Jin afrînerên gotinan in
Jin bi hevokên xwe jiyanê ji nû ve diafirînin. Zimanê jinan ji ber ku ji yê mêran bi tevahî cudatir e, li qada wêjeyê ‘nayên’ xuyakirin. Ya rast pêwîstiya vê cîhanê bi hevokên jinan ên resen heye.
PINAR URAL
Navenda Nûçeyan- Jinên ku ji hevokên para xwe ji çanda desthilatdariyê girtine, ji derve hatine hiştin, hewl didin ji vê rewşê bi wêjeyê xwe biparêzin. Nivîskar Sevîm Korkmaz Dînç pênaseya vê rewşê bi van gotinan dike: “Qadeke em tê de tune bûne, nayên dîtin e lê ya rast ew qad ya me ye.”
Yek ji kesên ku xwedî li çîrokên ku şaş hatine vegotin an jî kêm mane derdikeve nivîskar Sevîm Korkmaz Dînç e. Em bi yek ji avakarên Komeleya Nivîskarên Jin Sevîm Kormkaz Dînç re li ser nivîskariyê axivîn.
Qada ku jin lê nayên dîtin
Nivîskar Sevîm Korkmaz Dînç, bal kişand ku li qada wêjeyê jin nayên dîtin. Dînç behsa objebûyîna jinan a li vê qadê kir û têkoşîna li dîjî vê tê meşandin vegot.
“Wekî tê zanîn jin di hemû beşên hunerê de tenê wekî obje hatiye bikaranîn lê dema em li beşa nivîsê dinêrin, dibînin ku tişta hest û ramanên heyî dike, gotin, axaftinên me di rewşeke wisa de ne ku divê em her dem li ser vê qada nivîsê rawestin. Lewre dema wêje tê gotin tu carî jin nayên bîra kesê. Dema wêje tê gotin, civaka desthilatdar a mêr tê bîra mirov. Dema em dibêjin ‘jin û wêje’ jî qenaeta me ya ji dîtina jinan a bi nivîsên mêran hatiye vegotin, bi pêş dikeve. Di nivîsên mêran de jin çi ye, objeya evîndariyê ye yan jî ger em bi rolên civakî binêrin, jin, li malê objeya ku zarokan xwedî dike ye. Tu carî kirde nîn e. Gelo di tevahiya dîrokê de wiha bû? An jî dema em li nivîsên dîrokî mêze dikin bi rastî jî wiha bû? Di vê mijarê de berhemên gelek xweş hatin nivîsandin, nivîsên pir xweş di dest me de hene. Dema em li wan mêze dikin, dibînin ku jixwe gotin bi xwe ji jinan hatiye afirandin. Taybetmendiyên ku em ji wan re dibêjin hest; ên mirov dikin mirov, taybetmendiyên ku jiyanê diafirînin bi jinan re hene. Dema ku jinan vê jiyanê afirandine bi rêk û pêk kirine, mêran bi nivîs û wêjeyê, wê ji derve hiştine û dûr xistine. Ji ber vê yekê ye ku jin vê qada ku aydê wan bi xwe ye winda dikin. Sedema vê yekê jî bêdengî û mehkûmbûna jinan a li malê ye. Lewre cih çiqas biçûk bibin, mirov çiqas demek zêde li heman cihî bijîn, afrînerî jî ewqas kêm dibe, hêza xeyalê, gencîneyên gotinan jî ewqas kêm dibin.”
“Jinên efrînerên jiyanê biçûk tên dîtin”
Sevîm Korkmaz balê dikşîne ser ku mêr xwedî çandeke wisa ne, her dem dixwazin desthilatdar bin û diyar dike ku ev çand, sîrayetî wêjeyê jî dike. Dînç wiha dibêje: “Em jin li tu devera cîhanê welatan xirab nakin û ji nû ve hikûmetan ava nakin. Em malan xirab nakin û ji nû ve ava nakin. Em çi dikin; ji cîhana xwe, ji wê mala ku sîronê wê hatiye xêzkirin em li cîhanê dinêrin. Em ji nava wê malê, mijarên xwe yên ji bo wêjeyê hildibjêrin.” Li gorî Dînç, jin pir baş dizanin bidin jiyîn, gotinên wan jî li gorî vê yekê teşe digrin. Dibêje ku jin li qada wêjeyê biçûk tên dîtin lê yên jiyanê nû dikin, diafirînin, malan ava û heyî dikin jin bi xwe ne.
“Pêdivî bi gotinên jinan heye”
Dînç dibêje ku jinan, cîhana mêran afirandine di wêjeyê de jî rûxandine, ji ber wê jî pêdivî pir bi gotinên jinan heye.
