‘Huner beşa herî girîng a jiyana mirovan e’

Pergala mêrsalar û kevneşopiyên civakê gelek jinan ji qada hunerê dûr xistine. Hunermend Mehşîd Muşehşehî dibêje: “Tevî rêgiriyê jî jin dikarin bi riya amûrên muzîkê cihê xwe di dîroka hunerê de bigrin.”

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî- Amûrên muzîkê her yek ji wan xwedî dîrokek kevnar e. Gelê Kurd jî xwedî çend cure amûrên muzîkê yên weke dahol, erbane, saz, tembûr û hwd. e. Lê belê ji ber zordestiya aqilê mêrsalarî û kevneşopiyên berê li ser civaka Kurd, bûye sedem ku hinek amûrên muzîkê, bi taybetî ji bo mêran be. Bi taybetî dahol. Jin dikaribûn amûrên muzîkê yên weke saz, tembûrê lêbidin û çanda Kurd biparêzin.

‘Di nava civakê de xebatên hunerî ji bo jinan şerm tê dîtin’

Mehşîd Muşehşehî  a ku amûra muzîkê tembûrê lê dixe diyar kir ku ji ber malbata wê, bi taybetî bavê wê hunermend e li tembûrê dide û ji biçûkatiyê ve bi amûrên muzîkê mezin bûye 4 sal in tembûrê lê dide, der barê rola jinan a di hunerê de wiha got: “Em jin hêza me di nasîna amûrên muzîkê yên kurdewarî de heye. Lê belê li Başûrê Kurdistanê li hemberî jinên ku bixwazin bikevin nava qada hunerê rêgirî heye.”

‘Serkeftina jinan ji bo civakê dibin destkeftî’

 Mehşîd Muşehşehî  da zanîn ku gelek caran dema jin di hunerê de astek bilind bi dest dixin, ji aliyê beşeke civakê û dewletên dagirker ve hewl didin asta hunerê ya jinan kêm bikin. Ji ber ku dizanin serkeftina jinan ji bo civakê dibe destkeftî û civak azad dibe. Ji ber wê jî dixwazin pêşî li azadiya civakê bigrin û wiha domand: “Tembûr û saz her dem di dîroka Kurdan de hebûne û bûne dengê azadî û xebatê. Niha jin di lêdana amûrên muzîkê de gelek baş in. Ji bo wan her du amûran hewldana parastina wê didin lê belê lêdana tembûr û erbaneyê, li Başûrê Kurdistanê ji ber kevneşopiya ku heta niha hatiye kêm e.”

‘Li Başûrê Kurdistanê di hişmendiya mêrsalar de guherîn tune ye’

Mehşîd Muşehşehî destnîşan kir ku li parçeyên din ên Kurdistanê guherînek di hişmendiya mêrsalar de tê dîtin lê belê ev guherîn hê li Başûr bi awayek berbiçav çênebûye û wiha got: “Dema ku ew jî dibînin  jin hewl didin vê hişmendiyê biguherînin aciz dibin. Jin bi awayê xwezayî bi hunerê tê dinyayê ji ber hestên jinan ên xweş hene. Ez di wê baweriyê de me ku dema jin bixwazin û hewl bidin dikarin bibin hunermendên herî baş. Ji ber ku huner beşa herî girîng a jiyana mirovan e. Yek ji wan riyên ku em dikarin şoreşê bi pêş bixin, riya hunerê ye. Di civaka Kurdistanê de jinên me yên pêşeng gelek in, hewl dane çanda Kurdan bi amûrên dîrokî ber bi pêşve bibin. Ez jî hewl didim bibim pêşeng û riyeke ji bo jinên ku dixwazin werin nava qada hunerê bibînim. Hêvîdar im ew jinên ku rastî rêgiriyê tên, li hemberî wê rêgiriyê rawestin û beşdarî qada hunerê bibin.”