Hunermenda Xezayê: Tabloyên min dê bi rengên geş vegerin

Wênesaz Yasmîn El Medhûn ku bi tabloyên xwe sûcên şer ên Îsraîlê yên li Zîvala Xezayê belge dike got: “Rojek dê trajediyên jin û zarokên li Xezayê biqedin. Wêneyê min dê li şûna reş û gewr bi rengên geş bin.”

REFÎF ÎSLÎM

Xeza- Ji 7’ê Cotmeha 2023’an û vir ve Îsraîl êrişên xwe yên li dijî Zîvala Xezayê bênavber didomîne. Li gorî daxuyaniya dawî yên Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê, hejmara kesên ku di êrişên li ser Zîvala Xezayê de jiyana xwe ji dest dane bû 44 hezar û 382. Hejmara birîndaran derket 105 hezar û 142’an. Ji ber êrişan dibistan, navendên tenduristiyê, binesazî û piraniya xaniyan wêran bûn, bi hezaran kes di konan de têkoşîna jiyanê didomînin. Bi hatina zivistanê re şert û mercên jiyana di konan de dijwartir dibin, ev rewş bi taybetî bandorê li jin û zarokan dike. Li gorî Yasmîn El Medhûn huner awayekî dermankirina guncaw û bi sûd e. Yasmîn bi riya şerê li Xezayê berê xwe da navendên stargehan û hevdîtinê bi jin û zarokan re kir û ji wan daxwaz kir wêneyan xêz bikin. Yasmîn dît ku piraniya jinan malek di hundirê parkekê de xêz dikin. Ev yek nîşaneya tunebûna ewlehiya di jiyana wan de ye û ji ber şer di navendên stargehan de dimînin.

‘Ez afrîneriya xwe ji jinan digrim’

‘Yasmîn El Medhûn wiha dest bi axaftina xwe kir: “Bingeha afrîneriya min jin in. Ji ber ku jin di mercên jiyana hişk û zalim de dijîn û neçar mane zarokên xwe bi awayên cuda xwedî bikin. Di nava mercên bê ewle û şerekî dijwar de dijîn. Îro ez ji xêzkirina hinek tabloyan mehrûm mame û min gelek hûrgilî bi riya nexşkirinê veguhestine pêşangehekê. Ez weke hunermend bi rewşa derdora xwe bi bandor dibim û nikarim çavên xwe bigrim. Her dem ez di rewşeke derûnî ya zehmet re derbas dibim ji ber ku komkujiyan dibînim û nema dikarim tabloyan xêz bikim."

Di peydakirina madeyan de zehmetiyan dikşîne

Yasmîn El Medhûn diyar kir ku zehmetiyê di peydakirina madeyên xam de dikşîne û ji ber wê ev demek e nikare wêneyan xêz bike. Yasmîn destnîşan kir ku ew di dema niha de li çareseriyek digere ji ber ku bihayê tabloyan 5 qat buha bûye û rengên pastel û tebeşîr buhatir bûne, li bazaran nemane û wiha gotinên xwe domand: “Dema em dibêjin qirkirineke komî dibe ku pêwîstiya me bi wergerandina vê gotinê ji bo hezaran zimanan hebe da ku gelên cîhanê bizanibin çi diqewime. Dema em mûşeka ku bi hezaran kîloyan giran e û li navendeke stargehê dikeve û perçeyên bedena mirovan bi hewa dikevin bi tabloyekê şîrove bikin dê wê demê ne ziman û ne jî werger pêwîst bike."

‘Huner xizmeta mirovahiyê bi giştî dike’

Yasmîn El Medhûn ev yek jî anî ziman: "Ez bûyerên ku li ser torên medyaya dîjîtal dibînim jî bi bandor dibim. Li gor trendên derdikevin fikra min çêdibe û hewl didim bi riya rûpela xwe parve bikim ji bo cîhan bi tevahî bibîne. Ez dizanim huner xizmeta mirovahiyê bi giştî dike ji ber wê dema dibînim mirov li ber tabloyên min disekinin serbilind dibim. Ji ber ku min di van 4 salan de gelek ked daye."

Yasmîn El Medhûn wiha bi dawî kir: "Bi riya van tabloyan, min gelek pirsgirêkên jinan dît. Dema jinek mêrekî xêz dike û xetên xêzkirina destan reş dike teqez ew jin tundî lê tê kirin û hevjînê wê lêdide. Her wiha ji zarokên ku goran xêz dikin jî diyar dibe ku ew ji vê jiyanê tengav bûne û dixwazin bimrin. Li aliyê din xêzkirina kesên ji malbatê jiyana xwe ji dest dane tê wateya bêrîkirinê."