Jinek merengoz kargeheke biçûk çîrokeke kurt a hunera destan

Merengoza jin Zeryan Ehmed diyar kir ku ew bêyî ku tu perwerde an jî kûrsên taybet bistîne dest bi xebatên merengoziyê kiriye, tekez kir ku ev ne tenê karê mêran e û got ku armanca wê zindîkirina çanda Kurdî ye.

HÊLÎN EHMED

Silêmanî – Li derdora Silêmaniyê, di nav dolabên darîn ên kargeheke çandî ya Silêmaniyê de, bêhna darên ter û dengê kêr û bizmaran çîrokeke cuda vedibêjin. Di kargehên ku tenê mêr dixebitin de êdî jin jî dibêjin “em jî hene” û jêhatîbûna xwe nîşan didin. 

Ji wênesaziyê ber bi hunera merengoziyê ve

Zeryan Ehmed jineke ciwan e, Fakulteya Hunerê, Beşa Wênesaziyê ya Zanîngeha Silêmaniyê xilas kiriye. Her çend wê berê di çalakiyên rêxistinî, sivîl û hunerî de xebitîbe jî, hewesa wê ya daran, çêkirin û afirandina tiştan a bi destên xwe, di jiyana wê de bû xalek pir girîng. Zeryan zêdetirî salekê ye kargehek biçûk a merengozaniyê dimeşîne. Li vir materyal û tabloyên klasîk bi teknîkên nûjen ji nû ve ava dike. Xebata ku bi dest û tiliyên xwe dike, ji bo wê kêfxweşiyek taybet e. Zeryan destpêkirina vê hunerê bi gotinên “Fêrbûna vê pîşeyê ji bo min ne hêsan bû, ji ber ku min bê mamoste û bê perwerde û kûrsan dest pê kir. Ez xwe dispêrim ked, hewlên xwe û waneyan li ser înternetê dibînim. Min karî teknîkan biceribînim û karê xwe pêş bixim” anî ziman.

‘Jin bi îradeya xwe dikarin di pîşeyên herî dijwar de jî biserkevin’

Zeryan bi nêrîneke cuda li cîhana kar û xebat dinhêre. Ew bawer dike ku dabeşkirina karan bo herdu zayendan ji bo ‘jin’ û ‘mêran’, li hember pêşxistina jêhatiyan astengiyek e. Zeryan diyar kir ku ji ber xebatên darçêkirinê an jî merengoziyê ne tenê karê mêran e û wiha domand: “Ez li vir im da ku nîşan bidim ku her jinek dikare di pîşeyên herî dijwar de jî biserkeve, bi taybetî jî ger xwedî biryar û îrade be. Dema ku welatî dibînin jinek vî karî dike, pir baweriya xwe bi min tînin û dibêjin ‘nihêrtina te ya li tabloyan, rengek xweşik dide dîzaynan’. Ji ber vê yekê ew pirî caran hilbijartina reng û hûrguliyan ji min re dihêlin da ku ez wan diyar bikim.”

‘Min bê mamoste û kûrsên taybet xwe fêr kir’

Zeryan Ehmed diyar kir ku dema dest bi karê xwe yê merengoziyê kiriye di gelek pêvajoyan re derbas bûye û wiha wê pêvajoyê wiha vegot: “Karê min ê merengoziyê di gelek pêvajoyan re derbas bû. Min gelek karên cuda jî kirin, wek karên rêxistinî. Beşdarî çalakiyên sivîl bûm, her wiha min karê hunerî jî kiriye, lê karekî ku mirov bi dest û tiliya xwe çêdike baştir û xweştir e. Min xwe gav bi gav di vê pîşeyê de bi pêş xist, min perwerdeyek taybet nedît. Min bê mamoste û kûrsên taybet xwe fêr kir. Min bi tena xwe dest pê kir, ez hewl didim ku jêhatiyên xwe bi berdewamî bi waneyên fêrkirinê bi pêş bixim.”

Zindîkirina çandê

Karê Zeryan Ehmed ne tenê çêkirina tiştên asayî û normal e, her wiha  ji bo nûkirina nasnameya Kurdî hewldanek e. Ew ji bo vegerandina bedewiya kevin a malên nûjen, bêhtir girîngiyê dide şêweyên klasîk û maseyên ronîkirî. Derbarê piştgiriya hevalên xwe de Zeryan  got: ”Di kargeha me ya çandî de ruhê piştgirî û hevkariyê heye.”

Ji jinan re peyamek

Zeryan Ehmad di dawiyê de  peyamek zelal ji bo hemû jinên ku xwedî hewes û armancên mezin in, peyameke da û wiha got: “Ji ber ku ez jin im û wekî merengoz dixebitim,  gel her tim ji min re diyar dike ku ez gelek berhemên xweş diafirînim. Gelek hevalên min ên din di kargeha cixareyê de kar dikin hene, ew tevî karên xwe yên taybet jî bi min re dixebitin û alîkariya min dikin. Tu astengî nikare li ber jinek ku dixwaze bighêje armancên xwe bibe kelem. Her jinek xwedî armancek e. Tenê ji bo  her jinek, gaveke guherîn û biryareke wêrek lazim dike. Nehêle ku tu kes li pêşiya te

bibe asteng. Ji ber ku afrînerî bê sînor e.”