Awaza stranên şoreşger û çiyayî: Hozan Mizgîn
Li pey Hozan Mizgîn ji derveyî stranên ku bi nav û deng mane, mîraseke ji jinên Kurd re maye. Jinên Kurd hewl didin wê mîrasê ragihînin nifşê nû. Yek ji hunermendên ciwan Mizgîn Turan ku navê xwe ji Hozan Mizgîn girtiye, jê îlham girtiye û ketiye rê ye.
ARJÎN DÎLEK ONCEL
Amed – Polîtîkayên asîmîlasyonê li dijî gelê Kurd bi qasî dîroka komarê kevnar in. Qedexekirina zimanê Kurdî, nenaskirin û hewldana helandin û tunekirina di nava çanda Tirkî de, têkoşînek bi xwere anî.
Kurdên ku li dijî polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê, berxwedaneke mezin raber kirin, çanda xwe heta roja îro parastin. Lê belê bi asanî nehatin van rojan. Bi taybetî gelê Kurd ku beriya komarê û piştî wê bi gelek komkujiyan bû hedef, hat xwestin ku ji rûpelên dîrokê werin rakirin. Koçgirî, Zîlan, Dêrsim çend ji van komkujiyan bûn.
Li gorî vê zîhniyetê divê yên ku ji komkujiyan rizgar bûne, werin asîmîlekirin. Beşek ji van polîtîkayên asîmîlasyonê jî ya ku dixwestina li ser zarokên keç bidin meşandin bû.
Di Plana Şark Îslahatê de wiha dihat gotin:
“Divê dibistanên bê kêmanî yên keçan werin vekirin. Divê keçên ciwan ji bo xwendina dibistanê werin teşwîqkirin. Bi taybetî li Dêrsimê demek ji ya din zûtir dibistanên razanê divê werin vekirin û Dêrsim ji Kurdbûnê were rizgarkirin. Li wîlayetên li rojavayê Firatê ku Kurdên bi awayek belav lê bi cih bûne, axaftina wan a Kurdî divê were qedexekirin û girîngî bidin dibistanên keçan, hewl bidin jin bi Tirkî biaxivin.”
Bi vê pêkanîna ku dihat xwestin weke polîtîkayeke dewetê bixin meriyetê, mirov dikare bibêje ku bi tamamî bi ser neket. Ji ber ku zimanê Kurdî û çanda wê bi pêşengiya jinan hat roja îro. Bi taybetî hunermendên jin ên Kurd ku di qada muzîkê de bi zimanê dayîkê stranan dibêjin, hem hebûna gelê Kurd diparêzin hem, dîrokê parastin, hem jî mîras hilgirtin.
Yek ji jinên ku di qada muzîk û çandê de pêşeng e Hozan Mizgîn ango bi navê dihat nasîn Gurbet Aydin bû.
‘Mizgîna Leheng Mizgîna Çeleng’
Gurbet Aydin a bi nasnav Mizgîn, di sala 1962’an de li gundê Bileyder ê Êlihê hat dinyayê, beriya darbeya 12’ê Îlonê, bi komek hevalên xwe re beşdarî têkoşîna azadiyê dibe. Demek xebatên hunerî û çandî didomîne.
Mizgîn ji bo ku di qada hunerê de rêxistinbûnê bike di sala 1983’an de diçe Ewropayê, di saziya Huner-Kom û Yekîtiya Jinên Welatparêz ên Kurdistan (YJWK)’ê de cih digre. Piştî Ewropayê li navçeya Tatwana Bedlîsê xebatan dide meşandin. Mizgîna ku jinan bi rêxistin dike, li her cihê şopa xwe dihêle.
Di 11’ê Gulana 1992’an de polîs û leşker bi ser mala ku li navçeyê lê dimîne de digrin, bang dikin ku Mizgîn teslîm bibe lê ew bi guleya ku bera serê xwe dide bersiv dide û digihîje karwanê nemiran.
Strana bi navê ‘Mizgîna Leheng, Mizgîna Çeleng’ ku ji bo wê hatiye nivîsandin, bi qasî ‘Lo hevalo’ û ‘Dayê Welat Şîrîn e’ tê hezkirin û weke dirûşma baweriyeek mezin tê vegotin.
Zarok bi nav û baweriya wê mezin bûn
Têkoşîna hunerê ya şoreşgerî û dengê bi hêz ê Hozan Mizgîn, îlhamê dide jinên Kurd. Di salên ku jiyana xwe ji dest da û yên piştî wê de navê wê li gelek zarokên keç hat kirin.
Yek ji zarokên ku bi navê Mizgîn mezin bûye, Mizgîn Turan e. Ew tenê bi navê hunermenda şoreşger Mizgîn mezin nebû, ji bo mîrasê wê bide jiyîn jî dixebite.
Mizgîn Turan hê 12 salî bû bi daxwaza bavê xwe berê xwe dide muzîkê, di sala 2011’an de li qada muzîkê ya çand û hunerê dest bi xebatê dike.
