînin û kêfê bikin.”