Di pêvajoya mirovbûnê de pêdivî bi hestan heye. Di pêvajoya mirovbûnê de pêdiviya qada wêjeyê zêdetir bi gotinên jinan heye. Cîhana ku bi aqilê mêr ê nêr hatiye avakirin, ne tu cîhan e, ew bi xwe jiyan nîn e. Yên jiyanê diafirînin, rêya domdar nîşanî mirovahiyê didin jin û hestên wan in. Di nivîsên jinan de tu carî hûn hevokek ‘çeka xwe girt û nizanim kê kuşt’ nabînin. Di nivîsên jinan de hûn rastî gotinên ‘bi kêrê kuşt, di nava xwînê de ma’ nayên. Jin romana kuştinê jî binivîse jî, behsa xwîn û kuştinê nake. Em li vir behsa du nêrînên ji hev cuda dikin. Ev her du cîhan dijberî hev in û bi nakok in. Yanî jin çiqas li qada wêjeyê berheman biafirînin, li vir divê em bi taybetî vê jî bibêjin; ne bi nêrîna ku mêran afirandiye, bi qalibên wan an jî nêrînên wan ên heyî, çawa ji dilê wan tê, bi zimanê xwe yê aştî bi hurmeta ji bo xwezayê, hurmeta ji bo xwezaya mirov, yanî bi zimanekî nû dema binivîsin dê cîhana ku mêran afirandiye serûbin bibe. Lewre jin jiyan bi xwe ye.”
Jin nikarin bi zimanê xwe binivîsin
Dînç diyar dike ku bi taybetî piştî derbeya 12’ê îlonê li Tirkiyeyê hejmara jinên nivîskar zêde bûye û dibêje ku ev encama têkoşîna jinan e. Dînç dibêje: “Ev azadbûyîn e. Yanî azadbûyîn, careke din bi zanabûna jinan avakirina cîhanê ye. Dema em li nivîsên jinan mêze dikin, dibînin ku ew şibak û şaneşîn cîhana jinan a ber bi derve ve ye.” Jin dema sînorên jê re hatibin diyarkirin derbas bikin, zêdetir dikarin cîhanê xweş û geş bikin.
Dînç dibêje ku dema ji Osmaniyan em li roja xwe dinêrin, dibînin ku jin wê demê nikaribûne bi navê xwe binivîsînin, nikaribûne bi zimanê xwe binivîsînin.
“Dînç wiha didomîne: “Dema em ji Amedê dinêrin, dibînin ku tiştên din ên divê em nîqaş bikin hene. Em li welatekî ku zimanê dayikê lê qedexe ye dijîn. Niha ez wekî wêjevanek, weke jinek, wekî endama komeleyek ku ji bo jin binivîsînin hewl didin, ev mijar ji bo me pir bi êş e. Jin dema bikaribin bi zimanê xwe binivîsînin, ji wê cîhana ku lê çêbûne, berheman biafirînin, kî dizane dê çi biafirînin? Em çiqas azad bibin, çiqas bikaribin xwedî li têkoşîn û mafên xwe derkevin; dê afrîneriya me li qada çand û wêjeyê ewqas bi hêz bibe. Jin li ku dibin bila bin, dixwazî li gund, dixwazî li bajar, divê teqez li hev kom bibin û atolyeyên biçûk ên jinan vekin. Tu carî pêdiviya wan bi mamosteyek tune ye. Bila berhemên ku xwendine bi jiyana xwe re muqayese bikin. Ew çi dijîn, di wan pirtûkan de çi heye dê bibînin û tenê wê demê dê bikaribin dengê xwe li vê cîhanê bidin bihîstin.”
Sevînç Dinç Korkmaz kî ye?
Sevînç Korkmaz Dînç di sala 1952’yan de li Antakyayê hatiye dinyayê. Li Zanîngeha Perwerdeyê ya Ataturkê beşa Înglîzî xwendiye. Heta sala 1979’an mamostehî kiriye. Di derbeya 1980’yan de hat girtin. Piştî ji girtîgehê derket, dest bi nivîsandinê kir. Di sala 2008’an de bi komek hevalên xwe re Komeleya Nivîskarên Jin ava kir. Endama PEN’ê ye, damezrînera Kovara F ye. Demek berdevkiya Bloka Aştiyê kir. Pirtûkên bi navê Şeveke tarî bû: 12’ê Îlona 1980’yan, Bayê Kendalê Dîn, Bîra me ya civakî di romanên 12’ê îlonê de jin, li Kubayê deh roj û Rojên jinek di bin çavan de nivîsandin û niha li Îzmîrê dijî.