Hunermenda Mexribî bi dengê xwe pabendbûna civakî û çandî dike yek

Hunermenda Mexribî û damezrînera koma Şeda El-Engam Yusra Şahwad diyar kir ku bi riya koma xwe peyamên hunerî hildigre. Yusra wek dengekî jin afirîneriya muzîkê bi pabendbûna civakî û çandî re dike yek.

HENAN HERÊT

Mexrib – Yusra Şahwad bi riya koma xwe ya mûzîkê bi navê "Şeda El-Engam" hunera jinan ku çawa dikare bibe cureyek berxwedana çandî û hêzek nerm ku beşdarî parastina edaleta civakî û parastina bîra hunerî ya Mexribê bibe, temsîl dike.

Mamosteya alava mûzîkê ya Qanûn û damezrînera koma mûzîkê ya Şeda El-Engam Yusra Şahwad. Ew di malbatek hunerî de mezin bû, ev jî ji temenê ciwaniyê ve alîkariya wê kiriye ku jêhatiya wê pêş bikeve. Yusra dibêje: "Min her stran û sirûd digotin. Malbata min mewasa min ferq kir û di sala 2003'an de ez li paymengeha mûzîkê qeyd kirin. Min dest bi xwendina soflaj û stranbêjiyê kir. Mûzîka El-Endulisî hilbijart, paşê min dest bi meqemetê stranên rojhilatî kir. Ez li amûrekê digeriyam ku li ser hîn bibim, ji ber vê bavê min amûra Qanûn pêşniyar kir. Gava min dengê wê bihîst, tavilê bala min kişand."

'Huner dengekî zindî yê civakê ye'

Niha Yusra Şahwad li herdu Enstîtuyên Mûzîkê yên li Rabat û Sela ve amûrê Qanûnê fêrî xwendekaran dike û wiha got: "Jinên ciwan herî zêde bi hunerê re eleqedar dibin. Ez bi wan serbilind im. Ez ji wan re dibêjim hûn taybet in, divê bi enstrumanê re bijîn û hestên xwe bi riya wê tînin ziman. Huner ne lukseke estetîkî ye, ew dengekî zindî yê civakê ye. Hunermend dengê civakê ye. Min xwest kariyera xwe ya akademîk li derveyî Mexribê bidomîn im û beşdarî dibistana "Tokia" bûm. Li wir perwerdehiya taybetî ji muzîkjenê navdar ê cîhanê Goksel Baktagir wergirt. Ez serbilind im ku yek ji jinên pêşîn ên Mexrib û Ereb bûm ku derfeta fêrbûna ji wî dîtiye."

'Koma 'Şeda El-Engam' peyamek hunerî hildigre'

Yusra Şahwad bi armanca şikandina sînorên ku civak ji jinan nîşan dide di sala 2015'an de komek mûzîkê bi navê "Şeda El-Engam" ku ji muzîkjen û akademîsyenên jin ên navdar pêk tê ava kir. Yusra Şahwad wiha pê da çû: "Ev kom tiştê ku me dike yek ne tenê hunerî ye, di heman demê de exlaqê bilind û giyanê ahengiyê jî ye. Koma me bi beşdariya xwe di çalakiyên balkêş de bûye projeyek hunerî ku peyamek çandî ya zelal hildigire. Ew nasnameya me ya hunerî û mirovî nîşan dide. Cilên komê jî bi rengê spî ne ku sembola aştî û yekbûnê nîşan dide."

'Sazkirina jinan dikare rastiyan biguherîne'

Di dawiya gotinên xwe de Yusra Şahwad got: "Bi riya koma Şeda El-Engam em ne tenê modelek jin di hunerê de pêşkêş dikin, em rêça qadeke muzîkê ya alternatîf jî destnîşan dikin, ku tê de rastbûn û modernîte, nasname û pabendbûn digihîjin hev. Sazkirina jinan ne tenê wêneyê xweşik dike, di heman demê de dikare beşdarî guhertina rastiyê jî bibe."