Çîroka navê xwe wiha tîne ziman: “Malbata min ji Hozan Mizgîn îlham girt û ev nav li min kir. Tenê wekî navek ku ecibandin lê mêze nekirine, ew ji têkoşîna jinên Kurd bi bandor bûn, ji hunera wê bi bandor bûn û navê Mizgîn li min kirin. Ez gelek bi girtina vî navî serbilind im. Ez jî ji bo vî navî bidim jiyîn dixwazim di wê riyê de, riya Mizgînê de bi pêş bikevim.”
Mizgîn Turan ku heta 12 saliya xwe bi stranên Tirkî mezin bûye, der barê pêvajoya destpêkirina muzîka Kurdî de wiha got: “Bavê min got divê êdî tu dawî li vê bînî, ji min re got ku êdî pêwîst e tu bi çand û zimanê xwe stranan bibêjî. Min bi vê baweriyê destpê kir. Lê belê fikarên min hebûn min digot gelo ez ê bikaribim bikim an na. Di sala 2011’an de di bin navê Konservatuara Aram Tîgran de min dest bi akademiya zarokan kir. Di heman demê de diçûm dibistanê jî. Ev yek jî zor bû. Karê ku min bi çand û zimanê xwe dikir girantir bû. Ez heyî kirim, têr kirim. Sûd da ku ez kêmaniya xwe temam bikim. Ji ber vê min dev ji dibistanê berda. Min bi temamî berê xwe da çanda xwe. Ji 2011’an heta niha bênavber di qada muzîkê de têkoşîna xwe didomînim. Ev demek dirêj bû, dema dinêrim dibinim ku rastî gelek zoriyan hatime. Ev hinek deman ji derdorê, hinek deman ji malbatê, hinek deman jî ji pergala mêrê serwer bû kê belê min hewl da xwe heyî bikim.”
Rêwîtiya muzîkê bi jin û zarokan re
Rêwîtiya Mizgînê ya muzîkê ku di zarokatiyê de destpê kiriye niha di bin banê Komeleya Wêje Çand û Hunerê ya Jinê (KASED) de bi mamostehiyê didome. Dersên muzîka Kurdî dide jin û zarokan, di heman demê de rêwîtiya xwe ya muzîkê jî didomîne.
Her çendî hewl bê dayîn muzîkê li jinan qedexe bikin jî jinên Kurd van qedexeyan şikandine, di qada dengbêjiyê de hebûna xwe diyar kirine.
Mizgîn Turan dibêje ku ew li ser şopa dengbêjiyê ye û wiha didomîne: “Dengbêjî ji bo min xwedî cihekî cuda ye. Li wê derê jiyana cuda, ragihandineke cuda heye. Nasnameya dîrokî, çandî, ziman, hebûn heye. Ez bi deme re fêrî girîngiya wê bûm.”
‘Jinên Kurd xwedî li mîrasa hunerî derdikevin’
Mizgîn Turan diyar dike ku ji derveyî polîtîkayên asîmîlasyonê jinên Kurd li dijî xetera çanda vê serdemê xwedî li mîrasa xwe derdikevin û der barê girîngiya vê yekê de wiha dibêje: “Em bi bişavtineke cidî re rûbirû ne. Dema me xetera wê ferq kir, me dest pê kir. Bi saziyên çanda Kurdî em hewl didin zêdetir hilberînin. Berevajî dê çanda me tune bibe. Dê berpirsên wê jî em bin. Me ev berpirsyarî girtiye ser xwe. Ma em nekin dê kî bike? Li dijî tunekirina çanda Kurd û tunehesibandinê polîtîkayên şerê taybet hene. Em jî li dijî van polîtîkayan têkoşîna hebûnê dimeşînin.”
Mizgîn Turan destnîşan kir ku ji sekna hunermenda jin a Kurd Hozan Mizgîn ku di têkoşîna hebûnê de şopên kûr hiştaye îlham girtiye û got: “Hozan Mizgîn ne tenê weke hunermendeke Kurd bû. Li kêleka vê cihê wê yê di têkoşîna jinên Kurd de, sekna wê, têkoşîna wê ya li dijî mêrên serdest jî bû îlham. Ew bû nav û dengê ku tenê di salvegeran de neyê bibîranîn. Em mînetdarên wê ne, em bi rêzdarî wê bi bîr tînin.”
‘Jiyandarkirina wê berpirsyariya nifşên ciwan e’
Mizgîn Turan di dawiya axaftina xwe de got ku dê rêwîtiya xwe ya muzîkê bidomîne û got: “Di dawî de dixwazim bibêjim, zimanê me heye, çandek me û dîrokek me heye. Jiyandarkirina vê berpirsyariya me nifşên ciwan e. Ger em negirin dest, ger em nedomînin nabe. Bi gotin, nivîsandin, hilberîn û axaftinê çand hebûna xwe didomîne.”